Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Dêrezorê tevî zehmetiyan jî hilberîna pembû didomînin

29/09/2024
in Uncategorized
A A
Jinên Dêrezorê tevî zehmetiyan jî hilberîna pembû didomînin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Dêrezorê ku tevî gelek pirsgirêkên weke guherîna avhewayê û êrişên li herêmê hilberîna pembû didomînin, diyar kirin ku tevî zehmetiyên ku rû didin jî ew bi hêvî ne.

Çandiniya pembû ne tenê dibe sedema geşbûna aboriya herêmê, di heman demê de ji bo beşên cuda yên civakê jî derfetên kar ava dike. Di van salên dawî de ji ber bandora guherîna avhewayê hilberîna pembû kêm bûye. Çandiniya pembû yek ji çavkaniyên sereke yên debara şêniyên kantona Dêrezorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Cotkarên jin ên li bajar zêdebûna bihayê sotemeniyê û avê jî di nav de, bi êriş û gelek zehmetiyên ku bandora neyînî li hilberînê dike re rû bi rû ne. Koperatîfa Giştî ya Pembû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendekî ku ji stendin, depokirin, firotin û paqijkirina pembû ava kir.

Ji seatên sibehê ve dest bi kar dikin

Ji cotkaran Sebha El Eswed a li ser erda xwe kar dike got: “Em ji sibehê zû ve derdikevin û heta roj diçe ava em kar dikin. Tevî rewşa zehmet em kedeke mezin didin ji ber pembû jêdera debara jiyana me ye. Em ava bîran ya şor bikar tînin. Ji bo çandiniyê nabe ji ber wê karê me duqat zehmet dibe. Pembû yek ji berhemnê herî zêde pêwîstiya wê bi avê heye. Divê bi rengekî birêxistinkirî û berdewam were avdan. Pêwîstiya pembû bi zêdetirî 12 caran ji avdanê heye da ku mewsima cotkar biser bikeve.”

Av têra erdên wan nake

Sebha El Eswed anî ziman ku îsal çandiniya pembû ne pir serkeftî bûye û wiha domand: “Çandina vî mewsimê ne serkeftî ye ji ber em erdên xwe bi ava bîran av didin û ava wan têra erdên me nake. Berhemdayîna pembû vê salê daketiye. Di rojekê de em tenê kîsekî dadigirin. Di demên berê de ne wisa bû. Lê belê em bi karê di erdên xwe de girêdayî ne ji ber alîkariya me di debara jiyana me ya rojane de dike, her wiha sewalên me jî jê sûd digrin.”

‘Em ji seatên sibehê ve dest bi kar dikin’

Kedkar Ofa EL Qemer jî anî ziman ku ew her sibeh şefeqê radibim ji bo karê mala xwe xilas bike û berê xwe dide karê xwe di erdên çandiniyê de heta nîvro. Ofa EL Qemer wiha got: “Destpêkê em erdê diçînin û ji nebatên bi zirar û sitiriyan paqij dikin. Em zehmetiyan dikşînin ji ber alavên me yên nûjen tune ne. Paşê em bizran dixin erdê de. Kalîteya berhemdayînê sala par li gorî îsal baştir bû.”

‘Tevî zehmetiyan jî em bi hêvî ne’

Emel El Elî jî got: “Piştî bidawîkirina berhevkirina pembû em êzingan didin hev. Paşê em bi erebeyeke taybet vedughêzin malê ji bo em xwarinê li ser çêkin yan bixin tenûrê û hwd de. Em pembû difroşin bazirganan paşê ew jî dişînin herêmên ku pembû lê tên bikaranîn. Pembû dikeve gelek pîşeyan de mîna cil ta zeyt û hwd. Tevî zehmetiyan jî em bi hêvî û israr in. Bi riya berhevkirina pembû kêm be jî dikarin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.” NÛ JINHA

Post Views: 147
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.