Idrîs Henan
Di axaftina serokê dewleta faşîst a Tirkiyê de Receb Tayîb Erdogan a di civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de behsa avakirina hevgirtineke mirovî li dijî toreya kuştin û qetilkirinê ya serokwezîrê Îsraîlê Nitinyaho li Filistîn û Lubnanê dike, kir. Erdogan digot; Çawa ku Hîtler berî 70 salan ji aliyê hevgirtineke mirovî hate rawestandin, îro jî divê Nitinyaho û toreya wî ya kuştinê bi koalisyoneke mirovî werin sekinandin! Erdogan di gotara xwe de weke kesekî “aşîtîhez” xwe pêşkêşî civata NY kir û bi awayekî ji xwe bawer, çawa ku ne qatilek û sûcdarekî şer be, ji civata NY dixwaze hêzekê ji bo sepandina aşîtiyê ava bikin!
Ew pîskopatê Rojhilata Navîn wisa xwe daye bawerkirin ku ti kes wî û sîstema wî ya faşîst nasnake. Texmîn dike hemû bedena wî di bin axê de veşartiye, lê nizane ku êdî paşiya wî li ber tavê qijiliye.
Ji êrişên li ser têkoşîna demokrasiya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Herêmên Parastina Medya û heya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê were. Ji Qibris, Yonanistan, Behra Spî, Ewrûpa û heyanî Afrîqya, Asyaya Navîn û Belqanan biçe, ew kesayeta dirû û sîstema wî ya îşkencê û qirkirinê, li tevayiya wan deveran li pey kuştin, talanî û pêşbirka qirkirina bi Israîlê re ye. Îro jî li ber civaka navneteweyî diçêre û hewl dide qirkirina Kurd û gelên herêmê binixumîne û komkujiyên xwe rewa bike!
Bê goman îroj di kesayeta şerê li herêmê diqewime û çarçoveya wê ya ku roj bi roj berfiretir dibe de, misyoneriya hêzan li gorî nexşerêya têye nîgarkirin, zelaltir dibe. Senyala wê yekê, ango parvekirina rolan, bi pêkanîna komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re dest pê kir. Belê; bi derbasbûna salan û zelalbûna paşperdeya komployê re, rola her aliyekî belî bû. Yek ji bandortirîn rolên di wê komployê de, ya istixbarata Îsraîlê û Nitinyaho bi xwe bû. Ya ku niha em bersiva wê bidin ew e; çima Îsraîl ew daxwaza Tirkiyê ya revandina Rêber APO qebûl kir? Em tenê qala stratejiya wê bikin têrê dike ku mirov axaftinên Erdogan baş fêm bike.
Ji ber pêwîstiya lezgîn ya Îsraîlê ku têkîliyên bihêz û rasterast ên xizmetî stratejiya wê dikin bi Tirkiyê re ava bike û dîplomasiya wê li herêmê pêş bixe û rewatiyê dide kiryarên wê, hişt ku serokwezîrê wê demê Nitinyaho guh bide “Ecewîd” û derhal perspektîf bide serokê istixbaratê “Ebrayim Halîfî”, ku bide pey şopa Rêber Ocalan. Bedêl jî çi dibe bila bibe.
Mirov dema naveroka organîk a vê dualîteya Îsraîl – Tirkiyê analîze bike, tê digihêje cewherê rasteqîn a naveroka berjewendiyên herdu aliyan. Di cewherê wê têkîliyê de, koletiya Tirkiyê ji sîstema global re, li qada Rojhilata Navîn, Asyaya navîn, Afrîqiya û Belqanan gihaye lûtkeyê. Ji xwe tenê hevkariya komployê dikare rola stratrejîk a Tirkiyê di avabûn û hebûna Îsraîlê de baş rave bike ka xwedî çi têkîliya çarenûsî ne? Bê guman hemû rûdan û reftar jî bi fermana hegemoniyê û di bin venirîna wê de pêk hatine.
Lew re jî çi şerê ku îro li herêmê bi serpereştiya Îsraîl û Tirkiyê diqewime, di wê çarçoveya stratejîk a yekparebûna konsepta qirkirin û kuştinê de pêk tê. Tu cudahiyek navbera pratîka herduyan de nîne. Kî li kuderê eniyên şer veke, dixwaze li dijî gelên Filistîn û Lubnanê be, dixwaze li dijî Kurdan û pêkhateyên din be, derhal kopriyên hewayî ji depo û bargehên DYE, NATO yên li Qatar, Tirkiyê û gelek deverên dîtir ava dibin û teze teze teknîka pêşketî digihêjin ber destên wan. Bi gotinek din; çi gotinên Erdogan, li kuderê dibe bila bibe, hebin, hevkarî û piştgiriya nepenî ji Îsraîlê re ne. Gotegotên wî yên li ber civata NY jî, hîkaye, xweliya li çavan, veşartina kiryaran û sûc rewakirin e.