Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encama Komploya 9’ê Cotmehê

29/09/2024
in Uncategorized
A A
Encama Komploya 9’ê Cotmehê
Share on FacebookShare on Twitter

Aslan Aslan

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo dest pê kir. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan, li dijî Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû. Jixwe, Rêber Apo piştre di nirxandinên xwe de qala wê pêvajoyê dike. Rêber Apo tîne ziman ku bi 9’ê Cotmehê re, hêzên navnetewî dest li Rojhilata Navîn werdan. Rêber Apo girtina xwe jî wekî destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê pênase dike. Heger ji 9’ê Cotmeha 1998’an em binihêrin, wê bê dîtin ku bûyerên piştre çawa vê yekê îsbat dikin. Ji wê demê ve her tişt serûbinî hev bû û tiştek nema wekî berê. Hevsengiya li Rojhilata Navîn bi temamî hate guhertin. Pergala gelek welatan hilweşiya û lîderên hin welatan jî ji desthilatdariyê ketin.

11’ê Îlona 2001’ê li Emerîkayê bi teqînên mezin re hincetek ji Emerîkiyan re derket da ku berê xwe bidin Rojhilata Navîn. Ji Efxanistanê heta bi Iraqê gelek dever hilweşandin û veguherandin gola xwînê. Bi vê yekê re jî gelek tevger û rêxistin bêbandor kirin. Li Iraqê Sadam Huseyîn xistin û daliqandin. Yek ji hedefên Emerîkayê ew bû ku PKK’ê jî bêbandor bike. Lê kir û nekir, nekarî tiştekî bi dest bixe. Piştî wê bi demekê jî li welatên Rojhilata Navîn guherînên mezin çêbûn. Ji Misrê heta Lîbya û Sûrî serhildanên gelan çêbûn. Lîderên hin welatan ji textê desthilatdariyê ketin. Li Rojava jî şoreşa gelan dest pê kir. Yên dixwestin bi komployê Rêber Apo û tevgera azadiyê tine bikin, li şoreşa Rojava qelibîn.

Ji bo têkbirina vê şoreşê gelek komên çete ava kirin û bi ser Rojava de şandin. Lê dîsa jî encam negirtin. Di encamê de xeta sêyemîn bi ser ket. Heger em ji pêvajoya 9’ê Cotmehê û vir ve werin, wê bê dîtin ka encameke çawa derketiye holê. Di encama komployê de dewleta Tirk wendakir. Encama ku dixwest bi dest nexist. Rêber Apo û PKK’ê têk neçûn. Nav û dengê wan îro ji aliyê milyonan ve tê zanîn. 25 sal berê ew kesên ku li dijî PKK’ê bûn, îro bûne PKK’yî û doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin.

Di nava 25 salan de dewleta Tirk gelek bedel dan. Gelek wezîr û serokwezîr hatin guhertin. Her yekî ji wan got ew ê PKK’ê biqedînin, lê nekarîn bikin. Ji ber ku PKK’ê ne kaniyeke ku biçikînin, ne jî agireke ku bitefînin. PKK’ê ruhekî ebedî ye. Îro bi milyonan kes li dora PKK’ê bûne xelek. PKK’ê navê ruhekî fedayî ye. Yê ku ev ruhê fedayî ava kir jî Rêber Apo ye. Şehîdên vê dozê di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin.

Dewleta Tirk bi komplo û komplogeran re jî nekarî doza Kurdistanê bitepisîne. Heger em li beriya komployê binihêrin û niha binihêrin rewşeke cuda xuya dike. Ji aliyê siyasî û civakî ve tevgera azadiyê xurttir bûye. Dewleta Tirk û hêzên komploger çiqas bi ser PKK’ê de çûn, PKK’ê jî ewqas mezin bû. Êdî ji vê saetê pê ve, kes nikare tevgera azadiyê têk bibe. Heger komploya wan navneteweyî be, têkoşîna Kurdan jî navneteweyî ye.

Di encama komploya 9’ê Cotmehê de hêzên komploger û dewleta Tirk negihiştin meqseda xwe. Heger zanîbana wê bi komployê re encam bi vî rengî be, ew komplo nedikirin. Ji ber vê yekê jî ew hêzên komploger ti carî nesekinîne. Ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan bi şev û roj êriş dikin. Ji Rojava heta Şengalê, ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê êrişên hovane dikin. Heger Rêber Apo li gorî xeta wan û siyaseta wan tevgeriyaba îro ew ê ne li Îmraliyê bûya. Tecrîda li Îmraliyê di heman demê de berxwedanekê jî nîşanî me dide. Ji ber ku berxwedan heye, tecrîd jî heye. Komploger û dewleta Tirk bi hêrs in ka çawa nekarîne di 25 salan de bigihêjin encamekê.

Ji bo vê yekê jî her cûre êrişên qirkirin û dagirkeriyê li Kurdistanê pêk tînin. Komploya 9’ê Cotmehê peymaneke navneteweyî bû û gelek welatan cihê xwe tê de girt. Yên ev peyman çêkirin, îro li meydanê tine ne. Lê PKK’ê û Rêber Apo îro li meydanê ne û li dijî hêzên komploger li ber xwe didin. Ji qewla Çiyager ve “Wê dawiya wê bi heybet be”. Encama vê komployê jî êdî her kes dibîne û yê ku encamê diyar dike jî Rêber Apo ye.

Post Views: 178
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.