Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Efrînê li dijî dagirkeriyê serî hildan

29/09/2024
in Uncategorized
A A
Jinên Efrînê li dijî dagirkeriyê serî hildan
Share on FacebookShare on Twitter

Li dijê sûcên ku di derheqê jinan li Gundê Kaxrê yê Efrînê di 15 ê Îlonê de hatiye kirin, jinên Efrînê li Kantona Efrîn û Şehbayê tekez kirin ku ew ê ji hawara jinên Efrînê re bibin hêz.

Zana Roj/ Şehba

Di Efrîna dagirkirî de sûcên qirkirinê di bin bêdengiya navnetewî û mirovî de têne kirin. li ser kiryarên qirkirina xwezayî û mirovî yên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve tên kirin; nêzî 7 sala ye derbas dibin. Herî dawî ji aliyê komên Çeteyên ku li gundê Kaxrê ya navçeya Mabata ya Efrînê dimînin di 15 ê Îlonê de destdirêjî li jinên gund yên ku nerazîbûna xwe li hember ferizkirina baceyan li ser wan dane raberkirin de kirin. Ev yek bi sala ye bi vî awayî tê berdewamkirin bi tayvbet bi nêzîkbûna demsala rakirina zeytûnan de komên çeteyan bi zagon û fermanên nû û kiraptir hewla destdanîna li ser berhemên gel bikin yan jî baceyên giran li ser wan feriz kirin. Di encama vê destdirêjiyê de bi dehan ji jinên Kurd lêdan xwarin û birîndar bûn. Bê guman ev bûyera di nava cîhanê de dengvedaneke mezin avakir û bang li raya giştî hate kirin ku rê li pêşiya qirkirina gel û kiryarên dagirkeiryê di Efrînê de bigrin.

Koçberên Efrînê û gelê Gundê Kaxrê bi taybet yên ku li herêma Şehbayê dimînin li hember van cûcan daketin qadan û bi heman armancê kiryarên dagirkeiryê şermezar kirin. têkildarî sûc û kiryarên dakirkeriyê jinên Efrînê yên bi navê Ebyet Şewket Elî û Birîvan Elî ji rojnameya me re axivîn.

`Bi zihniyeta ku li ser tunekirina jinê hatiye avakirin, destdirêjî li jinê hate kirin`

Ebyet Şewket yek ji hemwelatiyên gundê Kaxrê ye anî ziman ku bûyera li dijî jinên Kaxrê hatiye kirin bûyereke dijî îradeya jinê ye û wiha got: “Bi armanca pelçiqandina îradeya gelê Kurdê di Efrînê de, zêdetirî 6 sala ye komên çeteyan destdirêjiyê li ser jinên Kurd dikin. di bin zextê de devê gelê Kurd hatiye girtin û ji tirsa çeteyan re gel bê çare dimîne û banga mafê xwe nake. Komên çeteyan û bi taybet ya Emşata dest danîne ser hemû milkên me, berhemên zeytûnan ji xwe re dibin û mirovên me li wir jî nikarin xwedî li milkê me derkevin. Komên çeteyan bi darê zorê ji miletê gund pere û baceyan dixwazin. Di vê bûyera dawiyê de ya li hêrsa jin û gelê gund derxistiye holê tê dîtin ku bêdengiya li hember sûç û neheqiya ku tê kirin gihiştiye kîjan astê. Milet li hember van kiryaran êdî nikare bêdeng bimîne, ji lewra jinên gund derketin qada. Zihniyeta komên çeteyan ya li ser esasê tunekirina jinê hatiye avakirin, di destdirêjî û lêdana bi dehan ji jinên temen mezin hate derketin. ev yek nîşan dide ku bûyera ku hatiye rûdan di asta yekemîn de li dijî têkbirin û tepisandina deng û îradeya jina Kurd e”.

`Ger îro jinên Efrînê derketin, wê sibê gel tavahî be”

Her wiha Ebyet di berdewamiya axaftina xwe de ev diyar kir: “Bila jinên Kurd di Efrînê de nebêjin ku ew bi tenê ne û wê dengê wan negihîne tu cihî. Ne bi zext, lêdan, tecawîzkirin û dorpêçkirina gundan, tu carî wê rastiya ku di Efrînê de tê jiyan kirin neyê veşartin. Ger îro li gundê Kaxrê jinan nerazîbûna xwe nîşan dan ev tê wê wateyê ku wê di rojên pêş de qêrîna gelê Efrînê li hember hovîtiya tê kirin bê derketin. em hemû li hember jinên Efrînê berpirisyarin, û emê ji hawara jinên Efrînê re bibin hêz û xwedî lê derkevin”.

Şerme ji bêdengiya navnetewî re

Jina bi navê Birîvan Elî  bal kişand ser bêdengiya navnetewî û wiha pê de çû: “Di dirêjahiya 7 salan de li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan di Efrînê de û bi taybet kiryar û sûcên ku derheqê jina Kurd de hatine û tên kirin de, raya giştî û tavahî rêxistinên jin yên navnetewî ker û lal mane. Hemû bê heqiya ku di wir de tê kirin hatine belgekirin û bi milyonan ji gelê Kurd û jinên azadîxwaz daketin qadan û banga bidawîanîna van sûcan kirin. Her çendî bang li tevger, rêxistin û raya giştî hatiye kirin ku destwerdanê li herêma Efrînê bikin û rewşa gel ji nêz ve bişopînin, lê ev yek bê encamp maye. Gelo armanc ji vê bêdengiyê çi ye? rawe kirina dagirkeriyê û qirkirina etnîkî ye!

Em bang li rêxistin û aliyên têkildar dikin ku êdî şerme ji bêdengiya we re, xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe li hember mirovahiyê derkevin. Baweriya me bi hebûn û îradeya gelê Kurd heye ku wê muheqeq vegera li Efrînê û bidawîkirina dagirkeriyê wê nêz be”.

Post Views: 56
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.