Nivîskar Awad Ehmed Sultan diyar kir ku divê ji bo azadiya Ocalan li Kurdistan û cîhanê çalaki bên berfirehkirin û got; “Ocalan sembola azadiya gelane û dewleta Tirk bi tecrîdê mafê gelê Kurd binpê dike.”
Nivîskar Awad Ehmed Sultan li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku divê dewleta Tirk tecrîdê bidawî bike û got, “Ocalan di çareserkirina pirsgirêkên herêmî û netewî de xwedî bandorek mezine.”
Ehmed Sultan wiha got, “dewleta Tirk divê rê bide ku hevdîtinên li gel Ocalan pêk bên. Tecrîdkirina Ocalan nîşan dide ku Ocalan çiqas xwedî bandore di çareserkirina pirsgirêkên herêmî û netewî de. Qutkirina peywendiyên Ocalan li gel derve li xwe mikurhatina dewleta Tirke ku nikarin pêşi li fikrên Ocalan bigirin.”
OCALAN SEMBOLA AZADIYA GELAN E
Awad Ehmed Ocalan weke sembola azadiya gelan pênasekir û wiha dewam kir; “Ew gelên ku heya niha bindestin û mafê wan hatine xwarin, azadiya xwe di fikrê Ocalan de dibînin. Ji ber vê çendê tecrîdkirina Ocalan, biçûk xistina mirovahî û biçûk xistina netewa Kurde.”
Awad diyar kir ku CPT erka xwe pêknaye û got; “Ji ber ku sîstemek dîktatorî heye û hemû yasayan binpêdike û rêz ji mirovahiyê re nagire.”
Di dawiyê de Awad Ehmed got; “Gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan çi ji destê wan tê divê bikin. Divê çalakî li hemû Kurdistan û welatên cihanê bêne lidarxistin û divê civaka navnetewî ji rewşa Ocalan bê agahdarkirin.”…ROJNEWS