Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî dewleta Tirk wê têkoşîn xurt bibe

16/08/2018
in Uncategorized
A A
Li dijî dewleta Tirk wê têkoşîn xurt bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Cemîl Bayik diyar kir ku wê dema li pêş bibe demek ku li Kurdistanê têkoşîn pirralî tê kirin. Bayik ev têkoşîn ji bo Kurdan weke têkoşîna man û nemanê bi nav kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa dawî ya hevpyevîna xwe de ku ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî, bal kişand ser têkoşîna serdema nû ya li dijî dewleta Tirk.

Bayik işaret bi dagirkirina Efrîn, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, qirkirina li dijî Êzîdiyan kir û got, “Ev êriş nîşan didin ka ruhê 15´ê Tebaxê çiqasî girîng û pêwîst e. Dewleta Tirk çawa di Şerê Cihanê yê Yekem de Ermenî qirkirin, niha di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyem de dixwaze Kurdan qir bike. Ji ber vê yekê van êrişên dijwar dikin. Di qonaxa em tê de Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn yan wê jiyana xwe ya azad û demokratîk bi dest bixin, yan jî di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyem de ku hevsengiyên nû pê peyde dibin, bibin miletekî têkçûyî û di sedsala 21´ê de bikevin ber qirkirinê. Ev têkoşîneke man û nemanê ye.”

Bayik bal kişand ser hêza Kurdan a ku derfeta gihiştina jiyana azad û demokratîk peyde bûye û wiha got: “Sedema evqasî giranbûna êrişan, ew e ku Kurd di her warî de xurt dibin û di sedsala 21´ê de bi xisleta xwe ya azadîxwaz û demokratîk bûne miletekî pêşeng. Di vê pêvajoyê de helbet bi bikaranîna hemû derfetan, bi fedakariya di asta herî jor de, em ê têkoşîna di şertên herî zehmet de bidin ber çavên xwe, li çar pearçeyên Kurdistanê û Tirkiyê têkoşînê xurt bikin.

Dewleta Tirk niha hewl dide statukoya mêhtinger a qirker li ser piyan bigire. Ew ne tenê statukoya li dijî Kurdan li ser piyan digire, ew di nava berxwedan û êrişeke paşverû de ye ku hewl dide tevahiya paşverûtiya Rojhilata Navîn li ser piyan bigire.”

TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN

Bayik girîngiya hevgirtina hêzên demokrasiyê jî wiha îfade kir: “Hêzên azadî û demokrasiyê heger têbikoşin, têkoşîna xwe hevpar bikin, di dawiya Şerê Cihanê yê Sêyem de wê ne tenê Kurdistan azad bibe, Tirkiye demokratîk bibe,  tevahiya Rojhilata Navîn bigihîje jiyana azad û demokratîk.”

Bayik diyar kir, dewleta Tirk naxwaze Sûrî demokratîk bibe, Îran bi îstîqrar bibe û got: “Em ê di dema li pêş de li dijî dewleta Tirk têkoşîna hevpar a gelan bi pêş bixin, lewma dewleta Tirk ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn notirnavê paşverûtiyê ye. Ew ne tenê dijminê gelê Kurd e, ew dijminê hemû hêzên demokrasiyê ye. Dema li pêşiya me wê bibe dema li Kurdistanê pêşketina têkoşîna pirralî.”

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.