Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Jîna Emînî, sembola şoreşa Jin-jiyan-azadî re

25/09/2024
in Uncategorized
A A
Ji Jîna Emînî, sembola şoreşa Jin-jiyan-azadî re
Share on FacebookShare on Twitter

Kakşar Oramar

Li Kurdistanê gelê Kurd, gelek caran tevkujî dîtine û pir êş û azar jiyan kirine. Ji serdema Sefewîyan heya roja îro dewleta Îranê ya dagîrker tenê bi zimanê kuştin, dûrxistin û tundiyê bingeh girtine. Gûherandina demografîya Kurdistanê û qetilkirina pêşengên doza Kurdistanê ne guhertine. Lê herî dawiyê ji sala 2022’an de, şoreşa JIN-JIYAN-AZADÎ bû jiyaneke nû ku ser şopa jina bi navê JÎNA EMÎNÎ.

Deskeftîya herî giranbûha a vê şoreşê hatiye dest xistin eve;

Jinên Îranî çawa xetên sor yên çarşefa reş derbas kirin? Ti kes nikare erkan ji kesên din re bide diyarkirin û mafê azadiya rêya hilbijartinê ji dest bide. Di vê mijarê de kî kîjan cil û berg jî dike berxwe, mafekî xwezayi ye. Lê li Îranê ji sala 1979’an û pê de ew maf ji xelkê hatine standin û qedexe kirin. Lê ji roja 16’ê Îlonê û pêde rewşa çarşefê li hemû seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê venagere beriya sala 2022’an. Bi berdelên giran û  re êdî gelek jinên azadîxwaz dibêjin: “Em ber bi paşve venagerin û êdî binavê exlaq û namûsê xwe naspirin daxwazên saziyên olî yên rejima Îranê…“.

Du sal li ser şoreşa Jin Jiyan Azadi de  derbas bûn û êdî bûye çeperekî nû yê xebatê. Xebat li dijî dîktatorên ku neçar man xwe mikûr bên, bi hebûna gelê Kurd ji bona wan xeterî ye. Min xwest li Kurdistanê bigiştî û bitaybetî li rojhilatê Kurdistanê salroja wê şoreşê bibînim û piştre vê nivîsê binivîsim û bi we re parve bikim.

Hezaran kes hatin girtin û birîndarkirin, hezaran kes neçar ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê koçber bibin. Çalakvanan qêriyan:“ Tehran bibe Kurdistan, Îran bibe Gulistan“ tirseke mezin xistin nava dilên dagirkeran. Di nav dilê rasîstên Îranî û dîsa Kurd weke“ cudayîxwaz“ binav kirin. Şoreşa Jin-jiyan-Azadî di sed salên derbasbûyî de yekemîn car bû ku bi destkeftîyên mezin re êdî bû bingeha hinek gûherandinên ku careke din yê venegere sala 2022’an.

Ev şoreş bû sedem ku heta Komara paşverûtîya Îranê jî cihekî bilindtir bide hinek jinên girêdayî pergala xwe a rêveberiyê ku salên berê karên wihaji rêzê dikirin. Em piştî sala 2022’an şûnda, wêneyên cuda li Tehran, Sine, Kirmaşan, Isfehan û hemû herêm û bajarên din yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat dîtin.

Careke din hişa dîrokî di serê Kurdan de ruheke nû a ‘Berxwedan jiyane‘ ava kir û bi bîra dagîrkeran anî ku em ji mirin û tevkujiyên wan mezintirin.

Van rojan em dîmenên tije tirs ji hêla rayedarên Îranî ve dibînin ku rûberê mezinbûna serhildana Jîna Emînî dibînin. Gef û zextên dewleta paşveroya Îranê ne tenê di nava sinorên welat de belkî li derve jî zêde û îsal zêdetir jî bûne. Di vê qada tije agir, girtin, kuştin, birîndakirin û xebata li dijî rejîma îslamî dîsa bedîlên herî giran Kurdan pêşkêş kirin. Dîsa jin û keçên Kurd pêşengên vê doza demokratîk bûne. Dengê jinên Kurd gehişte Hindustanê jî û vê yekê kir ku raya giştî a cihanê bêtir li ser xebata jinên Kurd bisekine.

Di salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadi’ de serokkomarê Îranê Dr. Mesûd Pizişkiyan çû Îraq û başûrê Kurdistanê. 14 girêbestên siyasî, aborî û ewlehîyê bi desthilatên li Bexda û Hewlêrê re îmzakirin. Dîsa li dijî xebata Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hevdîtinên bi rayedarên PDK û YNKê re hebûn. Li dijî vê serlêdanê saziyên sivîl û hemû partiyên siyasî bang Kurdan kirin ku di salwegera wê şoreşê de li Rojhilatê Kurdistanê dest bi çalakbûnê bikin.

Rêxistinên kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê( HDK-Îran, Komale, PAK û yên din ji xeynî PJAK’ê) ku zêdetirî 30 salane bi daxwaza xwe ketine kampên izolasiyonê. Niha bûne amrazên peywendiyên siyasî-ewlehî di navbera Îran, Îraq, desthilata Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de. Bi vê siyaseta çewt û bêstratejiyeke dûrbînane û Kurdistanî re sal ji sala berê zêdetir gel ji wan dûr ket. Êdî gel kete ser rêyeke din a xweparastinê û dewletê jî piştre zanîn ku pirsa Kurd“ li Îranê xwedî dîrokeke tije xwîn û berxwedan a sedan salên berê ye. Di vira de rayedarên Îranê taybetmendiyeke Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji bîr kirine ku ew jî eve: Hêza Kurdên di nava sinorên siyasî ên Îranê de zêdetir ji a hemû partiyên siyasî ye ku ew jî “hêza gel”e. Yanî dîsa her ew bûn ku şoreşa Jin-Jiyan-Azadî bêhevkariya wan rêxistinên siyasî berpa kirin. Hêza ku van rojan di du saliya wê şoreşa mezin de dîsa Tehran û Enqerê lerzandin û tabloyekî nû yê wê dîroka tije şer û serhildan bi bîra wan anî. Beşdarîkirin di hilbijartinekê de hingî sûdmende ku encameke baş bixwe re bîne. Gelo Kurdan bi vê şoreşê re gavên nû di hilbijartina xwe de hilanîn an ne? Ev şoreşa ku li gor nêrîna desthilata totalîter vemiriye lê ev wê rastiyê baş dizanin ku“agirê bin xûliyê” yê dîsa gûrtir ji berê germahî û ronahiya xwe belavî her derê bike. Gelê Rojhilatê Kurdistanê dê hertim li ser şopa Jîna Emînî de bi meşe.

Post Views: 58
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.