Ragihandina Êzidîxanê diyar kir ku wê gelê Şengalê li hemberî êrîşan gav paş de navêje û heta dawiyê wê têkoşînê dewam bike.
Derbarê êrîşa hewayî ya ku duh li ser Şengalê çêbûye, Ragihandina Êzidîxanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
ʺBalafirên şer ên Tirk di roja 15’ê Tebaxê 2018’an de êrîşeke hewayî li ser Şengalê pêk anîn. Ev êrîşa ku pêk hat, rûyê tarî yê dewleta faşîst a AKP’ê careke din nîşan da. AKP`ê ya ku desthilatiya xwe li ser şer û xwînê avakiriye, dest da destên DAIŞ’ê xwest di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî qirkirinê pêk bîne. Bi vê qirkirinê, bi fermana 73’yan xwestin gelê me yê Êzidî ji dîrokê tune bikin. PKK, YPG, YBŞ ku li dijî vê qirkirinê sekinîn, hemû derfetên xwe seferber kirine û pêşî li vê qirkirinê girtine.
Komkujiya ku di 15’ê Tebaxê 2014’an de li gundê Koço pêk hat, buye weke berdewama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û weke encam travmayeke gelek giran e. Bê ku bêjin jin, mêr, kal, pîr û zarok komkujiya ku li gund pêk anîn hema bêje kes bi saxî jê rizgar nebû, jin dîl hatin girtin, hejmara kesên Êzidî ku jê rizgar bûn jî ji hêjmar tiliyên destan derbas nekir.
Di salvegera 4’emîn ya fermana 73’yemîn de dewleta faşîst a Tirk ku careke din êrîşeke hewayî pêk anî, ya ku bi fermana 73’yan nikaribûn pêk bînîn, xwestin di salvegera komkujiya Koço de bikin. Ev êrîş, weke perpitînên dawî yên dewleta AKP’ê ye ku ber bi tunebûnê ve diçe. Weke gelê Şengalê û civaka Êzidî em diyar dikin ku em ê li hember van êrîşan gav paşde neavêjin û heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.ʺ