Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nifşên wêjeyî.. nakokî lê rêzgirtin.?

25/09/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Di hemû qadên jiyanê de carê nakokiyên di navbera nifşên mirovan de rû didin, ev nakokî dibe ku der barê şêwe û awayên jiyanê debin, yan der barê nêrîn û boçûnên bîrodozî û ramyarî bin. Ji nava qadên ku pêwîste bêtir dostane û têgihîştî be, qada wêje û afirînerîyê ye. Di vê qadê de jî pir caran tengezarî û arîşeyên derûnî di navbera nifşan de derdikevin, di navbera nifşê mezin û xwedî ezmûn, û nifşên ciwan û destpêkê ku gavên xwe yên pêşî li ser rêya wêjeyê û afirîneriya peyvê davêjin de.

Nifşê wejeyî çi ye?… Li gorî hin pênaseyan ew kom yan nifşê daner û nivîskaran ê ku hin bîrwerî û baweriyên bîrdozî û şêwazên hunerî di demeke diyarkirî de wan dighîne hev e. Ev dem jî dibe ku 15 sal yan zêdetir bin. Taybetmendiya koma nifşê wêjeyî ew e ku, ew kesên bi temenê xwe nêzî hev in, kesên ku bîr û bawerî û boçûnên wan yên ramyarî û jiyanî û civakî nêzî hev in, bi hev de re dijî, yan jî bi hev re bûyereke dîrokî civakî yan siyasî yan ramyarî ya  bi bandor derbas kiribin.

Hin ramyar û zanyar dibêjin ku nakokiya nifşên wêjeyî diyardeyeke sosyokulturî ye, ev nakokî dema raman û şêwazên wêjeyî di navbera du an çend nifşên wêjeyî yên cuda de têne guhertin çêdibe, bi giştî di navbera nifşê kevin û nifşê nû yê nivîskar û rewşenbîran de çêdibe. Ev nakokiya wêjeyî ya di navbera nifşan de bi sedema  veguhertinên serdemê pêk tên, ji ber ku wêje jî bi guhertinên civakî û çandî bandor dibe, ev guhertin dibe sedema guhertina mijar û awayên nivîsandinê û nirxên wê yên bedewiyê di navbera nifşên cihê de. Nakokî dibe ku ji ber guhertinên ziman û bikaranîna wî ya di navbera nifşan de çêbibe, ev jî bandorê li şêwaza nivîsandinê û nêzîkatiyên rexneyî yên li berhemên wêjeyî dike.

Ta niha, di civaka wêjeyî ya Kurdî de diyardeyeke wiha bi bandor rû nedabû, ango me nebihîstibû ku genşeyek yan nakokiyek di der barê mijarên wêjeyî û şêwe û nêrînên hunerî de di navbera nifşên wêjevanan de rû daye. Carna hin nakokiyên wiha di navbera heman nifşî de rû didan, ew jî bi bandora guberînên ramyarî yên cîhanê çêdibû. Guherînên ku salên dawiyê li Rojava çêbûn, rê li pêşiya beşdarûneke berfereha ya ciwanan vekir di qada wêjeyî de, bi taybet nifşên ku ji dibisitan û peymangeh û zanîngehên Kurdî derçûn û têra xwe agahdarî wêjeya Kurdî bûn û her wiha agahdarî şêwe û derbirînên nû yên afrêneryê bûne. Ev nifş di hêla wêjeyî de guherîn û afrêneriyeke cuda û nûjen çêdikin. Di dema nêzîk de bi rêya pêşbirkeke di warê helbestê de nifşên cuda yên afrêner û daneran hatin kêleka hev û li hember hev. Di encamê de sê xelatên pêşbirkê bûn para helbestvanên ciwan. Lê vê encamê bi xwe re nakokiyek derxist ku piraniya kesên nerazî bûn ji nifşên helbestvanan ên mezintir bûn.

Her çiqas navê vê rûdanê nakokî be jî, lê li gorî pêşveçûna demê diyardeyeke baş e, dê bibe sedem ku der barê awa û şêweyên afrêneriya wêjeyê de geneşeyên berfereh çêbibin, di encamê de dê her nifştek karibe nirx û baweriyên xwe biparêze û rêzê bide nirxên nifşê din.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.