Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo avakirina xwendekarên aktîv û xwedî zanist gavên mezin tên avêtin’

25/09/2024
in Uncategorized
A A
‘Ji bo avakirina xwendekarên aktîv û xwedî zanist gavên mezin tên avêtin’
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Hevseroka Desteya Perwerdê û Hindekariyê li Kantona Efrîn û Şehbayê Henea Kalo diyar kir ku  li kantona Efrîn û Şehbayê  Desteya Perwerdeyê sala xwendinê ya nû bi hêz û vîneke mezin xwendekarên xwe pêşwazî dike.

Desteya Perwerdê û Hindekariyê li Kantona Efrîn û Şehbayê bi hatina sala nû ya xwendinê 2024-2025 deriyên dibistanan vekirin û xwendiekar dest bi gavên destpêkê yê xwendinê kirin.

Girêdayî rewşa herêmê û amedekariyên Desteyê ji sala xwendinê re bi giştî li Kantona Efrîn û Şehbayê Hevseroka Desteya Perwerdê û Hindekariyê Henea Kalo pirsên rojnameya me persîv dan.

Di sala nû ya xwendinê de hûn weke deste çiqas amede bûn di pêşwazîkirina xwendekaran de û heyanî niha  hejmara dibistan û şagirtan çiqas e?

Di oxira mezinkirina şoreşa zimanê dayîkê de bedelên giran û buha hatin dayîn da ku em bigihînin vê astê. Çima em dibêjin perwerde û ziman helbet ji ber Ziman hêman û nasnameya yekemîn ya kombûna civakan e. Li ser vê esasî xwe perwerde dike û pêşxistinê di civakê de dide avakirin.

Me jî deriyên sala xwendinê ya 2024-2025’an vekirin, bê guman zehmetî û nebesiyên sala par hebûn, ji ber rewşa herêm û cografiya ku em tê de jiyan dikin hinekî cuda ye. Helbet ji bo pêşwazîkirina sala nû li gorî derfetên di destên me de me xwest em hin guhartinan di dibistanan de bidin avakirin. Di encama şerên giran yên ku herêma Şehbayê tê re derbas bûbû, hejmareke mezin ji dibistanên me kaxil bûn û hinek jî nîv rûxandî bûn, her wiha hin dibistanên me ji ber rewşa herêmê mal bûn ne dibistan bûn, her wiha hin pelçîmkirin, çêkirina derî û pencereyan, anîna daniştekan û boyax kirina dibistanan hebûn. Ev kar di aliyê xizmetguzarî de ji bo pêşwazîkirina xwendekaran di dibistaneke xweşik û boyaxkirî de tê de xwendina xwe bikin de; hatin kirin. Ji be em bixwazin nexwazin cihê ku şagirt tê de dixwînin bandoreke mezin li ser derûniya şagirt dike, li cihê ku dibistaneke wêrankirî de fêrî zanistê bibe, me hewil da em vê yekê piştî 7 salan ji koçberiyê derbas bikin.

Bi taybet dibistaneke me li navçeya Fafînê hebû bi rastî ne cihê xwendinê bû, di zivistanê de pir zehmet bû, her wiha di tewriya fêrbûnî de deng û tevgera şagirtan bandor li ser refan dikir, ji lewra bi temamî weke avahî hate nûkirin. Bi giştî piştî çeksazkirina hin dibisatan 61 dibistan hene û hejmara xwedekarên ku heyanî niha xwe tomar kirine 13 hezar xwendekar e.

Xwendekar li ser çi bingehê têne perwerdekirin û pilansaziyên we di betlaniyê de ji bo mamosteyan çi bûn?

Belê, niha li gorî modêla Rêveberiya Xweset û sîstema modernîteya demokratîk ji bo avakirina kesayetekî xwendekar ya aktêv û xwedî zanist, di sala par de sîstema nirxandinê hate pjirandin û kete meryetê, bê guman weke modêleke nû û cara yekemîn di cîhanê de xwendekar li ser esasê jêhatîbûn û nirxandinê wê derbasî ezmûnan bibe û bi ser bikeve tecrûbeyeke nû bû û ji bo malbat û xwendekaran hinek zehmet bû. helbet armanca ji vê yekî ne ku em giraniyê bidin ezberbûnê û em derbasî ezmûneke ku çarenûsa xwendekar diyar dike bikin, armanc ew e ku em asta têgihîştin, analîz û kêkolînê li gel xwendekar xurt bikin, xwendekarên me jî wê îsal bi derbasbûna mînhaca nû re wê li ser vê esasê bêne nerwede kirin.

Di aliyê mamosteyan de jî ev weke gaveke nû bû, di destpêka batlaneyê de akedemiyên taybet ji bo vê sîstemê hatin vekirin, her wiha rêziknameyên dibistanan, felsefeya xwendinê, erk û pîvanên mamoste û xwendekaran çi ne hatin dayîn.

Ji bo ku sîstema nirxandinê tam bê rûnişkandin, û perwerdeya xwendekar tenê li ser mile mamoste û şagirt nemîne, di sala nû de meclîsa malbatan wê bêne avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku malbat xwe li hemb er perwerdekirina zarokên xwe; xwe berpirisyar bibînin. Di her navşeyekê de wê ev meclîs bê avakirin û ji wan malbatan wê du berdefkên wan derkevin tevlî meclîs ango komêna dibistanê bi mamosteyan re bibin. Tê de wê nîqaş, rexne û nêrînên xwe bi fermî bidin.

Li rex dorpêç û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê, xwendekarên Efrînê zêdetirî 6 salan ne bi îsrar perwerde dibin, hûn vê salê çawa dinirxînin?

Belê, rewşa herêmê di aliyê leşkerî û jiyanî de ber bi çav e, her ku temenê koçberiyê li vir dirêjtir dibe jiyana gel jî zehmetir dibe. Bi taybet êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên ku rojane sivîl û herêmê bi gelemperî digire hedef bi hovane tên berdewam kirin. her wiha dorpêça Hikumeta Şamê ya ku hemû aliyên jiyanê û derfetên gel astangdar dike, bi serê xwe siyaseteke ji bo têkbirina îradeya gelan ya ku ji 7 salan ve tê berdewamkirin. Bê guman ev hemû bandora xwe li ser derûnî û kesayeta xwendekar dikin, lê belê îsal bi taybet ev bû 3 heftene dibistan hatine vekirin, bi rastî jî dema em derbasî dibistanan dibin em hêza îradeyê û vîna hezkirina ji zanist û xwendinê re di rêûresmên rûyê wan de dibînin.

Bi xwendina Sirûda ey Reqîb tê dîtin ku rûxmî hemû êş û şertên zehmet yên jiyanê çiqas bi hêz û hezkirin in ji bo biserxistina şoreşa zimanê dayîkê, soz dana şehîdan û şoreşê ku ewê di vê xetê de berdewam bikin, bi kurtasî mirov dikare vê bibêje amedebûna wan berdewamkirina têkoşînê ye.

Zehmetiyên bingehîn yên ku hûn weke desteya perwerdê rû bi rû pê re dimînin çi ne?

Bi rastî weke desteya perwerdê di aliyê peydakirina pêwîstiyên dibistan û xwendekaran de em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. herêma Şehbayê ne xwedî derfeteke ewqas mezine ku çapxaneya wê hebe da ku em pirtûkên nû ji xwendekaran re çap bikin. Bi avakirina hin guhartinan di minhaca xwendinê ya refa 1-4-7- 10 de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, sala par ji ber dorpêç û siyaseta Hikumeta Şamê me nikarî ew pirtûkên nû derbasî herêmê bikira, ji lewra em mecbûr man li gorî mînhaca ku di destê me de em fêrbikin. Bi giştî hejmara pirtûkan li herêmê pir kêm e, mamoste waneyan dide xwendekar û xwendekar jî bi riya nivîsandinê wane û mabetên xwe dixwîne û xwe amede dike. Lê ev yek ne mumkîne wisa bê berdewam kirin, ji ber  hebûna pirtûkê di destê xwendekar de cudayî ku tenê ji tiştên di dibistanê de wergirtine bixwîne.

Di aliyê rewşa malbatên me de, her sal em hewildidin ku qirtasiyên xwendinê li ser xwendekaran belavbikin. Ev qirtasî bi zehmetî tên peydakirin û derbaskirin. Îsal heyanî niha hêj derfet nehatiye peydakirin ku em pêwîstiyên xwendekaran di aliyê qirtasiyan de peyda bikin. her wiha ji ber teybetmendiya herêmê û rewşa gel sîstema Yek Cil li ser xwendekarên Efrînê nehatiye ferizkirin.

Her wiha di milê pêwîstiyên dibistan û fêrgehan de heman pirisgirêk û astengî hene, li herêmê kargehên ku pêwîstiyên xwendinê amede bikin nîn in, dema em bixwazibin van pêwîstiyan derbasî herêmê bikin, dewlet yekser dibe asteng û nahêle ku derbas bibin. Ji ber van siyaset û polîtîkeyan em bi zehmetiyên wisa re her sal dimînin.

Peymangeha Şehîd Viyan Amara ji sala nû ya xwendinê re xwe çawa Amed dike, fakulte û hejmara xwendekarên wê çiqas e?

Di herêmê de yek peyamngeh hatiye vekirin ew jî ya Ş. Viyan Amara ye, peymangeh bi fakulteyên xwe yên weke (mamostetiya refê, Wêje û zimanê Kurdî, bîrkarî, Wêjeya Erebî, fîzîk û kîmiya û zimanê Îngîlîzî) tê naskirin. di sala par de 57 xwendekarên peymangehê derçûn û di dibistanên herêmê de dest bi mamostetiyê kirin. îsal wê di heyva 10 de deriyên xwe vebike û heynê niha zêdetirî 200 xwendekar hatine tomar kirin û li gorî wê amedebûyîn tê kirin. Îsal yek ji pirojeyên me ew bû ku em beşa Bîrkarî li ser zêde bikin, heyanî niha hejmareke baş xwendekara xwe tê de tomar kirine.

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.