Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvegera rizgarkirina Minbicê bi coş hat pîrozkirin

16/08/2018
in Uncategorized
A A
Salvegera rizgarkirina Minbicê bi coş hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Pêkhateyên Minbicê salvegera duyemîn ya rizgarkirina bajarê xwe bi coşek mezin pîroz kirin.

Pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê bi tevlêbûna bi hezaran şêniyan û şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyê li qada dibistana Xesaniya hate lidarxistin.

Bi munasebeta salvegera rizgarkirina Minbicê di pîrozbahiyê de li ser navê partî û rêveberiyan axaftin hatin kirin.

EMÊ DESTKETIYAN BIPARÊZIN

Di pîrozbahiyê de, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û wiha axivî: “Di vê roja dîrokî de, roja serkeftina xêr li  hemberî tarîtî û şer. Roja ku gelê Minbicê derbasî pêvajoyeke dîr

okî bû, pêvajoya azadî û xwe rêveberinê bajarê Minbicê azad bû.”

Hesen wiha dewam kir, “We ji cîhanê re got: Em gelê Sûriyê bi hemû pêkhate, ol û mezhebên xwe yek in û li hemberî her xeteriyan bi hev re têkoşînê dikin. We ji dost û dijminan re got binerin çawa me Minbic ji hêzên tarî rizgar kir. Em ne tenê rizgar dikin û diparêzin, di  heman demê de em yekitiya hemû pêkhateyan diparêzin. Wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê em bi we serbilind in û tekez dikin ku em ê layîqê xwîna şehîdan û gelê xwe bin.”

RÊVEBERIYÊN ME BI SER KETIN

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebid El-Mihbaş jî di pîrozbahiyê de axivî û got: “Rêveberiyên me yên sivîl bi ser ketin. Minbic bi xweşikbûn û pirrengiya xwe salvegera rizgarkirinê pîroz dike. Divê em ji bîr nekin ku sîwana me MSD‘ê dara dayînê ye û dê piştgiriya xwe siyasî û madî û manewî bi rêveberan re bi domîne. Em ji gelê xwe yê Efrînê re dibêjin ku serkeftin nêzîk bûye û wê Sûriyeke demokratîk, pirreng û ne navendî ava bibe.”

Seroka Meclisa Jin a Minbic û gundewarên Meha El-Elî salvegera rizgarkirina Minbic pîroz kir û banga parastina destkftiy

ên şehîdan kir.

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Bekir Cerada jî got: “Minbic ji ber xwedî liderketina li fikirê netewa demokratîk li Sûriyê û Rojhilata Navîn bûye mînak û dê bibe ronahiya riya Sûriyan  a ber bi Sûriya demokratîk ve.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî hemû cangoriyên azadiyê bibîr anî û diyar kir ku bi saya wan Minbic azad bû.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wî Farûq El-Maşî jî ev tişt got: “Di dema ku li vir pîrozbahî tê lidarxistin de, AKP Şengalê bombebaran dike, îro dîsa rûyê xwe yê rast aşkere dike.”

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid jî wiha axivî “Rêveberiya Xweser heqîqeta îradeya gelê azadîxwaz e. Em xwediyê aşîtiyê ne, mafê me yê rawaya ku em paras

tina xwe bikin. Wekî din em spasiya Koalîsyonê dikin û ji cîhanê re dibêjin ku tiştekî kesî gel me nine, ji ber ku me parastina tevahî cîhanê kir.”

Bi navê ciwanên Minbicê Esma Remo jî wiha got: “Minbic bi xwîna ciwanên me rizgar bû, rola ciwanan di avakirina Minbicê de girîng bû.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê hejmareke sazî, şandeyên, “Herêma Cizîrê, Kobanê, Girê Spî, Dêrazor, Tebqa, Reqa, Eyn Îsa,  Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hindrîn, ragihandin û Mala Birîndaran” xelat kirin.

Di dawiya şahiyê de komên Ereb, Tirkmen, Çerkez, Kurd jî stran gotin û govend gerandin.

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.