Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sara û Rûken; Erşê dijmin hejandin

25/09/2024
in Uncategorized
A A
Sara û Rûken; Erşê dijmin hejandin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di 26’ê Îlona 2022`an de, du Gerîlayên fedaî Sara Goyî û Rûken Zelal, li hemberî navenda polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mersînê ya li Tirkiyê çalakiyeke fedaî kirin, ev çalakî bersiva li zextên li zindanan, komkujî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî Gerîlayan bû.

Dijminê kujer bênavber xwînê dirjîne. Faşîzm mirinê tîne û dixwaze her tiştî tine bike û bi êrîşa li dijî  nirxên ku li Kurdistanê ji nû ve hatine avakirin, êrîşî jiyana azad dike, mirovahî, çand, ziman, reng û olan dike hedef. Lewra du jinên bedew û leheng, careke din ji bo tola hevalên xwe yên ku ji bo azadî û parastina Kurdistanê şer dikin û li dijî wan bombe û çekên kîmyawî tên bikar anîn hilînin, ya herî girîng jî, ji bo dawî li zilm, dîlgirtin û işkenceyên giran ên li zindanan bînin, bi taktîk û teknîkekî jêhatî di cihek ku dijmin qet çaverê nedikir çalakiya fedaî pêk anîn.

Rûken û Sara bûne canfidayê gelê xwe

Di şeva 26’ê Îlona 2022’an de, li ser navenda polîsan a li Mezîtlî ya Mersînê Şehîd Sara û Rûken bi wêrekiyeke mezin, bi xwe bawer, bi xwînsarî û bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin de çûn û ruhê fedaîtiyê nîşan dan û dewleta mêtinger şoq kirin. Ev çalakî bi rê û rêbazeke ku hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst bi ti awayî pê nehesiya û jê fêhm nekir. Berxwedêrên bê hempa Sara û Rûken bi tivingê karîbûn bikevin bin pozê dijmin. Beriya ku tiştekî bikin, yekser gule li polîsên li koşka Nizamiye reşandin û piştre bi çekên lûle dirêj bi hêzên dijmin re ketin pevçûnê û bi awayekî serkeftî gihiştin armanca xwe. Herwiha di plansaziya wan de çalakiya teqemeniyê gava herî tûj bû. Nasnameya armancê bi baldarî û bi zanebûn hate çêkirin. Ew polîsên ku peywirên taybet ên wekî dabînkirina ewlehiya burokrasiya dewletê pêk tînin kirin hedef. Hedef ne hêzên pêşî yên dijmin ên ku bi awayekî rasthatinî li pêşiya wan derketine, lê komên ku ji bacên gel sûd werdigirin bûn. Serbazên têkoşer ji serî heta dawiyê, tam li gorî plansaziyê, weke tîmeke gerîlayên xweser bi planên xwe re dilsoz man.

Bi hêz û vîna xwe djimin tar û mar kirin

Şehîd Sara û Rûken perspektîfa tîma gerîla ya fedaî ya profesyonel ji xwe re esas girtin, xwe ji çiyê berdan, tora îstîxbaratê ya dijmin têk birin û bi rengekî serkeftî gihîştin armanca xwe. Gerîlayên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigrin xwe feda dikin û nirxên herî pîroz in. Ev çalakî di asta herî bilind a profesyoneliyê de bi hostatî hate plankirin ku bi ti awayî zerar negihêje sivîlan. Lehengên berxwedêr ev plana xwe bi rengekî serkeftî bi cih anîn, piştî ku bi dijmin re şer kirin, dijmin bi ser xwe ve kişandin û teqemeniyên amade kiribûn teqandin. Bi vî rengî çalakiya xwe pêk anîn û şehîd bûn. Hikumeta AKP-MHP’ê bi zanebûn dixwestin nîşan bidin ku şehîd Sara û Rûken ji Rojava hatine û çalakî kirine, lê nikarîn vê yekê tesbît bikin, ji ber Şehîd Sara û Rûken tu têkiliya xwe bi rêxistinên li Rojava re nîn bûn. Di heman demê de, wezîrê karên tawanan ê hukûmeta şerê taybet, wekî her carê bi lez û bez çû cihê çalakiyê û hewl da encamên çalakiya fedaî veşêre, lê hate naskirin ku windahiyên dijmin gelekî zêde ne û encamên çalakiyê aliyên bîrdozî, leşkerî û siyasî hejandiye.

Kurtejiyana Şehîd Sara Tolhildan

Şehîd Sara li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, li nava malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz ji dayik bû. Li xaka Botanê ya pîroz bi hişmendî û çanda Kurdîtiyê mezin bû, lê neçar ma ku di zarokatiyê de koçî metropolên Tirkiyeyê bike, li wir xebitî. Di temenê xwe yê ciwantiyê de ked nas kir, kedkarî û xebatkarî taybetmendiyên herî eşkere yê karaktera wê bûn. Tevî ku çûbû metropolan jî aqlê wê timî li welêt, çiyê û hevalên li çiyê bû û hîn di zarokatiyê de dixwest bibe gerîla. Tevî ku timî jê re dihate gotin tu biçûke nabe û tevlîbûna wê dihate astengkirin, lê gava ku dema wê hat bi însiyatîfa xwe berê xwe da çiyê û bû gerîla.

Sara rastiya jina azad kir rêgeha meşa azadiyê

Sara di sala 2009’an gava destpêkê bêhesab avêt, lê bifikir, eşq, çoş, kêfxweşî, kelecan û ji dil tevlî nava jiyana gerîla ya pîroz bû. Herwiha di sala 2010’an de cihê xwe di nava Hêzên Taybet de digirt. Di pêvajoya perwerdeya Hêzên Taybet de, ji pêşeng û damezrînerên PKK` şehîd Sara (Sakîne Cansiz) hînê çand û rêbaza jiyana PKK’ê bû, di heman demê de coş û rastiya jina azad a di kesayetiya Sakîne Cansiz de ji xwe re kir rêgeha meşa şoreşgerî. Sara piştî ku şehîd Jinda Ozgur (Nûrcan Ekîncî) nas kir ku sala 2017’an dema Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Garzanê bû şehîd ket, her timî bi heyranî da ser şopa wê.

Tovên jiyana azad çandin û di dilê xwe de kom kirin

Piştî Sara dewreya xwe ya bingehîn, perwerdeya xwe ya branşê bi daxwaz, cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih anî û bi ser xist. Yekser diyar kir ku ew amade ye çalakiya fedaî bike û pêşniyar kir, lê belê rêxistinê pêşniyara wê zû dît, lewra ji bo wezîfeyên cuda hate erkdarkirin, ev wezîfe jî ji bo xwe amadekirina ji bona çalakiya fedaî weke gavên destpêkê nirxand û heta ku armanca xwe pêk bîne, bi rengê herî çalak û baş tevlî her wezîfeyê bû. Di dawiyê de serlêdana wê ya ji bo tevlîbûna Tabûra Nemiran hate qebûlkirin û tevlî perwerdeya tabûrê bû. Li hemberî rastiya xwe, li hemberî taybetmendî û aliyên dijmin ê mêtinger ê li ser kesayetiya xwe kete nava têkoşîneke mezin. Sara di nava vê civakê de li derveyî sîstemê civakeke nû nas kir, tovên jiyana azad çandin û di dilê xwe de kom kirin. Hîn bi kûrahî bi heqîqeta Rêbertî daket. Dilsoziya wê ya bi rizgarî û azadiyê zêde bû, hêrsa li dijî dijmin mezin bû. Ziman û axaftinên Sara mîna Zîlan (Zeynep Kinaci) bû ku şopdara heqîqetê bû.

Kurtejiyana Rûken Zelal

Şehîd Rûken li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, li Qamişlo mezin bû. Bi şoreşa Azadiyê ya li Rojava, bala xwe çû ser gerîla. Bi rengekî çalak tevlî têkoşîna şoreşa li Rojava bû, lê hîn jî bala wê li jiyana azad a li çiya bû. Zanîbû ku gefa herî mezin a li dijî hebûna Kurdan, dewleta Tirk a mêtinger û qirker e û ji bo li dijî dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê şer bike, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên azad. Heman piştî perwerdeya şervanên nû, li ser bingeha pêşniyara tevlîbûna li nava Hêzên Taybet dest bi perwerdeya dewreya bingehîn kir. Ji bo tevlîbûna li nava Hêzên Taybet wiha digot: “Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav Hêzên Taybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedayî bi çalakiyên Heval Doga û Heval Zinar destpê kir. Ji ber her du heval min di jiyanê de jî nas dikir. Me bi Heval Doga re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî li heman navendê man. Sekin û tevlîbûna van hevalan bandoreke mezin li min kir.”

Bi pêşengtiya şehîdên qehreman, destan têne nivîsandin

Şehîd Rûken di hemû dewreyên perwerdeyê de, bi ser ket û tiştên hîn dibû hînî hevalên xwe dikir. Herwiha li gelek qadên cuda yên têkoşînê kar kir. Her wezîfeya ku pê erkdar dibû, ji bo xwe weke şens dît û timî dixwest çalakiya fedaî bike. Pêvajoya Siyanê ji bo Rûken demeke diyarker bû. Piştî Siyanê careke din û gelekî zêde israr kir û bi biryar pêşniyar kir ku çalakiya fedaî bike. Têkoşer Rûken bi vê gotinê pêşniyara ji bo çalakiya fedaî kir: “Her roj di pêşengtiya şehîdên qehreman de, destan tên nivîsandin. Dewletên ku ji xwe re dibêjin em endamên NATO’yê ne, îro li beramberî rêbazên me yên nû û ruhê fedaî, ketine nava pêxîrtengiyeke pir mezin. Ji ber vê ye ku bi sedan caran gazên jehrî bi kar tîne, serî li her cûre rê û rêbazên bê exlaq dide. Wexta mirov li kûraniya vê rastiya şer binêre, wê mirov bibîne ku dewleta Tirk a dagirker, çiqas ji hêz ketiye. Lê ya girîng ew e ku mirov van rastiyan baş bibîne û li hemberî vê, sekna pêwîst raber bike.

Sara û Rûken li dora heman armancê li hev civiyan

Sara û Rûken hemû zanîn û ezmûna xwe bi hev re parve dikirin. Rûken temenê wê li gorî Sara biçûk bû. Ew wekî mamosteya xwe li Sara dinêrî û Sara bi rastî, bi coş û kelecan hewl dida ku Rûken pêşde bibe, ew lênêrîna wê dike û timî mijûl hev dibûn. Sara, Rûken di şert û mercên herî giran de, berê xwe didin armancên xwe yên serkeftinê. Di van rêyên zehmet de dikevin, radibin, hêrs dibin, dikenin, diwestin, kêfxweş dibin, her tiştek di nava hev de dijîn. Bi hev re dinyaya xwe ya wateyan dihûnin û kûr dikin, ew her roj tiştekî kifş dikin, her roj ew ji bo fêrbûna tiştekî nû hewl didin û her roj ew dest bi ramanekê dikin. Ew fêrî zimanê çiyayan dibin. Ew têdigihin ku xweza, çiya, dayik e. Ew dest pê dikin ku xwe di zikê Dayikê de, ango di xwezayê de bibînin. Her çiqas nas dikin, ewqas peywendiyek giyanî bi wan re çêdibe. Ev herdû qehremanên fedekar ku qet bi hev re nemabûn, hev nas nedikirin, li dora heman armancê û sonda tolhildanê li hev civiyan.

Post Views: 100
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.