Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojava 15‘ê Tebaxê bi coş hat pîroz kirin

16/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Rojava 15‘ê Tebaxê bi coş hat pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya 34’emîn bi beşdariya bi hezarn kesî hat pîroz kirin. Bi munasebeta salvegera 15’ê Tebaxê şahiyên pîrozbahiyê hatin bi rêxistinkirin.

QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên Qamişlo bi dirûşmeya ” Bi rihê 15‘ê Tebaxê em ê şerê gelê şoreşgerî bilind bikin ku bi Rêber APO re  azad bijîn” salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê pîroz kirin.

Bi armanca pîrozbahiya salvegera 15‘ê Tebaxê, bi sedan welatiyên Qamişlo li Çerxeriya Osman Sebirî ya taxa Xerbî kom bûm û dest bi meşê kirin.

Di meşê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandar Egîd, cangoriyên azadiyê hatin hildan û bi dirûşmeyan  berê xwe dan stada 12‘ê Adarê.

Li stadê meş xwe veguherî mîtîngê .

Di mîtîngê de li ser navê Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî û 15‘ê Tebaxê li Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû kesên amade pîroz kir û got: “Pengava 15‘ê Tebaxê berxwedan û têkoşîna gelên Rojhilata Navîn zindî kir. Rihê 15‘ê Tebaxê li dijî hemû hêzên dagirker û faşist ku li ser gelan qirkirin, dikirin berivek bû. Bi zindîbûna riha 15‘ê Tebaxê em ê çar parçeyên Kurdistanê azad bikin û tecrîda li ser Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

Li ser navê Revêberiya Xweseriya Demokratîk Ekrem Tello jî 15‘ê Tebaxê li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got “Bi pengava roja vejînê re em ê berxwedana xwe xurttir bikin.”

Piştî axaftinan Komên stranan û govendan stranên xwe pêşkêş kirin û govend gerandin.

ŞÊXMEQSÛD

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi tevlêbûna sedan kesî salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Şervanên YPG, YPJ, Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî, nûnerên PYD‘ê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Kongreya Star, MSD‘ê û Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hat gotin ku şoreşa Rojava berhema 15‘ê Tebaxê ye û wekî roja vejînê û têkoşîna li hemberî pergalên desthildatdar hate bi navkirin.

Şêniyên Hesekê “Şoreşa Vejînê” pîroz kirin

Li bajarê Hesekê jî bi dirûşmeya “15‘ê Tebaxê şoreşa vejînê ye” meşeke girseyê hate lidarxistin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî, bi wesîleya salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê û bi pêşengtiya TEV-DEM û Kongreya Star meşeke girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.

Girseya ku piştî meşîya li li qada Şehîd Serhed kombûn. Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî û got, “Guleya yekemîn a ku fermandar Egîd li hemberî faşîzma dewleta Tirk berda, bû bingeha avakirina tevgereke şoreşgerî ku gelê Kurd ji qirkirinan biparêze. 15‘ê Tebaxê bû mîraseya hemû gelên Rojhilata Navîn. Bi rihê vê pêngavê em Rojava û Bakurê Sûriyê ji dagirkran rizgar bikin.”

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê pîroz kirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê vê roja 15’ê Tebaxê êvarê li qada Şehîd Egîd şahiya pîrozbahiya salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê li dar xistin.

Di şahiyê de Rêveberê TEV-DEM‘ê Adil Hac Mihemed axivî û destnîşan kir ku Pêngava 15‘ê Tebaxê  derbeyek mezin li hemberî pergalên desthildar bû.

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Kobanê Letîfa Mihemed axivî û anî ziman ku 15‘ê Tebaxê ji bo jinan gaveke girîng bû ku ew koletiya bi hezaran salan rizgar kir.

Komên Kevana Zêrîn û Laleş ên girêdayî navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.

Post Views: 65
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.