Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dixwazin bi rêya sîxuran pergala Rêveberiya Xweser têk bibin!

22/09/2024
in Uncategorized
A A
Dixwazin bi rêya sîxuran pergala Rêveberiya Xweser têk bibin!
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Istixbarata Parastin a Başûrê Kurdistanê û Partî Demokratî Kurdistan PDK`ê di yek sengerî de sîxuran li dijî Rojava ava dike û şerê nasnameya gelê kurd dike, herwiha dagirkeriyê pîroz dike û dixwaze pergala Rêveberiya Xweser bixîne û armancê dagirkeriyê pêk bîne, lê li hemberî van sîxuran yê ku nirxên kurdan diparêzin jî hene.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamin, helbet bi van êrişên dagirkeriya Tirkiyê re, ziyaneke mezin dighêje gelên vê deverê, bi taybet kesayetên giranbûha ango pêşengin, him jî cihên ku gel jê sûdê werdigire bi rengekî hovane tên bombebarankirin, dihêlin ku zarok, jin û hemû beşên civakê qîr bikin û binalin. Di heman demê de wekî ku tê zanîn û her kes dibîne jî ev êriş zêdetir bi riya balfiran pêk tên, lê ev balafir bêyî sîxuran bi kêrî tiştekî nayê û ne jî dikarin ziyanê bihghînin. Ev kar jî ENKS`ê, Istixbarata Parastin û MÎTa Tirk bi hev re birêve dibin û toreyan ava dikin, bi vî karê qirêj hewl didin li dijî Rojava bi taybet Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ango Hêzên Sûriya Demokrtatîk QSD`ê û Rêveberiya Xweser êrişên mezin pêk bînin û dagirkeriyê biparêzin.

PDK`ê ji dagirkeran re sîxuran ava dike

Bi xwendina dîroka gelê kurd re, du rê an jî rêbaz li pêş me tên, yek nirxên kurdan diparêze û yek jî li jêr navê neteweya kurd, xwîna ku ji bo azadiya hatiye rijandin difroşe, ya îro roj nûnertiya vê jî dike, Partî Demokratî Kurdistan PDK`e ye. Belgeyên van rastiyan jî, ji kesî ve ne dûrin, ger ku tim behsa rêbaza kurditiyê tê kirin, naxwe di sala 2014`an de çima çand, ziman, rastî û dîroka gelê kurd, civaka Êzîdî bi tenê hişt û ger ku Kerkûk wekî dilê Kurdistanê pênase dikin, çima îro roj radestî Turkmenan dikin û kurdên li wir lewaz dikin. Tevî ku di sala 2003`an de, bi peymaneke veşartî Kerkûk wekî bajarekî kurdan hatiye pejrandin û Mûsil jî hingî bûye para erban, heta çûn Îranê û li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên Hewlêr jî li hev kir û di hundirê Başûrê Kurdistanê bixwede jî, ji bilî Hewlêr û Dihokê qet peywendiyên baş bi aliyên din wekî Silêmaniyê re tuneye. Îro jî Dihok dikeve destê dewleta Tirk û ala wê li ser yek ji pîroziyên kurdan kelha Hewlêrê bilind dikin. Çima serokê PDK`ê Mesûd Berzanî gotibû tu şoreş li Rojava tuneye û li Rojava xwîna bi hezarên jin û ciwanên kurd ji bo hebûna kurdan hatiye rijandin. Di heman demê de. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xwîna kurdan tê rijandin û şerê nasnameya kurd tê kirin, lê çima heta îro jî nûnerên wan li wê derê hene û dagirkeriyê pîroz dikin. Rêxistina bi navê xêrxwaziya Barzanî îro li Efrînê çi karî dike, bi ser van hemûyan de îro bi dewleta Tirkiyê re, di yek sengerî de sîxuran di nava Rojava ava dike û dixwazin pergala wê bixînin, tenê ji dîroka nêz de me behsa ewqas belge kirin, wê demê eşkere dibe kî nirxên neteweyî diparêze û kî jî dide ber bazarê.

Hêzên Ewlekariyê weke bendekî sitûr pêşberî sîxuran radiwestin

Li vê derê em gihiştin çend rastiyan ku ev sêgoşeya me behsa wê kir, van karên qirêj li vê derê dimeşînin, lê hêzên Ewlelekariya Hundirîn li pey wanin û wekî bendekî sitûr li hemberî wan radiwestin, êdî birehetî nema dikarin tev bigerin û ne jî miradê xwe bi serî bikin. ENKS`ê, Istixbarata Parastin û MÎTa Tirk ev sêgoşe bi hev re di nava kordîneyeke kur de ne, pêşî Istixbarata Parastin ya PDK`ê ye, sîxuran ava dike û li Rojavayê Kurdistanê bi cih dike, ev sîxur bi piranî xwe li dor navendên ENKS`ê digirin, helbet ê ku li du van sûdmende jî MÎTa Tirk e ku bi hemû derfetên xwe vî karî fireh dike. Herwiha ji aliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve operasiyoneke xurt bi navê şehîd Şevger, Karker û Nagîhan Akarsil ve, li dijî şaneyên sîxuran ên ENKS`ê, istixbarata Parastin û MÎTê dest pê kiriye û heta niha gelek ji wan hatine girtin, hinek agahiyên xeternak eşkere bûn û sîxurên girtî li xwe mukir tên ku ev pira sîxurtî û dijminatiyê bi çi rengiye.

Navenda Sêmêlê cihê avakirina sîxuran e

Di hemû lêkolîn û lêpirsînan de navendeke derdikeve pêş, ew jî navenda Istixbarata parastinê ya Sêmêlê ye, hemû kesên ku li dijî gelên Rojava sîxurtî kirine û ziyan gihandine gel ji hêla navenda Sêmêlê ve hatine xistin û ketine nava vî karê sîxurtiyê de. Navenda istixbarata parastinê ya Sêmêlê 14 km li Rojavayî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ye, li ser riya giştî ya Başûrê Kurdistan û Tirkiyê ye. Sîxur eşkere dikin ku di hundirê vê navendê de gelek beşên girtin û lêpirsînê hene, her wekî kesên ku sîxutiyê li pêş dixin jî hene, herwiha di dema lêpirsînê de, ne tenê rêveberên parastinê beşdar dibin, lê mîta Tirk jî beşdarî lêpirsînê dibe. Xebata wan jî ne tenê li vire, du navendên din pêve girêdayîne, ew jî kampa Domîz û Berdereşê ne, li Kampa Domîz bi piranî endamên koma bi navê Pêşmergeyên Roj yên girêdayî ENKS`ê lê dimînin û perwerdeyê dibînin, herwiha kampa berdereşê jî qaşo li herêma Dihokê ji bo koçberên ji Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin, lê  koma bi navê Pêşmergeyên Roj ên ku li Kampa Domîzê ne, bi riya internet û telîfonan bi gelek kesên li Rojavayê Kurdistanê diaxivin û wan dikşînin Başûrê Kurdistanê, herî zêde berî didin kesên di qada leşkerî ya Rojava û dixwazin wan bixînin nava karê sîxurtiyê de.

Piştî ku ev kes derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, cihê wan ê destpêkê navenda parastin a Sêmêlê ye, herî kêm 20 rojan di lêpirsînê re derbas dibin. Di bin navê lêpirsînê de bi riya pere, gef û destdirêjiya zayendî wan dikin sîxur, eger sîxurtî qebol kirin, wan dişînin perwerdeyeke taybet û bi vî rengî wan derbasî kampa Berdereşê dikin, li wir tên cerbandin û şopandin, eger ku wekî wan be, hingî wan derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin, ji bo armancê parastin, ENKS`ê û mîta Tirk bi cih bînin. Kesên di navenda Sêmêlê de jî evin; Seydayê Xerîb, Seydayê Welat, Seydayê Teyb û Leyla, ev kesana toreke sîxurtiyê ava kirine û hîna jî ava dikin, ev kesan şaxê xwe li kampa Berdereş û Domîzê zêde belav kirine û li wir ciwanên Rojava dixin xefkê de û bi kar tînin, bi karê xwe yê bi hev re ciwanan dikin dijminê gelê wan û bi rêbazê hew jê qirêjtir zarokên kurdan bi destên wan didin kuştin.

Li şûna bergeriya welatê xwe bikin, xwe bi erzanî difroşin

Kesên ku dibin sîxur bi mebest û miradekî dilê xwe xweş dikirin, bey ku rastiya welat, bajar, gund û malbat wan were bîra wan, li ser pişta destkeftiyên bi hezarên şehîdan bûn sîxur. Wexta ji qobleya şoreşa Rojava derdikevin û dekevin hundirê Başûrê Kurdistanê, demarê sîxurtiyê di hundirê wan de sitûr dibe, dema dighêjin Başûrê Kurdistanê, qêrîna zarokên Rojava xistin bin cilika pereyan û erzaniyê û di cihê cih de ji bo çend qiroş pere her tiştî difiroşin û didin ber bazarê. Ev kes li şûna bergiriyê di ber bajarê xwe de bikin, bi parastin û MÎTa Tirk re hevkarî dikin û agahiyên berfireh bi wan re bi parve dikin.

Bost bi bost ji dijmin re cih destnîşan kirine

Ji rêzê ye ku kurd pirsa rewşa kurdan dikin, lê di dema ku Istixbarata parastin ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê digirin, ji dêvla pirsa rewşa wan an jî zehmetiyên li Rojava bikin, di pêşî de agahiyên tevgerên leşkerî ji wan dikin, piştre cih û deverên ku lê kar kirine. Û ev sîxur çi di destê wan de hebin pêşkêşî parastin û MÎTê dikin, hingî agahiyan didin wan, mirov di nava wan de winda dibe, ji ber bost bi bost hemû dever destnîşan kirine. Tişta ku mirov hêrs dike ev sîxur bûn sedema şehadeta gelek hevalên ku bi hev re kar kirine. Li tenişt vê yekê jî gelek cihên din, niha di metirsiyê de ne, ji ber Istixbarata parastin agahiyan bi dest dixe û dighîne dewleta Tirkiyê. Parastin li vê derê sînordar namîne, destpêkê ciwanan fêrî madeyên hişbir û karên xerab dikin û hêdî hêdî agahî û zanyariyan ji wan dikşînin, piştre wan sîxuran pilan dikin û derbasî Rojava dikin êdî li ser erdê bi wan re kar dikin, da ku cihê kordînatan bidin, mayînan deynin û CBS bixin erbeyan, ji bo ku dagirkeriya Tirk karibe wan bibombebaran bike. Û Erka sîxuran ew e ku piştî agahiyan bidin û balafir bombebaran bike, biçin belge bikin û wêneyan bikşînin û gelek caran hatiye dîtin dema ev yek dibe, malpera ENKS`ê di kêliya êrişê de yekser wêne û agahiyan belav dike.

Sîxuran hesab nekirbûn bikevin xefka parêzvanên vî welatî de

ENKS`ê bi Tirkiyê re beşdarî hemû sûcên li dijî gelê kurd dibin û têkiliyên kur û dûr di navbera çeteyên ku li herêmên dagirkirî dimînin û Istixbarata parastinê ya Başûrê Kurdistanê de jî hene. Herwiha Istixbarata parastin bi hemû hewldanan dixwaze hemû fermamdarên bibandor ên li Rojava bikin armanca dagirkeriyê. Bi van agahiyên ku ji sîxuran digirin dixwazin destê Tirkan xurt bikin, ji bo ku deha bêtir xeteriyê li ser hêzên gel çêkin. Lewra bi van mebestan xwe berdabûn nava dilê Rojavayê, bi qestekî mişt xwîn hatibûn qubleya Kurdistanê, lê nezanîn ku dê bikevin xefka parêzvanên vî welatî, hîna digotin dê vê û wê bikin, lê dîtin ku li xwe mukir tên û nikarin pilanên MÎTê û parastinê bi serî bikin.

Post Views: 154
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.