Wednesday, June 4, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Astengiyan nas nake ji bo piştgiriyê xwedî pêdiviyên taybet dixebite

22/09/2024
in Uncategorized
A A
Astengiyan nas nake ji bo piştgiriyê xwedî pêdiviyên taybet dixebite
Share on FacebookShare on Twitter

Gulnaz Îbrahîm a xwedî pêdiviyên taybet ku ji Qamişlo ye, behsa çîroka têkoşîna xwe ya li hemberî astengdariyê kir û got ku baskên mirovan hene dikarin ber bi serkeftinê ve bifirin, derfetan ji jêhatiyên xwe re biafirînin.

Dema ku mirov ji bo bidestxistina armancên xwe têdikoşe, hingê astengî bêbandor dimînin. Gulnaz Îbrahîm jineke 42 salî ye ji bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gulnaz jineke xwedî pêdiviyên taybet e, di zaroktiya xwe de ji ber şaşîtiyeke bijîşkî ji lingê xwe de kêmendam bûye. Hemû zehmetiyên ku di jiyana wê re derbas bûne ji ber rewşa wê, ji xwe re kiriye hêz û ber bi serkeftinan ve çûye.

Gulnaz berî şoreşê 3 caran bûbû şampiyona giranhêlanê ya Sûriyeyê. Heta çalakvaniya sivîl a daxwaza mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet, her dem rêwîtiya wê berdewam kir. Gulnaz der barê serpêhatiyên xwe de ji me re axivî.

‘Ez ji bo mafên hemû kêmendaman têdikoşim’

Gulnaz Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku civak bi nêrîneke kêm li kesên xwedî pêdiviyên taybet dinêre û wiha pê de çû: “Difikirin ku ew nikarin tevger bikin, kar bikin an jî malbatekê ava bikin û nikarin tiştên xweş bidin civakê. Ji ber van hemû sedeman, îro ez daxwaza mafên astengdaran dikim ji ber ku ez jî yek ji wan im. Ez dizanim çiqas êş û zehmetiyan di nava civakê de dikşînin. Ji ber neqebûlkirina civakê, zehmetî duqat dibin. Em dixwazin ku civaka me were guhertin, rolekê çapemeniyê ya girîng heye di ragihandina çîrok û êşên me yên ku em dikşînin de.”

‘Min xwe cuda didît’

Gulnaz Îbrahîm bi xemgînî pêvajoya zaroktiya xwe ya nêrînên neyînî bibîr anî û got: “Salên destpêkê ji jiyana xwe min hîna bîr nedibir. Dema ku derbasî refên dibistanê bûm, min nas kir ku ez ne wek hevalên xwe me, wan bi gotinan ez diêşandim. Min gelek zehmetî kişand, ji ber ku di salên berê de derfet tune bûn wek roja îro.”

Qebûlkirina kesayeta xwe û destpêkirina rêwîtiya serkeftinê

Gulnaz Îbrahîm piştî wê pêvajoyê biryar da ku bi kesayet û rewşa xwe re lihevkirinê çêbike û dest bi têkoşîna xwe bike û wiha dibêje: “Ev rastiya min bû diviyabû li gorî wê bimeşiyama. Îsrara min zêde bû, min got gerek ez ne weke her kesê bim û ji astengdariyê hêzê çêbikim. Ez ji zanîngehê der çûm, li Şamê min di gelek komeleyên mafên xwedî pêdiviyên taybet de kar da meşandin. Gihîştim wê baweriyê ku em dikarin gelek tiştan bikin, em ne kêm jêhatî ne. Ji ber vê yekê pêwîst e cihên biryarê û civak jî rê ji van kesan re vekin da ku bikaribin tevli jiyanê bibin.”

‘Di nava Rêveberiya Xweser de ji bo piştgiriya astengdaran xebitîm’

Gulnaz Îbrahîm diyar kir ku Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xwerser a Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet daye ku xebata xwe bi taybetî ji bo piştgiriya kesên xwedî pêdiviyên taybet bide meşandin û wiha bi dawî kir: “Ev demek e min dest bi kar kiriye li vê derê, dibînim ku ev xebat tam li gorî peyama min e. Em jî dikarin di nava saziyan de cih bigrin. Hêviya min ew e ku her kes daxwaza mafên xwe bike.” NÛ JINHA

Post Views: 157
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.