Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xeyala nemir

16/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xeyala nemir
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî peymana Lozanê, ji makezagona 1924’an şûnve hemû siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk li ser tunekirina civaka Kurd hatin avakirin. 94 sale Kurdistan bi rewşa awarte û bi zagonên taybet tê birêvebirin.
Ji 1924’an hetanî 1946’an di serdema desthilatdariya zalimane ya yek partiyê de (CHP) bi hinceta serhildanan civaka Kurd ji qirkirinan hat derbaskirin. Cewherên civakê yên siayasî, aborî, civakî, manevî hemû hatin tunekirin. Ji bo ku ew cewher careke din zindî nebin tedbîrên gelek dijwar tên girtin.
Di qirkirina civaka Kurd de ewqasî bi serkeftina xwe bawerin ku li qontarê çiyayê Agirî ji xayalên Kurdistanê re tirbek çêdikin û li ser wiha dinivîsin “Xayalên Kurdistanê di vê tirba betonkirî de ne” Li gorî wan êdî nepêkan bû kurdek Kurdistanê xeyal jî bike.
Piştî van salên dijwar pêvajoya “Kurd tune ne” dest pê dike. Edî li Tirkiyê berdêla Kurdbûnê gelek girane. Berdêl, mirina bê tirbe, mişextê bênavnîşane, talan û wêrana bênirx, bêpîvan û bêexlaqe, zîndana bêhiqûq û bêdalet e.
Li gel hemû zext û zordariyan, li gel berdêlên gelek giran dîsa jî Civaka Kurd dev ji xayala Kurdistana azad berneda. Di her fersendê de bi inyad li wê xayala xwe ya “tirbê de betonkirî” xwedî derket.
Her ku Kurd li xayala xwe ya pîroz xwedî derketin bi darbeyan re rû bi rû man. Darbeya 27’ê gulanê 1960, ya 12 edarê 1971, ya 12 îlonê 1980 û herî dawîn derbeya 15-20’tîrmehê 2016’yan hemû ji bo kuştina vê xeyalê pêk hatin. Tenê bi derbeyan bes nekirin, di heman demê de bi dehan komikên çete û hêzên tarî yên paramîlîter yên weke Ergenekon, Jîtem û çeteyên Sûsurlûkê ava kirin û wekî gurê har berê wan dan Kurdistanê.
Xeyala qedexikirî di salên 1960’de di tirba betonkirî de aj da. Di salên 1970’an de mezin bû. Derbeya 12 îlonê ya 1980’an ji bo carek din kuştin û binbetonkirina wê Xeyala Pîroz pêk hat. Lewre ji hemû derbayan dijwartir, qirker û xwînrêjker bû. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi sedhezaran mirov hatin hefskirin, bi sedhezaran mirov ji kar hatin derxistin, Zindan kirin navenda îşkancexane û teslîmgirtina îradeya Kurdê Xeyalparêz, binpêkirina hemû mafên mirovan rewa bû, Partiyên siyasî, Sendîqayên karker û karmendan, Komale û hwd. hemû saziyên sivîl hatin girtin. Li Kurdistanê nirx, pîvan, exlaq, hiqûq hemû bê wate bûn, li civaka Kurd jiyan kiribûn dojeh.
Derbakarên 12’ê îlonê li gel hemû hovîtiyên xwe yên pîvan nenas nekarîn wê xeyala ku aj daye, beton qelaştiyê û jê derketiye tune bikin. Şitla ku beton qelaştibû û jê derketibû nepêkan bû careke din vegere jiyana bin betonê. Veger jibinîve tunebûn bû. Lê berdêla mezinkirina şitlê jî gelek giranbû. Ji bo mezinbûna wê pêdivî bi xwîna pakrewan û şêrgeleyan hebû. Qet ne nexem bû. Ev de welatê Agir û Rojê bû, hêlîna pakrewan û şêrgelyan bû.
Di eşkencexanêyên zîndanan ku bibûn selexaneya mirov de hemû hewldanên derbekaran ên kuştina şitlê bê encam man. Nekarîn Şitla Xeyala pîroz ji destê Şêrgeleyên Kurd bigrin. Şêrgelayan li derûdorê Şitla Xeyala Pîroz ji îradeya xwe kelheyeke ji pola çêkirin, bi pêta agirê bedena xwe efsûnî kirin û 14 tîrmeha 1982’de ji pencereya zîndanê ber bi çiyayên welatê Agir û Rojê ve firandin.
Xeyala Pîroz a bi agirê laşê Şêrgeleyan efsûnkirî li ser çar hêlê welat geriya, ewrê reş û tariyê ku li ser welatê Rojê girêdabû belav kir û di 15’ê tebaxa 1984’de li ser çiyayê Çiravê û li ser çiyayên Şemzînanê danî.
Çiyayê Zagrosê ku navê wê bi xwe ji zayinê tê, çiyayê Cûdî ye ku geştiya Nûh Pêxember lê daniye û çavkaniya jiyana hemû candaran e, Çiyayê Sîpanê yê ku ji evîna Siyabend û Xecê re şahedî kiriyê, weke her caran careke din ji Xeyala Pîroz re helmêza xwe vekirin.
Şitla Xeyala Pîroz a ku 34 sal berê li Dihê û Şemzînanê bi destê çend Şêrgeleyan hatiye çandin kok û rehên wê li çar hêlê Kurdistanê belav bûne û di dilê çil milyon Kurdî de bi cih bûne. Ew şitil bûye daristan a ku ji darên 34 salî yên kevnare û qedîm ên ku rehên xwe gihandine neolîtîkê pêk tê.
Derbekarê 12’ê îlonê nekarî çend Şêrgeleyan teslîm bigre û şitlê tune bike, lê derbekarê 15-20’ê tîemehê dibêje ezê 40 milyon Kurdî teslîm bigrim û daristanê tune bikim.

Mihemed ŞAHÎN

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.