Welatiyên Qamişlo diyar kirin ku bi saya fikrên Ocalan biratiya gelan di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan de hat ava kirin. Welatiyan got, “Bi saya felsefeya wî, jinan di cikavê de azadiya xwe bi dest xist.”
Welatiyên bajarê Qamişlo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi tecrîdê hemû gelên herêmê hedef digire.
Welatiyê bi navê Ibrahîm Gulo derbarê tecrîda li ser Ocalan de axivî û wiha got, “Dewleta Tirk li her derê êrîşî gelê Kurd dike. Niha di şexsê Ocalan de êrîşî hemû Kurdan dike. Ji fikrên Ocalan ditirsin lewra têcrîdê pêk tînin. Bi fikir û felsefeya Ocalan DAIŞ li Bakurê Sûriyê hat qewtidandin. Gelên bakurê Sûriyê li ser bingeha fikrên Ocalan biratiya xwe avakirine. Em ê ji bo azadiya Ocalan heta dawiyê têkoşînê bikin.”
Welatiyê ji pêkhateya Ereb bi navê Mihemed Tala jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got, “bi saya fikirên Ocalan biratiya gelan di navbera hemû gelên Ereb, Kurd û Suryan de xurt bûye û bi saya felsefeya wî jinan azadiya xwe bi dest xist û rola xwe ya aktîf di hemû waran de lîst. Ocalan wekhevî û azadiya hemû gelan dixwaze.”
DIVÊ ÇALAKÎ WERIN MEZINKIRIN
Nivîskar û rojnamevan Mistefa Şêx Mihemed yê ji başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhilata Navîn giringe û destnîşan kir divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn bê mezinkirin.
Mistefa Şêx Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi girankirina tecrîda li ser Ocalan neteweya Kurd tine bike.
Mihemed da zanîn ku nexşerêyên Ocalan ji bo çareseriya rewşa niha ya Rojhilata Navîn pir giringin û wiha dewam kir; “Ocalan pêş hemû kesê proje ji bo vê qonaxê amade kiriye û pêşkêş kiriye. Ew jî projeya xwebirêveberiyê ye. Bi vê re jiyana gelan bi şêweyek demokratik rakxistiye. Tirkiye li dijî Ocalan e û dixwaze siyaseta xwe ya şaş berdewam bike.”
Mihemed diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê rola Ocalan pir giringe û wiha got; “Gelê Kurd bi şêweyek pir baş xwedî li Ocalan derketiye. Di vê demê de ku li girtîgehê ye, baweriya gelê Kurd hîn zêdetir kiriye. Pêwîste gelê Kurdistanê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Ocalan zêdetir bikin.”