Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3 yemîn Festîvala Zarokan li Şehbayê hate lidar xistin

19/09/2024
in Uncategorized
A A
3 yemîn Festîvala Zarokan li Şehbayê hate lidar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Di bin dirûşmeya “Azadî ji zaroketiyê dest pê dike, zaroketî di lîstikê de veşartiye” de Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê li Kantona Efrîn û Şehbayê 3 yemîn Festîvala Zarokan li dar xistin. Ev festîval salane ji bo tavahî zarokên herêmê û bi taybet ji bo pêşkêşkirina aktîvîstên hûnerî yên zarokan tê orgenîze kirin.

li kantona Efrîn û Şehbayî ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Huner 3 yemîn Festîvala Zarokan di bin dirûşmeya  “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike, zarokatî di lîstikê de veşartiye” hate li dar xistin. Di festîvalê de bi sedan ji zarok, mamoste û gelê Efrîn û Şehbayê amede bûn. Her wiha festîval bi 13 komên Stran û gûvendê yên ku ji aliyê zarokan ve hatine pêşkêş kirin hate xemilandin. Di festîvalê de axaftina destpêkê ji aliyê Endama Tevgera Kevana Zêrîn Bihar Silêman ve hate kirin. Girêdayî vestîvalê zarokê bi navê Nûcîn Xelîl ya koma staranan ya Şehîd Aylend ji rojnameya me re axivî.

Di koçberiyê de lidar xistina festîvala zarokan gaveke giringe

Bihar di axaftina xwe de bal kişand ser armanc ji darxistina festîvala zarokan û wiha got: “Ev festîval ji 3 salan ve li herêma Şehbayê ji bo zarokan tê lidar xistin. Bi taybet di nava şert û mercên zehmet yên koçberiyê û rewşa ku herêm tê re derbas dibe û bi taybet bandora xwe li ser zarokan, orgenîze kirin festîvaleke bi vî awayî girîng e. Di aliyê bilindkirina coşa zarokan, her wiha derxistina berhemên zarokên ku rojane bi êrîşên dagirkeriyê re rû bi rû dimînin, ev festîval xwedî wate û girîngiyeke mezine. Di heman demê de ev sekna heyî bersiva zarokên me li hember dagirkeriyê nîşan dide”.

`Zarok pêşengtiyê ji serdemeke serkeftî re dikin`

Her wiha Bihar di berdewamiya axaftina xwe de hêza zarokên ku gihîştiye lidarxistina festîvalan anî ziman û wiha pê de çû: “Bê guman zarokên ku bi felsefeya Rêber APO re mezin bûne, îro em wan li ser dika hunerê dibînin, derketina li ser dikê ne hêsan e hêz û vîneke mezin dixwaze da ku bigihînin vê astê. Zarokên îro pêşengtiyê ji serdemeke serkeftî re dikin û vê yekê bi sekna xwe ya heyî tekez dikin. Ev deng û govendên ku tên pêşxistin yek ji mîrasên parastina çand û hunera Kurdî ya hezar salan e. Li ser vê esasê em sekna heyî û rihê zarokên ku bûne parçeyek ji berxwedaniyê silav dikin”.

`Stran gotin ji bo min pîroz e`

Endama Koma starnan ya Şehîd Aylend Nûjîn di derbarê festîvalê de hestên xwe wiha anîn ziman: “Ev festîval ji bo me cihê serkeftinê ye, di nava rewşên zehmet yên ku em pê re dimînin de ev çalakiyên hunerî ji me re dibin hêz û coş. Ez bi hevalên xwe re di koma stranan de beşdarî festîvalê bûme. Koma Şehîd Aylend ji destpêka ku em hatine Şehbayê de hatiye avakirin. Dema ez stranan dibêjim ez hîs dikim ez kêfxweşiyê di dilê hemû zarokan de didin avakirin, ji ber vê jî stran gotin ji bo min tiştekî pîroz e”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.