Gerîlayên HPG-YJA Starê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, li Colemêrg û Sêrtê yên li bakurê Kurdistanê li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakî pêk anîn. Herî kêm 6 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;
13’ê Tebaxê saet 18:20’î li herêma Barzanê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker ku li qada Tepê Xwedê bû, çalakiyek hate lidarxistin. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin û di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
Hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 14’ê Tebaxê saet 14’an li artêşa Tirk a li ser girê Şehîd Canxurt ê li herêma Herekolê ya Sêrtê xistin. Ji du baskan ve derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin û 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.”