Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Taybet û Jin

18/09/2024
in Uncategorized
A A
Şerê Taybet û Jin
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Pirsgirêka jinê, îro ji tevahî pirsgirêkên ku em dijîn hîn girîgntir e û wekî pirsgirêkeke sereke derdikeve holê. Pirsgirêka jinê, ne tenê pirsgirêkeke civakî ye, di heman demê de pirsgirêkeke dîrokî, çandî, ekolojîk û siyasî ye.

Şerê Taybet, jinan û civakên ku têkoşîna azadiyê wan digihîne feraseta jiyanek nû bi her awayî dike hedef. Ji aliyekî ve zor, lêdana leşkerî, bê îradekirina siyasî, di her qadê de perçiqandin, mudaxaleya ji mafê rêxistinbûnê re, destûr nedaîna têkoşîna demokratîk, wekê ku bi her awayê di bin dorpêçê de ye têgeh dane avakirin û ber bi neçariyê ve xirikandin polîtkayên bingehîn in, ji alîyekî din ve jî polîtîkayên ku avahiya wê ya siyasî ji nû ve kevneşop dike ye.

Bi rêya TV ya jinê ji cewherê wê dûr dixin

Tê xwestin rastiyekî civakî ya ku nafikre, lêpirsîn nake, darezandin nake,  tiştê diqewime bê agahdar, tenê ji bername û rêzefîlmên TV agahdar e, weke wan difikre  û erênî jiyanek weke wan e were ava kirin. Him rêzefîlmên Tirkan, him jî rêzefîilmên Hindistaniyan ên ku di salên dawiyê de bûne moda, bi naverokên ku însanan ji jiyanê dûr dixe, hîn bêhtir jinê nexweşik dike û bi giştî wê ji cewhera wê dûr dixe, tijî ye. Naxwe rêzefîlm sektorekî ku di bingeh de jin hedef tê girtin bi vê awayê tê avakirin û pêşxistin e. Kesayetên jin ên ku di van rêzefîlman de tên lîstin, rista kesayetên herî nexweş, entrîka, komploger û derewkar diliyzin. Bi vê awayê di bingeh de, di têgiha civakê de hîn bêhtir dixin bin erdê, bi pêvajoyên şarsitaniyê re hemû taybetmediyên ku aîdê zilam e dikin malê jinê.

Belavkirina madeyên hişbir jî rêbazekî şerê taybete

Yek ji mijarên bingehîn ên ku pêwîste bê nirxandin, madeyên hişbir ên bi destê amûrên şerê taybet tên belav kirin e. Qaşo di olan de jî hatiye qedexekirin, lê bikaranîna her cûreyên madeyên hişbir, serbest kirin e. Di encama bikaranîna mey û hişbera zêde de, bi taybet jî di nava jinên ciwan de, dibe sedema gelek xwekuştinan. Di vê qadê de her cûre madeyên hişbir (eroîn, kokaîn, krîstal û hwd.) pir zêde tên bikar anîn. Di paytexta rejîmê de kargehên ku wan madeyan hildibirînin hene. Bi taybet jî li Kurdistanê belavkirina wan madeyan bi destê polîsên xwecihî ve tên kirin. Piranî bazirganiya hişbirê jî bi jinan didin kirin. Asta bikaranîna wan ewqas zêde kirine ku hema di her malê de teqez bikarhênerek heye. Kurdê ku bi birçîbûyînê ve terbiye dikin, arasteyê bazirganiya hişbirê tê kirin.

Dema jin nasnameya xwe qezenç bike wê dîrok jî nasnameya xwe qezenç bike

Dema em vê pirsgirêkê bi kûrahî digrin dest, em dibînin ku di çavkaniya hemû pirsgirêkên em dijîn de bêçare hiştina vê pirsgirêkê heye. Di vê wateyê de heta pirsgirêka jinê neyê çareserkirin, em nikarin ti pirsgirêkên din ên civakî û siyasî bi awayekî mayînde çareser bikin. Her wiha wekî me li jor jî destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka jinê di çareseriya tevahî pirsgirêkên em dijîn de xwedî roleke mifteyê ye.

Civakê bi hilweşîneke mezin re rû bi rû dihêle

 Di qonaxa niha de pirsgirêkên civakî yên mirovahî di navê de difetise, gihiştiye asteke ew çend bêçare ku hiş û mêjî li ber cemidî ye, wisa lê kiriye û ferd jî pir zêde bêîrade kiriye. Tevî vê rastiyê jî, hîna pirsgirêka jinê bi israr tê piştçavkirin, di plana duyem de tê hiştin û pirsgirêk tê kûrkirin. Belê, çawa çêbû ku civak kete bin destê yek cinsî, çawa ket bin desthilatdariya sîstema serweriya zilam. Ev çawa pêkhat?

Serdestiya yek cinsî, bi derketina civaka çînî ku weke destpêka dîrokê tê qebûlkirin, her wisa di nava kevneşopiya civaka dewletperest ya bi vê re pêşketî de hebûna xwe da çêkirin. Civaka dewletperest, bi gotineke din tê wateya civaka cinsiyetparêz a ku yek reng, yek şekil û yek cinsî dihewîne. Ango tê wateya civaka nêr. Ev civak, civakeke ku ji edaletê, ji pir rengiyê û civakîbûna rast dûr e.

Ev rastiya vê civakê ya em heta roja îro dijîn, mirovahiyê bi hilweşîneke mezin re rû bi rû dihêle. Di vê wateyê de ji bo mirovahiyê pir tehdîdên cidî dide çêkirin. Adeta her bêhnekê, her saniyekê mirovahiyê bi mirinê tehdît dike.

Sedsala 21’emîn ji aliyê pir derdoran ve wekî sala jinê tê qebûlkirin

sedsala 21. sedsaleke ku têde nakokiya cinsî pir zêde dixe nav pevçûnê ûtê li hev xistin. Ev sedsala ku mirovahiyê di nav de pir pêşketinên mezin bidest xistî, pêşî li îradebûna jinê jî vekiriye. Vê jî ji bo jin di çapê cîhanê de rêxistin û tevgerên xwe pêş bixe, pêşî lê vekiriye. Lê belê tam jî di vê xalê de, qasî bingeheke xurt a alîgir, vê hewcehiya bi bîrdoziya xurt (bîrdoziyeke ku xwe ji hişmendiya mêr paqij û xilas kirî û serbixwe) daye çêkirin. Ji ber jin tenê bi bîrdoziyeke wiha dikare bibe xwedî îradeyeke azad û serbixwe. Rastiya jin dijî, li ser dide ferzkirin ku sazî û rêxistiniyeke xurt ji bo xwe saz bike. Li gel vê, ji wê dixwaze hedefên xwe jî destnîşan bike. Di destpêka sedsala 21. de serhildan û çalakiyên ku jinan ji bo bidestxistina mafên xwe yên hiqûqî pêşxistin, cardin di bin banê rêxistinên jinê de hewldanên wan ên xwedî derketina li mafên xwe yên rewa, nîşan dane ku êdî jinê asteke zanabûnê ya bikaribe vê bike bidest xistiye.

Post Views: 300
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.