Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê li gor derfetên heyî projeyên çandiniyê tên avakirin

18/09/2024
in Uncategorized
A A
Li Şehbayê li gor derfetên heyî projeyên çandiniyê tên avakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Desteya Çandiniyê ya Efrîn-Şehbayê li gorî derfet û demê, hewl dide bi projeyên çandiniyê derfetên kar ji koçberên Efrînê re ava bike.

Bi serpereştiya Desteya Çandiniyê ya Efrîn-Şehbayê salane li gor derfetên herêmê pirojeyên çandiniyê yên cur bi cur ji bo gel tên amadekirin. Bi armanca avakirina derfetên kar ji gel re ji bo ku debara xwe pêk bînin proje tên amadekirin. Desteya Çandiniyê dest bi projeya komkirina pîvazan kiriye ku tê de nêzî 80 kedkar kar dikin. Rojane ji saetên sibehê ve kedkar berê xwe didin nava erdan nêzî 800 tûrên pîvazan di nava 6 saetan de tên dagirtin.

‘Li gorî derfetan em ji gel re dibin alîkar’

Rêvebera beşa Avdaniyê ya Desteya Çandiniyê, Zeyneb Cindo behsa avakirina derfetên xebatê kir û her wiha astengiyên ku li Şehbayê dibînin anî ziman û got: “Me niha dest bi komkirina projeya pîvazan kiriye ev bû mehek berdewam dike. Armanca me bi vekirina projeyên çandiniyê ew e ku gel debara xwe bike, bi taybetî jin. Ji xeynî çandiniyê li Şehbayê derfetên kar tunene loma em giraniyê didin ser van projeyan, lê mixabin dorpêç jî bandorek mezin li ser karê me dike. Tevî vê jî rojane em ji gelê xwe re dibin alîkar. Dema ku me dest bi çandiniyê kir sotemenî, derman û pêdiviyên çandiniyê nedihatin peydakirin ji ber dorpêç û êrîşan, lê me bi derfetên heyî hewl da van pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha em nêzî xetên sînor in loma karker ji ber êrîşên dagirkeriyê bi tirs tên kar. Li gorî dem û derfetan em ê di demên pêş de projeyên din ên çandiniyê bixin meriyetê ji bo ku jê sûdê bigirin.”

‘Karê me ne hêsan e lê em tehemul dikin’

Şaziye Îbo bal kişand ser zehmetiyên ku di karê nava zeviyan de dikşînin û wiha got: “Ev 7 sal in em li warê koçberiyê dijîn. Rojane em berê xwe didin nava erd û zeviyan ji bo debara malbetên xwe bikin. Li Şehbayê derfetên kar zêde tune ne loma em neçar dimînin berê xwe bidin karên çolê. Li aliyekî êrîş, ji aliyekê din ve jî dorpêç heye, ev hemû zehmetî ne û em bi wan re rûbirû dimînin. Em rojane 6 saetan kar dikin, her seatek bi 8 hezar lîre ye. Karê nava zeviyan ne hêsan e bi taybetî di demsala havînê de rêjeya germahiyê bilind dibe û em di bin tava rojê de kar dikin, lê dîsa jî em tehemul dikin. Li Efrînê me karê çandiniyê dikir. Dîsa ji bo vegera Efrînê em van zehmetiyan tehemul dikin.” NÛ JINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.