Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Polîtîkaya Erdogan dibe sedema krîzan

15/08/2018
in Uncategorized
A A
Polîtîkaya Erdogan dibe sedema krîzan
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamenterê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyê tê jiyîn û got: “Ev krîz bi şerê Erdogan ê li dijî gelê Kurd da destpêkirin re derket holê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyê tê jiyîn nirxand û wiha axivî: “Mijara Brunson, ev demek dirêje didome. Ji ber ku wisa naçe êdî krîz bi xwere anî. Erdogan demek dirêje, di nava pergalên cîhanê de, bi rêyên şantajê cuda hewl dide hebûna xwe berdewam bike. Heya demekê, ket nava lêgerînê ku têkiliyên xwe bi Rûsya û Çînê re baş bike. Gava ev kir jî, hewl da şantajê li DYA bike. Bi vî awayê DYA êdî bertek nîşanda. Êdî polîtîkayên Erdogan têk çûne û ev polîtîka dibin sedemên krîzan. Desthilatdarî ji bo têkçûyînê qebûl neke, hewl dide cihên cuda weke berpirsiyar nîşan bide. Weke ku tê îdîakirin, li dijî serxwebûna Tirkiyê tu êrîş tune ye. Kurt û kêmasî dixwazin fatureya krîzê bi welatên derve ve girê bidin.”
Sariyildiz, anî ziman ku sedema bingehîn a krîza heyî neçareserkirina pirsgirêka gelê Kurde û wiha got: “Erdogan bi rêbaz û bersivên pir cuda, bersiv dan daxwazên demokratîk û meşrû yên gelên Tirkiyeyê û Kurdan. Ev yek bi vê eleqedere. Sedam krîzê ne tene îktîsadiye. Ev bi serê xwe manîpulasyone. Bi awayekê zanebûn ser sedemên krîzê digirin. Ji ber ku di navenda krîzê de Kurd hene. Erdogan û hêzên tarî yên dewletê di sala 2016’an de li dijî gelê Kurd, derdorên şoreşgerên Tirk, tevgerên demokratîk û Elewiyan şer îlan kirin. Erdogan li Kurdistanê sûcên pir mezin ên dij mirovahiyê kirin. Di dîroka Komarê de, yekem car bajarên Kurdistanê ji nexşerêyê hatin jêbirin. Bêguman vê darbeyek giran li maliyeta Tirkiyeyê da. Ne tenê maliyata maddî, di heman demê de, di warî manewî de jî darbeyek li maliyetê xistin. Ji ber ku Erdogan sûcê şer kiribû û gunehên mezin kirin.”

‘LI TIRKIYEYÊ
SERMAYEYA HEYÎ NE DI EWLEKARIYÊ DEYE’

Sariyildiz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em li krîza heya ya li Tirkiyeyê mêze dikin, bi tu awayî n sermayeya biyanî û ne jî sermayeya Tirkiyeyê di ewlekariyê deye. Krîz li ku derê hatibe destpêkirin divê mirov ji wir destpê bike. Ev krîz bi şerê Erdogan ê li dijî gelê Kurd da destpêkirin re derket holê. Ji ber vê yekê divê berê xwe bide wir.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.