Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya salvegera Serhildana Jin, Jiyan, Azadî gelek çalakî hatin lidar xistin

17/09/2024
in Uncategorized
A A
Bi boneya salvegera Serhildana Jin, Jiyan, Azadî gelek çalakî hatin lidar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa /Reqa

Jinên herêma Bakur Rojhilatê Sûryiyayê bi daxuyanî û çalakiyên cûda 2’emîn salvegera serhildanan ‘JIN JIYAN AZADî’, bi bîranîn û soza serxistina şoreşa jinê dan

Di 16’ê cotmeha 2022’an jina kurd Jîna Emînî bi hinceta derketina pora wê, ji aliyê rêjîma Îranê ve hat işkencekirin û qetilkirin, piştî wê serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû û deng da tevahiya cîhanê.

Jinan li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 2’emîn salvegera serhiladan JIN JIYAN AZADÎ çalakiyên cûda lidar xistin.

Qamişlo

Li bajarê Qamişlo ji aliyê Kongra Star, tevger, rêixstin û jinên bajêr ve daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinan êlekên sor li xwe kirin, wêneyên Jîna Emînî û rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ên ku di 23`yê Tebaxê de di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn, rakirin.

Daxuyanî ji aliya berdevka Kongra Star a Qamişloyê Ibtîsam Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi dehan jinên serhildêr ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayekî dermirovî hatine darvekirin û hate gotin: “Bi dehan jinên ku rabûn ser piyan û li hemberî sîstema Îranê serî hildan hatin girtin û cezayên darvekirinê li  wan hate birîn. Mîna Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û bi dehan jinên din ên serhildêr.  Li Başûrê Kurdistanê  jinên rojnemevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Nagîhan Akarsel, li Parîsê Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, li Rojavayê Kurdistanê Hevrîn, Zeyneb, Jiyan Tolhdilan, Rîhan Amûdê, Yusra Derwîş, Xalîda Mihemed, Sîwan Fatimê û bi sedan jinên leheng li hemberî vê zihniyetê li ber xwe dan kirin û şehîd bûn. Her wiha jinên Efxanistan û Hindistanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî radikin û li ber xwe didin”.

Di dawiya daxuyaniyê de salvegera 2’yemîn a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî hate silavkirin û bi van gotinan bi dawî bû: “Em wek Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê hemû şehîdên ku di vê oxirê de şehîd bûne, bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin û xeyalên wan pêk bînin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz, rêxistinên jinan û hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin dikin ku piştgiriyê bidin kampanya ‘Ji Darvekirinê re Na, ji Jiyana Azad re Erê’. Her wiha piştgiryê bidin kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’  ku bes fikrên Rêber Apo dikarin bibin kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan. Em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û Şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê”.

Meclis Jinan a Sûriyeyê jî daxuyaniyek li Qamişloyê da. Daxuyanî bi amadebûna endamên rêxistin û tevgerên jinan û partiyên siyasî ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Gulistan Evdikê ve hat xwendin.

Jîna Emînî ji bo tevahî jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye sembolê şoreşê. Ev dirûşme li Siwêdayê hat hildan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye hêmanê berxwedanê.”

Gulîstanê di dewama daxuyaniyê de got: “Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” di kesyaeta Jîna Emînî de ji bo tevahî tevgerên jinan bûye manîfestoyek. Bûye dirûşmeyek ku qadan dexemilîne.

Gulîstan got, heya pergeleke dijî henan hebe wê çirûska şoreşê neyê vemirandin. Bang li tevahî rêxistinên jinan ên li Sûriyeyê û derve kirin ku li derdora serhildana jinan a ber bi konfederaliyê ve kom bibin.

 Kobanê

Çalakiya li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan jinên ji kantona Firatê li Qada Jina Azad bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Rêveberiya Kongra Star li Kobanê Xunav Xelîl axivî û diyar kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li cîhanê tevahî deng veda û wiha got: “Jinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî zihnîyeta li Îranê heyî  serî hildan, bi hezaran jin hatin girtin û bi dehan hatin darvekirin. Em ê jî li dijî sîstema desthilatdar rêya bidestxistina azadiyê bişopînin”.

Piştre ji aliyê komên şanoyê yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve şanoyek bi sernavê “Keziya Jin” hat pêşkêşkirin.

Tebqa

Bi heman armancê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê çalekiyek li Pakrewangeha Şehîdan li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, malbatên şehîdan û bi dehan jin beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de piştî pêxistina findan li ber wêneyên şehîd Jîna Emînî sînevîzyonek li ser jiyana wê, îşkenceya ku li girtîgehê li wê hatiye kirin û Serhildana Jin, Jiyan, Azadî hat pêşandan.

Şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya Roza Efrîn jî diyar kir ku jin ji bo azadiya xwe bi dest bixin divê xwedî îradeyeke azad bin û nehêlin civaka mêrserwer mafên wan biçewisîne.

Di dawiya çalakiyê de jinan dirûşmên silavkirina Serhildana Jin, Jiyan, Azadî berz kirin.

Minbic

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê jî bi boneya salvegera 2’yemîn a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî semînerek da.

Semîner li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê ji aliyê endama Meclisa Leşkerî ya Jinan Selwa Ebdurehman ve hat dayîn.

Selwa bal kişand ser rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin rola pêşengiyê dikin, gavên mezin avêtin û serketin bi dest xistin. Jinan rêxistina herî terorîst a ku cîhan tedît dikir, ji Kobanê heya Baxozê ya Dêrazorê têk bir”.

Dêrazorê

Bi dehan şêniyên kantona Dêrazorê jî meşek li dar xist. Di meşê de bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê hevseroka Desteya Baçeyan  a Kantona Dêrazorê Rehma Elî axivî. Rehma diyar kir ku doza Jîna Emîn li ser asta Îran û cîhanê dengvedanek çêkir, her wih xwest ku der barê vê dozê de lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin û hesabê ji kujeran bê pirsîn.

Her wiha Endama Melcisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Seher El Mistefa got wê wêneya Jîna Emînî meşaleya serferaziyê bimîne.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Esma El Xelef diyar kir ku meşa wan li dijî zilm û despotîzma li cîhanê peyama berxwedanê ye.

Reqa

Li Reqayê jî merasîmek hate organîzekirin û tê de destkeftiyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke bingehek ji bo jinên cîhanê ku li dijî zîhniyeta mêr serî hildin, hatin destnîşankirin.

Her wiha komek helbest hatin xwendin û tê de hemû pesna berxwedana jinan û şikandina zincîrên koletiyê bi taybet jinên li Rojalên Kurdistan û Îranê hatin dayîn.

Her wiha ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a reqayê ve semînerek hat dayîn û tê de qonaxên pêşketina serhildana “Jiyan jiyan azadî” li herêmên Kurdistan û Îranê û çawaniya wê berxwedanê hat şirovekirin.

Di nav de sînevîzyonek ku tê de danasîna jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û polîtîkayên çewisandinê yên desthilatdarên Îranê li dijî jinan li Îranê piştî serhildanê tê meşandin, hat pêşkêş kirin.

Post Views: 124
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.