Hemza Sêvo/ Qamişlo
Di duyemîn salvegera raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ de Kongra Star a Qamişlo bi daxuyeniyekê ev raperîna cîhanî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi bi bîr anî û tê de hat tekezkirin ku wê berxwedaniya serhildana jinê her û her bidome.
Têkildarî raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ a ku di 16’ê Îlona sala 2022’yan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û şaxê wê li tevahiya cîhanê belav bû, daxuyaniyek ji aliyê Kongra Star ve hat dayîn.
Daxuyanî bi zimanê kurdî bû, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat xwendin û gelek jinên azadîxwaz û hemû tevgerên jinên bajarê Qamişlo tevlî bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser hedefgirtina jinan, sîstema baviksalarî û mêtinger a ku li ser jinê û wiha hat gotin: “ Bi hezarê salan, jin hatiye kolekirin, pişaftin, tunekirin û qirkirin bi destên sîstemên zayendperest, olperest,netewperest û nijadperest ku jinê ji nedîtî ve dibînin û li gorî bercewendiyên xwe bi kar tînin. Bi hezarê salan jin wekî mete hatiye dîtin û hesbandin, bê deng û bêreng di jiyanê de hatiye hiştin û paşguhkirin, bêrol û misyon di civakê de hatiye fetsandin. Ji ber vê civak di dirêjiya dîrokê ve bi yekalî, yek fikir û zihniyetê hatiye birêvebirin. Ev jî bûye sedema çînayetî, zordestî, xizanî, qirkirin, birçîbûn, şer û pevçûn li gel wê, pişaftina çandan û dagirkirina civakan û bi taybet jin. Ji ber ku ev sîstemên kaptalîst û desthilatdar baş dizanin wê bi azadiya jin, cewherê jin û zanista jinê dika desthilatdar wan bikeve metirsiyê û ji hole rabe, ji ber wê bi hemû rê û rêbazan şerê jinê dikin û hewl didin ku koletiya xwe li ser berdewam bikin ji ber ku bi koletiya jinê civak hemû kole û bin dest dibe.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de Kongra Star a bajarê Qamişlo, raperîna Jin Jiyan Azadî bi bîr xist, têkoşîna jinê li Rojavayê Kurdstanê û tevahiya Kurdistanê, hem jî dengvedana şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser asta cîhanê anî ser ziman û wisa domand: “Ne tenê di Rojavayê Kurdistanê de, lê belê di her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê de û bi taybet serhiladana Jin Jiyan Azadî ku çirûska xwe ji Şoreşa Rojava girt, piştî kuştina keça kurd Jîna Emînî ku bû qurbana vê sîstema zayendperest hewl dide bi ferzkirina lixwekirina dismalan mêjiyê jinan tarî bike û bêrol bihêle. Lê belê li hemberî van kiryaran, jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rabûn ser piyan û şoreşa Jin Jiyan Azadî bi fikir û felsefeya Rêber Apo dest pê kirin û belavî hemû bajarên Îranê kirin. Ne tenê Îran lê belê ev silogan cîhanî bû û bû ilhamek ji hemû jinên cîhanê re herwiha nerîna Rêber Apo tekez kir ku sedsala 21,ê wê bibe sedsala azadiya jin. Ji ber vê bi dihan jinên ku rabûn ser piyan û li hemberî sîstema Îranê serî hildan, hatin girtin û cezayên darvekirinê li ser wan hat birîn .Mîna Zeyneb Celaliyan, Bexşan Ezîzî, Şerîfa mihemedî û bi dihan jinên ku li hemberî tunekirina jinan tekoşînê didin meşandin. Li Başûrê Kurdistanê armancgirtina jinên rojnemevan heval Gulîstan, Hîro, Nagîhan Akarsal, li Parîsê Sakîna Cansis, Evîn Guyî, li Bakur bi dihan jinên perlemanter ên ku pêşengtiya civakê bi zhiniyeta jin û li hemberî zihniyeta zilamê serdest ku heta zarokên mîna kulîlkên buharî Narîna delalî bi destên vê zihniyetê ji jiyanê hat qutkirin. Li Rojavayê Kurdistanê Hevrîn, Zeyneb, Jiyan Tolhdilan, Rîhan Amûdê, Yusra Derwîş, Xalîda Mihemed, Sîwan Fatimê û hwd… li hemberî vê zihniyetê tekoşîn û berxwedan kirin û şehîd bûn. Herweha jinên Efxan û Hindistanê bi durişmeya “Jin Jiyan Azadî” serî radikin û li ber xwe didin. Em jî weke Kongira Star di Rojavayê Kurdistanê de, 2 yemîn selvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî silav dikin û hemû şehîdên ku di vê oxirê de şehîd bûn bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em şopa wan berdewam bikin û xewin û xeyalên wan pêk bînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star wiha bang kir: “Em bangewaziya hemû jinên azadîxwaz, rêxistinên jinan û hemû jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin piştgiriyê bidin kampaniya Ji Darvekirinê Re Na, ji jiyana azad re erê, herwiha piştgiryê bidin kampaniya Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo Û Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî. Ji ber ku encex teza Rêber Apo dikre bibe kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên ku mirovahî û di serî de jin jiyan dikin. Di heman demê de ev sîstemên qirker tu carî nikarin bi dîlgirtin, işkence û biryarên darvekirinê me ji xeta bilindkirina asta tekoşîn û berxwedanê, bihêlin gavan bi paş de bidin. Lê berevajî wê, em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û şoreşa Rojava bikin malê hemû jinên cîhanê.”