Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hunergeha Welat di encama xebata çandî û lêgerîna folklora kurdî de kilîpeke bi navê Xanimê derxist. Her wiha derhênerê wê Mihemed Mûsa da zanîn ku kilîpa Xanimê ji kultûra kurdî ye û çîroka jineke kurd a bedew vedibêje. Di heman demê de ev kilîpa folklorî bi çêjeke nûjen hatiye çêkirin.
Kilîpa Xanimê yek ji berhemên Hunergeha Şehîd Welat e ku di encama kedek mezin de hat amadekirin. Her wiha derhênerê kilîpê Mihemed Mûsa ye, stranbêjê wê Ismayîl Yûsif e, muzîkjenê sazê jî Fûad Ibrahîm e. Hêjayî gotinê ye ku gotinên wê gelêrî ne û ji destpêka meha 6’an xebat li ser amadekirina wê hatiye kirin û li gundê Topiz yê girêdayî bajarê Amûdê kilîp hatiye kêşan. Berhema ku di 14’ê Îlûnê de hat derxistin, piştî ku li ser You Tube hat weşandin, bi dirêjayiya rojekê, bêtirî 11 hezar kesan lê temaşe kir.
Girêdayî kilîpa Xanimê, derêhênerê wê, Mihemed Mûsa û muzîkjenê stranê ji rojnameya me re axivîn.
Çîroka strana Xanimê
Mihemed Mûsa têkildarî çîroka stranê wiha anî ser ziman: “Berhema Xanimê yek ji berhemên Hunergeha Welat e ku bi rengekî komî hatiye çêkirin. Çîroka vê stranê ji rabirdûya civaka kurdî û çanda wê ya zengîn e. Strana Xanimê ji stranên gelêrî ya deşta mêrdînê ye, Xanimê jî jineke kurd a gelekî rind û ciwan e. Çîrokeke evînî ji mêj ve çêbûye û li ser vê bingehê jî straneke folklorî ji aliyê civakê ve hatiye gotin. Ji ber ku Xanimê ewqas bedew e, 3 xort dibin hezkerên wê. Me jî xwest ku vê çîrokê bi kilîpekê vebêjin, kilîpa Xanimê jî hin lîstikvanan digire nava xwe. Jinek, bi rola Xanimê radibe û bavê Xanimê ye, herwisa sê xort in. Di heman demê de jineke din bi temen mezin, rola Xanimê dilîze û sê mêrên bi temen mezinin. Sînariyoya vê kilîpê li ser bingeha vegera bîranînên Xanimê û her sê kalan e her wiha her 9 lîstikvan dişibin hev.”
Armanca çêkirina kilîpê?
Derhênerê kilîpê Mihemed Mûsa girêdayî armanca derxistina kilîpê bi vî awayî domand: “Bêguman armanca me ji vê kilîpê ew e ku çanda kurdî û stranên gelêrî yên civaka xwe vegerînin û vejîn bikin. Berê em dizanin ku ev stran ji aliyê hunermendan ve hatiye gotin, lê me xwestiye ku bi şêweyekî nû kilîpa Xanimê biafrînin. Li aliyekî din jî em jiyana gundan, çanda gundan û bîranînên civakê bidin pêş. Ev yek jî bi riya dîkorên xaniyan, cilûbergên li lîstikvanan û hwd… Berhema Xanimê ji pilana Hunergeha Welat bû, ji xwe me berî niha dabû diyarkirin ku em hunermendan tînin û stranên folklorî yên kurdî dibijêrin û bi awayekî cuda kilîpan derdixin. Ji bo stranên gelêrî jî em lêkolîn û lêgerînan ji bo peyvên stranên resen dikin, hem bi riya pirtûkan hem jî bi riya hunermendên kevnar re. Ji bilî vê jî muzîkjenan tînin tomargehê û amûrên kurdî dijenînin, ji wê jî awaz û muzîkeke taybet derdixin.
Nûjenkirina stranê her wiha lêgerîna li gotin û awazên resen
Ismayîl Yûsif di derbarê strana Xanimê, gotin û awazên wê de wiha axivî: “Wekî tê zanînin ez yek ji hunermendên kurd im, berî niha bi du salan daxwaza min û Hunergeha Welat hebû ku em kilîpeke komî çêbikin. Di encamê de îro vaye me bi hevkariyekê kilîpeke folklorî derxist û ez gelekî kêfxweş im ku stran gelêrî ye. Strana Xanimê straneke folklorî ye, bi dehan hunermendên kurd ev stran gotine. Ji wan kesan birayê min Hesen Yûsif û gelek hunermendên din bû. Lê yê ku me gotinên resen jê wergirtin Hisênê Omerî. Me xwestiye ku di encama gerîneke pir mezin de berhemeke resen û xweş çêbikin. Ji ber ku gelek stranên kurdî hatine windakirin, an jî hunermendekî stranek gotibe, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî û nepaqijbûna deng, gotinên wê nehatine fêmkirin. Lê kilîpa Xanimê bi resenî û şêwazê durist hatiye çêkirin. Dê berhemên weke ya Xanimê bikaribe nifşên nû bi huner û folklora kurdî bide naskirin û girêdanekê pêk bîne.
Sûdên hunera resen li civakê?
Muzîkjenê kilîpa Xanimê girêdayî sûdên hunera kevnar û resen li civakê wiha got: “ Sûda herî mezin ji berhemên wisa ji bo civakê ew e ku mirov hunera, dîrok û çanda xwe, hem jî şêwazê jiyana xwe ya kevnar nas dike. Sûda din jî, parastina zimanê kurdî ye, dema mirov guhdarî stranên folklorî dike, zimanê xwe diparêze û peyvên ku wê winda bibin eger bi kar newin, digire. Erkê parastina huner û folklora kurdî netenê dikeve ser milê Hunergeha Welat, lê belê dikeve ser milê hemû hunermendên kurd. Eger siyasetmedar bi siyasetê civakan bi rê ve dibe hunermend û muzîkjenên kurd bi gotin û hunera xwe miletekî radike û hunera xwe li pêş dixe. Ji ber vê yekê jî Hunergeha Welat rê û derfeteke mezin dide hunermendan ku bi hev re çand û hunera kurdî biparêzin û destkeftiyên nirxdar bigirin dest.”







