Lîloz Hisên/ Qamişlo
Festîvala 1ʹemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ a bi dirûşmeya ‘Helbest Stêrka Wêjeyê ye’ li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, bi tevlêbûna endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demoktîk (TEV-DEM) siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar û gelek kesan di roja sêyemîn de, bi xelatgirtina 6 helbestvanan bi dawî bû.
Di bin drûşmeya” Helbest Stêrka Wêjeyê ye” Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê festîvaleke helbestê li Bexçeyê Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist, festîval sê rojan berdewam kir 13, 14, 15, çalakiyên festîvalê di atmusfereke wêjeyî û çandî seat 5: 30 êvarî bi rêjiya sê rojan berdewamkir.
Di roja yekemîn de komeke ji nivîskar û helbestvanên kantona Cizîrê, endamên Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê, endamên Desteya Çandê û TEV-DEM tevlî festîvalê bûn.
Di çalakiya roja yekem de bi navê TEV-DEM, Desteya Çandê, bi navê komîteya amadekar a festîvalê axaftin hatin kirin. Pirsên wêjeyî hatin kirin, (Kawa Kalê) bi awazên xwe coş da festîvalê. Her wiha di festîvalê de şanoyeke bêdengî ji hêla Izdîhar Tahir ve hate pêşkêş kirin. Her wiha helbestvan Salihê Heydo ji nav helbestên xwe helbesteke xwe di festîvalê de pêşkêş kir û diyarî beşdaran kir.
Di roja yekemîn a festîvalê de helbestvan Hesen Umer, Emîna Teter, Baran Memo, Mihemed Ebdilezîz, Delîl Amûdê, Nalîn Namo, Dilyar Hebîb, Aras Qasim, Ridwan Yûsiv, Dilyar Osê, Bavê Metîn, Can Yûsif, Hisên Elî Hisên û Cemîl Dahir helbestên xwe bi zimanê Kurdî xwendin.
Helbestvan Qadir Egîd, Diya Îskender, Mihemed Ehmed Weys, Selah Seyda û Nûra Ibed jî helbestên xwe bi zimanê Erebî xwendin.
Di roja duyemîn de bi tevlîbûna endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar û gelek kesan, di roja duyem de jî helbestên xwe xwndin.
Di roja duyem a festîvalê de di çarçoveya pêşbirka helbestan de, bi zimanê Kurdî helbestvan Seîd Mele Yûsif, Bêbira, Hesîna Ehmed, Hozanê Girkundê, Siltana Eto, Ebdirehman Silo, Diyala Elî, Dilsoz Îbrahîm, Xalid Qasim, Şama Mihemed, Cenbelî Cenbelî, Hacî Ebdilhadî, Can Îbrahîm, Mufîde Koto, Idrîs Hecî Qasim, Ciwanê Dêrikê, Yasmîn Cesas û Leyla Reşo helbestên xwe xwendin.
Her wiha bi zimanê Erebî helbestvan Ebdurehman Mihemed, Heya El Îsa, Besam Ehmed El Ebdullah Samiya Îbrahîm, Hikimet Îbrahîm, Necwa Elî Xelef, Lêzan Evdikê, Dijwar Bozo, Fîdan Mihemed, Ebîr Dirêî, Efaf Heskê û Zekiya Heydo helbestên xwe xwendin. Di festîvalê de hunermend Sumeya Mihemed stranên gelerî pêşkêş kirin û pêşbirka pirsên wêjeyî jî hat lidarxistin.
Roja sêyem a festîvalê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre helbestvan Fewaz Reşo, Şêrzat Mihemed Letîf, Mişel Osman û Hozan Girkundî bi zimanê kurdê helbestên xwe xwndin.
Her wiha bi zimanê erebî helbestvan Ebdilcabir Hebîb, Ehmed Ciwêl, Ebdilbarî Ehmê û Feyrûz Reşik helbsetên xwe xwendin. Piştî bidawîbûna xwendina helbestan malbata helbestvan Lorî Tildarî hate xelat kirin û ji milê malbata wî ve axaftin hate kirin. Piştre senvîzyoneke hate pêşkêş kirin, û bo Abdul Wehab Bîranî û Xalis Misewer xelata rexnegeriyê hate diyarkirin. Ji bo zimanê kurdî Xelata nirxandinê ji bo Melevan Resûl, Beşîr Mele Newaf û Kemal Necim hate dayîn. Ji bo zimanê erebî jî xelat ji bona Mustefa Sîno, Ehmed el-Yûsif û Hena`a Qasim hate pêşkêşkirin.
Di dawî de navên helbestvanên bi zimanê erebî ku di pêşbirka helbestê de bi serketin hatin diyar kirin, di asta yekemîn de Feyrûz Reşik, di asta duyem de Abul Rehman Mihemed û di asta sêyem de Abdul Barî Ehmê, hatin xelat kirin. Ji bo zimanê kurdî di asta yekem de Diyala Elî, Fatima Ito û Aras Qaim xelat ji bo wan hate dayîn. Komîteya Amadekar ya festîvala helbestê ya xuleya yekemîn, Yasmîn Meşayix ji rojnameya me re diyar kir ku her sal wê ev festîval were li dar xistin, lê her sal wê beşekê wêjeyî bigre nava xwe, mîna şano, stran, çîrok û hwd …
Yasmîn Meşayix destnîşan kir ku wan dixwest kategoriya ciwanan derkeve pêş, ji ber ku ciwan pêşeroja civakê ne û civak li ser milê ciwanan tê avakirin.