Thursday, June 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amadekariyên çandina sebzeyên payîzê tê kirin

15/08/2018
in Uncategorized
A A
Amadekariyên çandina sebzeyên payîzê tê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî bidawîkirina çandina demsala havînê, cotkarên navçeya Tirbespiyê amadekariyên çandina sebzeyên payîzê dikin. Cotkaran bang li saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kirin ku cureyên baş ji dermanên li dijî nexweşî û kurmikên bizirar ji wan re peyde bikin.
Di nav çend salên dawîn de, çandiniya sebzeyan li navçeya Tirbespiyê geş bûye. Şêniyên navçeyê debara jiyana xwe bi çandiniyê dikin. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk semad, derman û sotemenî ji cotkaran re peyde kirin.
Niha cotkarên navçeyê ji bo çandina sebzeyên payîzê wekî xiyar, bacanên reş, pîvaz, kelem û amadekariyan dikin. Girêdayî mijara pêşketina çandiniyê li navçeyê cotkarê bi navê Şahîn Mûsa diyar kir ku çandiniya sebzeyan li navçeyê roj bi roj geş dibe. Mûsa da zanîn ku niha wan pêngava xwetêrkirinê derbas kirine û di du salên borî de cotkarên navçeyê berhemên sebzeyan ên navçeyê derxistin bajar û herêmên din li Bakurê Sûriyê.
Mûsa destnîşan kir ku çandiniya sebzeya li navçeyê piştî eleqedariya cotkar û aliyên têkildar geş bûye.
Di dawiyê de Şahîn Mûsa ji saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwest ku ji wan re dermanên li dijî nexweşî û kurmikên bizirar peyde bikin…ANHA

Post Views: 101
ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.