Hemza Sêvo/ Qamişlo
Dengbêj û stranbêj Yasîn Hisên ji kêmpeydayên çand û hunera kurdî ye. Wî xebateke hunerî bi dirêjahiya bêtirî 34 salan kiriye. Bi dengê çiyayî û awazên herikbar gelek stranên şoreşgerî, folklorî gotine û hem jî xwediyê berhemên taybet e. Qada hunera kurdî li Rojavayê Kurdistanê qadeke zengîn û dagrtî ye, hunermendên wê jî çi stranbêj an dengbêj an jî muzîkjen bin heya astekê pir in. Ji Cemîl Horoyê Efrînî ta Mihemed Şêxo yê Qamişloya evînê, Baqî Xido yê Kobanî û gelek hunermendên ku bi stran û hestên xwe xizmeta çanda kurdî kirine. Ji van kesan jî hunermend Yasîn Botan e.
Jiyana Yasîn Botan
Yasîn Hisên, bi nasnavê Yasîn Botan tê nasîn. Yasîn yek ji hunermendên kurd e ku di 20’ê Sibata sala 1972’an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Xwendina xwe heya qonaxa amadehî li Qamişlo qedandiye û bawernameya wêjeyî bidest xistiye. Di wê demê de xwendina xwe radiwestîne û dikeve nav deriyaya hunera kurdî. Lewma weke yekem car, Yasîn Hisên di sala 1990’î de tevlî Koma Botan a hunerî dibe. Yasîn sê salan xebata hunerî di nav Koma Botan de dike û piştre ew ji aliyê rêjîma Basê ya wê demê ve, tê neçarkirin ku karê leşkerî bike. Hisên di sala 1993’an de diçe şamê û li wir karê leşkerî dike û di heman demê de jî di warê hunerê de xebata xwe domand. Lewma tevlî Koma Raperîn a Şamê dibe, li wir jî 4 salan dimîne û di sala 1997’an de vedigere bajarê xwe û dîsa tevlî koma xwe ya destpêkê dibe. Hisên di heman salê de ji ber hin sedemên girêdayî malbat û jiyanê xebata xwe ya hunrî ya di Koma Botan de radiwestîne. Her wiha piştî destpêkirina Şoreşa Rojava Yasîn Botan dîsa derbasî nav xebata hunerî ya Koma Botan dibe. Di heman demê de, ji ber ku Botan ji zimanê dayikê hez dikir, ew xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dike. Bi pêşveçûna şoreşê re mijûlî stran, muzîk û dengbêjiyê dibe, hem jî ji destpêka sala 2024’an ve dest bi karê rojnamegeriyê kiriye.
Xebata Botan a hunerî
Wekî tê zanîn hunera dengbêjiyê qadeke girîng e ji bo gelê kurd û piraniya dengbêjên kurd, ev ji pêşiyên xwe wergirtine ango ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhestin. Lewma jî Yasîn yek ji wan kesan bû ku bavpîrê wî, Hemo dengbêj bû. Botan di zaroktiya xwe de dema ku bavpîrê wî stranên dengbêjiyê digotin, lê guhdar dikir û wiha bi hunera stranbêjiyê ve hat girêdan. Her wiha kete bin bandora wan stranên Şakiro û yên folklorî yên deşta Mêrdînê li mal guhdar dikirin. Li aliyekî din jî hezkirina wî ji stran û dengbêjiyê re hişt nêzî deryaya hunermendiyê bibe û bi tena xwe li gemiya awaz, stran û dengbêjiyê siwar bû. Wî ji Koma Botan dest bi xebata hunerî kir, di wê demê de Botan û hemû endamên komê tevî zext û qedexekariya ku ji aliyê rêjîma Basê ve ya li dijî hunera kurdî dihat kirin, li Qamişlo pirovayên xwe didomandin. Hem jî Yasîn bi rêhevalên xwe re bi dehan stranên komî yên girêdayî netewperweriyê bi awayekî veşartî çêkiriye. Pê re jî da ku Yasîn Hisên û hevalên xwe bikaribin stranên komê qeyd bikin, kar û barên komê bimeşînin, karê jiyanî weke cotkarî û wekî din dikirin. Piştî ku ew tevlî karê leşkerî bû, lê dîsa berê gemiya hunerî neguherand û tevlî Koma Raperîn bû. Di wê demê de Yasîn Botan û rêhevalên komê, li Şamê pirovayên hunerî bi rengekî veşartî dikirin. Yasîn kar û xebata di warê muzîk û stranên kurdî de ya ku li nav Koma Botan dikir, heman xebat li nav Koma Raperîn jî domand.
Rojnamegerî li gel karê hunerî
Dema ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir, stran, hunera kurdî û hemû warên din yên girêdayî kurdayetiyê ji qeydên ku rêjîma Basê ya wê demê hatin rizgarkirin. Yên ku ev yek pêkanîn kesayetên dildar û pêşengên kurd bûn, ji van kesan jî Yasîn Botan bû ku derfet jê re hat vekirin ji bo xizmetkariya huner û stranên kurdî bike. Bi dirêjahiya Şoreşa Rojava re jî Yasîn Botan di nava Koma Botan de stranên şoreşgerî yên bi hevbeşî gotine û di gelek şahiyên hunerî de strandiye. Bi vî rengî xebat kiriye û pê re jî di destpêka sala 2024’an de tevlî karê Rojava TV dibe. Botan bi vîn û xwesteke mezin dixwest bibe rojnameger û ev yek li ser wî ne zehmet bû, ji ber ku ew xwedî armanc bû. Lewma armanca wî encameke bi sûd bû, ew bû pêşkêşvanê kenalê. Di dema heyî de Botan bernameya Roj Baş pêşkêş dike, ev bername hem hunerî ye, hevpeyvînên hunerî dike û hem jî hevpeyvînên girêdayî mijarên civakî, xizmetguzarî û hwd dike.
Hunera Yasîn Botan û berhemên wî
Hunermendê stranbêj û dengbêj Yasîn Botan bi dirêjahiya xebata bêtirî 30 salan bi deng û awaza çiyayî ya kurdwariya resen stran gotine. Di heman demê de di nava gelek kilîp û stranên Koma Botan de cihekî taybet girtiye. Ji wan berhemên Koma Botan yên ku Yasîn tê de beşdar bûye strana li ser Efrînê, kilîbek li ser şehîdan, stranek li ser Hêzên Ewlekariya Hudirîn (Asayîş) û hwd… . Yasîn Botan yekem stran bi navê Sivik Çû Buhara Min di sala 2017’an de tomar kir. Her wiha straneke din bi navê Kurdo Rabe di sala 2019’an de tomar kiriye, hêjayî gotinê ye ku herdû stran ji gotin û awazên wî ne û girêdayî kurdwariyê û yekrêziya kurdî ne. Hem jî Yasîn Botan bi hevkariya helbestvan Beşîr Mele Newaf û Hunergeha Welat stranek bi navê Hespê Delalî di sala 2020’an de tomar kir. Di heman demê de wî bi hevkariya hin dezgehên hunerî û hevalên xwe yekem berhema xwe ya taybet girêdayî Rêber Apo û Îmralî bi navê Neqşa Azad di 23’ê Sibata sala 2022’an de derxist. Piştre jî kilîpa li ser şehîd Ferhad Dêrik di sala 2023’an de derxist. Yasîn Botan hilgirê tûrkê hunera kurdî ye lewma bi deng û hestên xwe hîna jî afrîneriya hunerî pêşkêşî guhdaran dike. Ji bilî van berheman jî 8 stran di tûrkê hunerî yê Yasîn Hisên de hene, gotin û awazên wan stranan yên wî ne, lê hîna nehatine qeydkirin.






