Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirs

15/09/2024
in Uncategorized
A A
Tirs
Share on FacebookShare on Twitter

Lema Elî

Wekî her car ez li nexweşxaneyê li ber serê dayîka xwe me, textê nêzîkî textê dayîka min vala ye, lê her heşt textên din nexweş li ser wan hene, hemî nexweşên di vê nexweşxaneyê de bi nexweşiya penceşêrêne û nexweşxane taybet ya pêşwazîkirina kesên ku bi penceşêrê dikevin.

Vê kêlîkê dayîka min di xew re çû ye, min dît ku sê xort derbasî odeya me bûn yekî ji wan ereboka nexweşan dabû pêşiya xwe û jineke temen mezin têde ye ku min goman kir ev jin dayîka wan e û keçeke ciwan temen piçûk bi du wan re derbasî odeyê bû.

Ew jina ku diyarbû nexweşiyê keysa xwe jê aniye, gewdê lawaz, bê hêz bûye lepek hestû, rehiştinê û danîn li ser textê vala yê li kêleka textê dayka min.

Piştî çend xuleyan ez bi wê keçikê re axivîm û min jê pirsî: Ev dayîka teye?

Lê deng jê nehat tenê serê xwe hejand bi erênî, min pirsa xwe berdewam kir: Nexweşî di kudera wê de ye? Vê carê ji binî bersiv neda, tenê li nav çavên min nihêrî.

Min goman kir ku ji ber ez baş bi zaravayê Soranî nizanim, ji ber vê yekê ji gotinên min tênaghêje, yan ew jî weke hin kesan ji dan û standinê hez nake loma bersiva min nade.

Min pirsa xwe ya sêyem ji wê kir: Hûn xelkê kûderê ne?

Hew min dît ku bersiva min weha da: Ene mû Kurdiye, ene erebiye.

Wê çaxê têgihiştim ku keçik ne kurde lê belê ereb e.

Erebiya min baş e, loma ez bi keça ciwan re bi erebî exivîm, raste ku di bikaranîna zarava de erebiya min ji ya wê cuda bû ez bi zaravayê Suriyan û ew bi zaravayê Iraqiyan daxivî, lê em ji hev tê dighêjtin. Min hemî pirsên xwe bê navber jê kirin.

Got ev dayika min e, nexweşî li her devera giyanê wê belav bû ye, em eslê xwe ji Mûslê ne, em du keç û heft biran e, mala bavê min ji ber DAIŞ’ê reviyan û li gundekî Hewlêrê bicih bûn, ez ji bo dayka xwe ji Mûslê hatime.

Çaxa wisa got min ew sekinand: Çawa tu ji Mûslê hatiye?

Ma qey tu ne li gel malbata xwe dijî?

Bibûre min navê te ne pirsî, ez Hêvî me, navê te çiye?

Ez Nadiya me, temenê min hejdeh saliye.

Bê ku dudilî bibim min jê pirsî ka çîroka xwe ji min re bêje.

Got: Em li gundewarekî Mûslê dijyan, bavê min mamosteyê wêjeya erebî bû, her hefte birayên min ji me herdû keçan mestir in, ez temen çardeh salî û xwişka min Newal sêzdeh salî bû çaxa DAIŞ kete Mûslê. Rojekê ji rojan ez û xwîşka xwe çûn mala kalikê me, wê şevê em li wir raketin, roja din bi ronahiya rojê re li ser dengê guleyan em ji xew rabûn, em baş tê ne dighêştin ku çi qewimiye, lê kalikê min got ku divê em li gel wî biçin mala metika min ya mezin Fatima ku mala wê jî di heman gundî de ye, lê hinekî malê me dûrî hev in.

Çaxa ku em gihan mala metika min Fatima, keftelefta hemiyan bû, hevjînê meta min ku navê wî Ehmed e, ew û xortên wî her yekî ji aliyê xwe ve bi mobaiylê diaxivîn, vê yekê pir bala min kişand, min ji kalikê xwe pirsî: Yabo çi heye?

Weke ku pariyek nan di gewriya wî de mabe li min vegerand: Tiştek nîne keça min û li nav çavên min nêrî, wê çaxê têgihiştim ku tiştekî pir ne baş heye ji ber ku cara yekê ye ez rondikan di çavên kalikê xwe de dibînim.

Ez û xwîşka xwe Newal man li mala metika xwe Fatima, berî ku kalikê min here mala xwe, ji min û Newal re wiha got: Rewş gelekî xirab e, divê ku hûn baş têbghêjin gereke bilez heryekî ji we bi kurekî metika xwe Fatima re bizewice, Nadiye bi Selah re û Newal bi Mihemed re, heger em wilo nekin, DAIŞ dê dest daynê li ser we û wê herduyan ji xwe re bibin. Xalê min Ehmedê ku hevjînê metika min Fatima ye, bixwe melayê gundê me bû, loma bi lez ez û Newal li herdû kurên xwe mehr kirin berî ku DAIŞ bikeve nava gundê me.

DAŞI kete gundê me de, mîna bablîsokê gund bi gund dan berxwe. Çaxa kete di gundê, hevjînê meta min Ehmed girtin û jê re gotin: Heger tiştê em ji te bixwazin tu wekî me neke, em dê zenglora te ij qurm rakin, divê di her xudbeyeka Înan, di mizgeftan de tu piştgiriyê bide me û bihêle xelk bi aliyê me de werin. Lê xalê Ehmed qet ev yek qebûl nekir û got ez bi şerîata xweda re me, ev karê hûn dikin dijî dînê me ye, hûn talaniyê ferz dikin, Xwedê vê yekê qet qebûl nake. Ji ber vê yekê serê xalê Ehmed xistin di bin şûrê xwe de û bi dengekî bilind diqêriyan: Allahûekber, lê serê wî jê nekirin, çend caran wilo lê dikirin ta ku rojekî di nav destê wan de aqilê xwe wenda kir û nema kesek nas dikir, ew berdan lê piştî çi!

Ta ku DAIŞ ji nav me derket gelek xor û jin hatin kuştin, derûniya me ne baş bû, em ji her tiştî ditrsiyan, ez nîvê şevan radibûm û min qîr didan, hevjînê min pir alîkarî bi min re kir ta ku min ev rewş derbas kir,lê heta niha ez di xew de dibînim ku serê xalê min Ehmed jê dikin, wê çaxê ez ji xew bi tirs radibim û hin caran bi qêrîna dangê min re her kesê li mal ji xew radikim ku tirsê dixim dilê wan de jî.

Post Views: 113
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.