Rojnameya Ronahî

Qirêjiya jîngehê.. sedem û xeteriyên wê

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Ji destpêka pêşketina teknolojîk û şoreşa pîşesaziyê ve, qirêjiya jîngehê her ku diçe zêde dibe, ev yek bandorê li ser zindiyan û jêderên jiyanê dike. Sedem û çareserî tên nasîn, lê hêzên hegemonîk yên cîhanî ji bo berjewndiyên xwe gavan ji bo çareseriyê navêjin.

Qirêjiya jîngehê ne tenê pirsgirêke herêmî ye, lê bûye pirsgirêkek cîhanî, bi sedema kombûna bandorên wê û tolaqkirina pêkanîna çareseriyên wê.

Di sedsala dawî de encamên qirêjiya jîngehê hate diyar kirin; germbûna gerdûnî, helîna qeşa , belavbûna newxeşî û mirinê, ev hemû bandorên xeternakin roj bi roj zêde dibe, tevî ku 190 welatan di dawiya sala 2016`an de Peymana Avhewayê ya Parîsê îmze kiribûn, ji bo rawestandina germbûna global bi kêmkirina belavbûna gazên serayê. 55 welatan ku herî kêm %55 belavbûna gazên cîhanî temsîl dikin, neçar man ku peymanê îmze bikin.

Qirêjiya jîngehê çi ye?

Qirêjiya jîneghî mîna şêwazê madeyên bi zirar e êrîşî hewa, av û axê dike, dibe ku jî mîna îşaretan be, êrîşî guhê mirov bike( qirêjiya guhdarkirinê û deng) û çav( qirêjiya nêrînê).

Di dema heyî de zêdetir li ser qirêjiyê tê axaftin, bi sedema gazên ku germbûna gerdûnî çêdike hene, ev gaz di riya wesayît û tirmbêlan û hin kareghan de çêdibin.

Têgeha Qirêjiyê

 Jîngeh li deverên cihêreng ên cîhanê li ber hêmanên zerardar ên ku bi navê qirêj têne zanîn ev gemarî dikarin ji çavkaniyên xwezayî yên wekî axek ku ji volkanan derdikeve, an jî ji çalakiyên mirovî yên wekî zibil û ava herikbar ji kargehên ku madeyên kîmyewî hildigirin nav çeman û deryayan çêdibe. Van madeyên zerardar li cihek taybetî li ser bandora xwe namînin, belkî li ser gerstêrka Erdê bandorek neyînî li jiyanê bi gelek cûreyên wê dikin. Qirêjbûn bûye pirsgirêkek gerdûnî ku ne tenê li welatên pîşesazî lê li her deverê balê dikişîne, ji ber ku jîngeh û organîzmayên zindî ji encamên wê yên giran dikişînin.

Şêwazên Qirêjiya Jîngehê

Qirêjiya hewayê:

Qirêjiya hewayê, an jî atmosfera hewayê, cureya herî navdar û wêranker a qirêjiyê ye. Gazên serayê yên ku bi eslê xwe xwezayî bûn û ji sedsala 19`an û vir ve ji ber çalakiya mirovan pir zêde bûne di serî de ji qirêjiyê berpirsiyar in. Ev gaz ji bilî qirêjkirina erdê, li ser rûyê erdê jî dibin sedema germbûna global.

Tiştên din ên qirêj yên atmosferê yên wekî pariyên hûr jî ji bo gerstêrkê pir zirardar in. Hilweşîna tebeqeya ozonê dihêle ku tîrêjên ultraviolet ên zirardar di atmosferê de derbas bibin. Hemî van qirêj dê hêdî hêdî kalîteya hewayê kêm bike û bi vî rengî bibe sedema windabûna gelek zindiyan, herwiha pêşveçûna cûrbecûr nexweşiyên dil û damaran zêde bike.

Qirêjiya axê

Qirêjiya axê wekî cûreyên din ên qirêj nayê çareser kirin, dibe ku ji mirovan re herî kêm diyar e, tevî ku ev cureya qirêjî ji bo tenduristiya zindiyan pir xeternak e.

Qirêjiya axê dema ku madeyên kîmyewî (derman û zibil) rasterast dikevin axê, hilberên xwarinan û berhemên çandiniyê ku mirov û hin lawir dixwin, qirêj dibe.

Qirêjiya avê

 Qirêjiya avê ji ber sedemên cuda çêdibe. Dibe ku ew ji qirêjiya pîşesazî (dakêşana keştiyan di nav deryayê de, avêtina madeyên kîmyewî), qirêjiya bi çandiniyê (bikaranîna madeyên kîmyewî yên ku avên zevî û binerdê qirêj dikin), avêtina neft an sotemeniyê di rêyên avê de an nepaqijkirina rêyên avê.

Qirêjbûna bermayiyên nûklerî û kîmyewî

 Bermayiyên nûklerî û kîmyewî encamên wê yên xirab li ser jîngehê hene, eger rasterast di hewayê de werin berdan an jî li erdê werin danîn (di riya bikaranîna şaş, qeza û şer). Taybetmendiya van bermahiyan heye ku ji bo demek pir dirêj li hawîrdorê “çalak” bimîne û ji bo hemî zindiyan kojere.

Cûreyên din ên qirêjiyê

Gelek cureyên qirêjiyê hene, wek qirêjiya ronahiyê, elektromagnetîk, dîtbarî, dengî, yan jî qirêjiya fezayê. Tevî ku ev cûreyên nû yên qirêjiyê ku ji hêla hin welatên mezin ên pîşesazî ve hatine afirandin, di asta mirovî de pir nû ne, û ji qirêjên kevneşopî yên din kêmtir in. Lêbelê, ew hîn jî xeternak in û dikarin wekî cûreyên qirêj ên kevneşopî zirardar bin.

Sedem û faktorên qirêjiya jîngehê

Sedem û faktorên qirêjiya jîngehê gelek in. Bi gelemperî, ew li du cûreyan têne dabeş kirin. Ya yekem ji mirovan tê (wek pîşesazî, tecrûbeyên nuklerî û şer …), û ya duyemîn ji karesatên xwezayî (wek erdhej, volqan, lehî …)

Sedemên qirêjiya hewa

Qirêjiya hewayê jîngehê xirab dike û pirsgirêkên wê girantir dike. Dibe ku qirêjiya hewayê heremî be, lê ew dikare li gor qalibên hewayê yên navneteweyî, dûr û dirêj bimeşe, ji ber vê yekê, tu kes ji vê qirêjiyê ne ewle ye, ku ji pênc çavkaniyên sereke yên mirovî tê, di nav de karbondioxid, nitrojendioxid, nitrojenoxide, sifirozone, sulfurdioxide û hîdrokarbon ev hemû ji bo tenduristiya mirovan zirardare.

Jêderên qirêjiya hewa evin:

Qirêjiya hewaya ya malê: Çavkaniya sereke ya qirêjiya hewaya ya malê di şewitandina navxweyî ya sotemeniyên mazot, gaz, dar, û cûreyên din ên sotemeniyê yên li ser bingeha biomasa ji bo xwarin, germkirin, û ronîkirina xaniyan e. Her sal nêzî 3,8 mîlyon mirinên pêşwext ji ber qirêjiya hewaya hundurîn çêdibe, ku piraniya wan li welatên pêşkeftî ne.

Pîşesazî: Li gelek welatan, hilberîna enerjiyê çavkaniyek sereke ya qirêjiya hewayê ye, û santralên ku ji komirê têne xebitandin alîkarek mezin a qirêjiya hewayê ne. Digel ku jeneratorên mazotê fikarek zêde ye, pêvajoyên pîşesaziyê û karanîna solvanan di pîşesaziyên kîmyewî û madenê de jî dibe sedema qirêjiya hewayê.

Çandinî: Du çavkaniyên sereke yên qirêjiya hewayê ji çandiniyê hene: heywanên ku Methane and ammonia gas çêdikin û şewitandina bermahiyên çandiniyê.

Weşanên Methane yên di ozon de dibe sedema nexweşiya Rebû û nexweşiyên bêhnvedanê yên din, û Methane jî gazek germbûna gerdûnî ji carbon dioxide bi hêztir e. Bandora wê di 100 salan de bi qasî 34 qat zêdetir e, û ji sedî 24 hemî gazên serayê yên ku li çaraliyê cîhanê têne belav kirin ji çandinî, daristan û karanîna rêbazên din ji erdê.

Çop: Şewitandina bermahiyên vekirî û bermahiyên organîk ên li zozanan tên şewitandin, furan, Methane û karbona reş ên jehrîn zirardar derdixe atmosferê.

Li seranserê cîhanê, ji sedî 40 ji çopê li qada vekirî têne şewitandin, û pirsgirêk li herêmên pîşesaziyê û welatên pêşkeftî dijwartir e.

Pêşvebirina berhevkirina bermahiyên hişk, dabeşkirin û avêtina bermayiyên ku dişewitînin an davêjin erdê kêm dike. Veguheztina bermahiyên organîk û veguhertina wê di zibilê organîk an biyoenerjiyê de dibe alîkar ku berberiya axê baştir bibe û çavkaniyek alternatîf a enerjiyê peyda bike.

Çavkaniyên din ên qirêjiyê: Qirêjiya hewa ne tenê ji çlakiyên mirovî tê, aktîva volkanan û lehiyên tozê, şewitandina şînatiyan weke daristanan, wekî din erdhej û Tisonamî û hwd.. pirsgirêkê ji jîngehê re çêdike.

Bahoza qûm û tozê bi taybetî fikar in, ji ber ku pariyên tozê yên hûr dikarin bi hezaran kîlometreyan di van bahozan de bigerin, û bibin sedema pirsgirêkên kronîk ên nefesê.