Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

12/05/2025
in NÛÇE
A A
 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bi boneya Roja Zimanê Kurdî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi diruşmeya “Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê Mafekî Rewa Û Bingehîn E” şahiyek li dar xist.

Di rêzeçalakiyên ji bo Roja Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê de têne lidarxistin, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê Mafekî Rewa Û Bingehîn E” şahiyek li dar xist. Di şahiyê de Meclisa Malbatê Şehîdan, Mamosteyên Peymangê, xwendekar û malbatên xwendekaran beşdar bûn.

Şahî bi xêrhatina mêvan, xwendekar û mamosteyan ve hate destpêkirin. Herwiha kesên beşdar xuleyeke bêdengî li ser giyanî şehîdan rawestiyan. Piştre axaftin ji aliyê Rêveberiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan, mamoste Heyat Ebas hate kirin.

Heyat Ebas Roja Zimanê Kurdî li hemû şehîd û cangoriyên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Beriya her tiştî em şehîdên ku di oxira azadiyê de hatin şehîdxistin, bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin, ji ber ku bi saya wan îro em bi zimanê xwe fêr dibin û zimanê me derbasî hemû qadên perwerdeyê bûye. Ji ber her kes dizane beriya niha em bi hisreta axaftina zimanê Kurdî bûn . Di 15’ê Gulana 1932’an de cara yekemîn sazbendê zimanê Kurdî Mîr Celadet Bedirxan û hevalê wî ku cara yekemîn weşangeriyeke binirx di Kovara Hewarê de bi tîpên latînî weşand, lewra em vê rojê her sal Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ji mafê her neteweyekê ye ku bi zimanê xwe biaxive, lewra em di Sûriya nû de jî doza mafê zimanê xwe dikin ku bibe zimanekî fermî.”

Piştî bidawîkirina axaftina Rêveberiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bernameya şahiyê hate destpêkirin.

Bernameyê şahiyê jî wiha bû:

Koma xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan şanoyeke li ser Efrîn, herwiha koma Orkêş şanoyeke li ser Kurdistanê pêşkêş kirin.

Ji aliyê koma Şîlan ve çeng govend hatin gerandin.

Çend Stran ji aliyê xwendekar û mamosteyên peymangehê hatin gotin.

Herwiha pêşbirka pirsan di navbera xwendekarên peymangehê de hate kirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.