Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aya Qatînî ya ku di zarokatiyê de hat zewicandin: Divê jin bi xwe bawer bin

15/09/2024
in Uncategorized
A A
Aya Qatînî ya ku di zarokatiyê de hat zewicandin: Divê jin bi xwe bawer bin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Sûriyeyê ku nêzî 13 salan e pevçûn û bê îstîqrariya siyasî didome; zewicandina zarokan her diçe zêde dibe. Aya Qatînî ya ku di temenê zarokatiyê de hat zewicandin; got ku divê jin bi xwe bawer bin.

Li Sûriyeyê nêzî 13 salan e, ji ber şer û pevçûnan û bê îstîqrariya siyasî, şideta li dijî jinan, di temenê biçûk de zewicandina bi zorê, krîza aborî, bêparebûna ji xizmetên tendirustiyê û pirsgirêkên ewlehiyê her diçe kûrtir dibin. Hişmendiya baviksalar a her ku diçe bi hêztir dibe û berdewam dike, ji bo polîtîkayên zextê yên li dijî jin û zarokan dibe zemîn.

Zêdebûna zewicandina zarokan ku binpêkirina mafên mirovan e, zêde dibe û dighêje asteke bi xeter. Aya Qatînî ya ji gundê Raymah Hazem ê Suweydayê, weke gelek zarokan di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin. Aya Qatînî bal kişand ku ji ber sedemên aborî hatiye zewicandin û got ku wê zarokatiya xwe nejiyaye.

Di 15 saliya xwe de zarok anî

Aya Qatînî diyar kir ku di 15 saliya xwe de zarok aniye cîhanê û got ku kesê pê re zewicî, ji bo xebatê diçû welatên din, ji ber vê yekê hemû berpirsyarî ketine ser milên wê. Aya Qatînî da zanîn ku piştî zarok anî cîhanê bi nexweşiya penceşêrê ketiye û wiha domand:

“Min gelek tişt xeyal dikirin lê rastî cuda bû. 6 meh piştî welidînê bi penceşêra nazofarenks ketim. Ji ber ku min nikaribû kurê xwe xwedî bikira, min şand ba malbata xwe. Piştî ku nexweşiya min bi pêş ket, hevjînê min dûr ket ji min. Me hev berda û ez vegeriyam ba malbata xwe. Zewicandina zarokan ji ber nezaniyê ye. Min demek dirêj piştgiriya derûnî girt lê ji ber ku hevjînê min mesrefên zarokê me neda, min di nîvî de hişt.”

Aya Qatînî anî ziman ku bi alîkariya hinek saziyên alîkariyê dermanên xwe girtiye û got ku divê jin bi xwe bawer bin. NÛ JINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.