Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşxaneya Şehîd Tekîn

14/09/2024
in Uncategorized
A A
Nexweşxaneya Şehîd Tekîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Rêvebera Desteya Tenduristiyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Ehmed diyar kir ku di 5’ê Îlonê de Nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Klînîkên Şehîd Qehreman li taxa Xiwêran a Hesekê hat vekirin. Ev nexweşxane taybet bi hêzên Ewlekariya Hundirîne.

Di 5’ê Îlonên de, li taxa Xwêran ya bajarê Hesekê nexweşxaneya Şehîd Tekîn û kilînkên Şehîd Qehreman hatin vekirin. Nexweşxane taybet ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Avahiya nexweşxaneyê ji sê qatan pêk tê, qata yekem ji cihê embolans, panorama û beşek jê odeyên nexweşan e. Qata duyem bigiştî odeyên nexweşan e û qata sêyem jî beşek jê ya emeliyat ne û beşa din ya çavdêriyê ye. Beşê odeyên nexweşan têra 75 nexweşî dike. Herwiha li kêlek nexweşxaneyê kilînîk jî hene; di nava xwe de giştî beşên tenduristiyê digre dest wek; kilînîka Dil, Çav, Livik, Poz û Guh, Jin, Nexweşiyên Hundirîn, Ortopendî, Çerm û hwd. Di heman demê de hijmara kesên ku di vê nexweşxaneyê de kar dikin 160 kes in.

Di derbarê vekirina nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Kilînîkên Şehîd Qehreman de,  rêvebera beşê tenduristiya ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bêrîvan Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

Armac ji vekirina nexweşxaneyê

 Bêrîvan Ehmed diyar kir ku tu cûdahiya vê nexweşxaneyê ji nexweşxaneyên din nîne, lê tenê ev taybet ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîne û wiha got: “Ev sê salin amadekarî ji bo nexweşxaneya Şehîd Tekîn û kilînîkên Şehîd Qehreman dihat kirin, Desteya Tenduristiyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destek dan me. Her wiha di nexwşxaneyê de giştî bijîşk cihê xwe tê de digrin. Di heman demê de tevî nexweşên ku ji derveyî nexweşxanê ji me re tên, hin nexweş hene bijîşkên kilînîkan wan rêdikin nexweşxaneyê, dema tên gel me em formên wan çêdikin û paşê li gor rewşa wan bi erkê xwe radibin. Kilînîk ji seat 8 heyanî seat 1 nîvro vekirîne. Her wiha dermanxane jî li gel me heye û em hewil didin hemû cûreyên dermanan têde peyda bikin da ku nexweş hewcedarî dermanxaneyên ji derveyî nexweşxanê ne bibe. Di dema pêş de gelek pirojeyên me hene yek ji wan pirojeyan jî ew e ku beşê emeliyatên dil jî were vekirin, ji ber ku bijîşkên dil hene lê hîn em di milê danîna rasol ji bo dil, neştegeriya sîngê, balon û şebeke yê de kêmin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.