Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo yekemîn Festîvala Çandî- Xula Helbestê

13/09/2024
in Uncategorized
A A
Li Qamişlo yekemîn Festîvala Çandî- Xula Helbestê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo
Di bin drûşmeya ” Helbest Stêrka Wêjeyê ye” Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê yekemîn Festîvala Çandî -Xula Helbestê li bajarê Qamişlo baxçeyên Xwendinê li dar xist.

Di festîvalê de saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, TEV-DEM û Yekîtiya Rewşenbîran tevlî festîvalê bûn, festival bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre bi navê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Ebûd Mixso axivî û destnîşan kir ku helbestê zimanê me yê kurdî parastiye, cara yekê ye festîvalek wiha li dar dixin li ser asta cizîrê. Di vê festîvalê de em ê nas bikin ku helbesta kurdî gihaştiye çi astê di riya xwendina helbestan de.

Paşê bi navê Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM Rûken Ehmed axivî û spasiya yekîtiya rewşenbîran kir ku karîbûn mîna vê festîvalê rêxistin bikin û got: ” Ev demeke giring û hestiyar e ku herêma me tê de derbas dibe û tekez kir ku ev meha serkeftinê ye ji bo gelê kurd, mîna vê mehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, lê bi saya şervanên me êrîşên wan têk çûn û Kobanê hate rizgarkirin piştî berxwedaniyek mezin û bê hempa, gelek şervanên me şehîd ketin. Helbestvanên me gelek êş û azar dîtin dema hestên xwe bi gelê xwe re parve dikirin, lê bi saya şehîdan îro em li vir amade ne li helbestvanên xwe guhdar dikin.”

Bi navê Desteya Çandê Firyal Çolê axivî û got:” Gelê kurd yekem gelê ku xwedî li çanda xwe derket. Helbestvanên me îro di vê festîvalê de vê yekê îsbat dikin, ev asta serkeftinê ye ku helbestvan tevlî vê festîvalê bûne, em soz didin ku em ê bi wan re bin û xwedî li wan derbikevin.”
Herwiha di festîvalê de bi navê komîteya Amadekar Mihemed Beşîr axivî û diyar kir ku di demeke hestiyar weke vê demê de festîvaleke wiha bê li dar xistin wateyeke pir mezin tê dayîn û tê îsbat kirin ku xwedî îradeyek bê hempa ye.

Piştî bi dawîkirina axaftinan Helbestvan Salih Heydo helbestek diyarî beşdaran kir, piştre dest bi xwendina helbestan hate kirin, helbest bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin. Hejmara helbestvanên ku di roja yekemîn de helbestên xwe xwendin 15 helbest bû, di festîvalê de awazên tekanî( Xalid Kalê), şanoyeke bêdengî ji hêla Izdîhar Kemal Tahir, pêşbirkên pirsên wêjeyî hatin pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ku wê festîval sê rojan berdewam bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.