Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiyê veguheriyê warê kuştina zarokan

11/09/2024
in Uncategorized
A A
Tirkiyê veguheriyê warê kuştina zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Li Tirkiyê sûcên ku di derheqê zarokan de tên kirin roj bi roj zêde dibe, herî dawî jî Narîna 8 salî hate kuştin û heta niha sûcdarê kuştina wê nehatiye naskirin, rêvebera Rêxistina Stêrk a bajarê Qamişlo Nisrîn Hisên banga rawestandina sûcên li dijî zarokan kir û got, “Divê rê li hemberî destirêjî û kuştina li ser zarokan bê girtin.”

Li Tirkiyê sûcên li dijî zarokan, kuştin, revandin, binpêkirina azadiya wan û dûrxistina wan ji jiyanê zêde dibin. Girêdayî vê yekê di sala 2022’an de Desteya Serjimariyê ya Tirkiyê bi riya daxuyaniyeke ku mirov lê matmayî dimîne hejmara zarokên ku destdirêjî li ser wan hatiye kirin eşkere kiribû, di vê daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di sala 2022’an de 601 hezar û 754 bûyerên destdirêjiya zayendî hatine tomarkirin, di nav de 206 hezar û 853 rewşên ku zarok bûn qurbaniyên wê, ev serjimarî ji bilî ku roj bi roj kuştin û revandina zarokan zêde dibe, lê serjimariya wan veşartî dimîne. Di heman demê de, li zindanên Tirkiyê gelek zarokên ku bê sûcin, ligel dayikên xwe di zindanê de ne û mafên wan nayê bidestxistin, bi taybetî jî gelek zarokên keç bi rewşên veşartî hatine kuştin, herî dawî jî bûyera kuştina keça kurd a 8 salî bû, ev bûyer li Tirkiyê û cîhanê deng veda û her kes dixwazkirina kujerê wê dikin.

Narîna 8 salî ji azadiyê bêpar hiştin

Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de, li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de, cenazeyê wê di Rûbarê Egertutmazê yê li gund hate dîtin. Cenaze di tûrikekî de bû û bi keviran hatibû veşartin. Apê Narînê, Salîm Guran di 2`ê îlonê de hat binçavkirin û bi hinceta ku di wesayîta wî de DNA ya aydê Narînê hatiye dîtin ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ ‘ji qestî kes kuştin’ hat girtin. Balkêş e di 21’ê Tebaxê de dema Narîn Guran ji kursa quranê diçû malê winda bû. Malbat jî derbarê rewşa keça xwe de agahî nedan. Ev jî bêtir di hiş û aqilan de pirsên cuda hişt. Piştî cenazeyê Narîn Guranê hat dîtin, der barê 24 kesan de biryara girtinê hat dayîn û hatin binçavkirin, piraniya wan ji malbatê bûn ku di nav wan de dayîk, xwişk û bira û mamên wê hebûn.

Derbarê qetilkirina Narîna 8 salî Rêvebera Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li bajarê Qamişlo Nisrîn Hisên ji rojnameya me re axivî.

Nisrîn Hisên diyar kir ku Rêxistina Stêrk ji bo parastin û bidestxistina jiyaneke xweş ji bo her zarokekî/ê ye û wiha got: “Zarok berhema mirov ya berhimandin û berdewamiya malbat û civakê ye, lê li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Tirkiyê zarok ji mafên xwe bêpar dimîne û nikare jiyana xwe li gorî jiyana her zarokekî jiyan bikin. Li Tirkiyê rûdana revandin, kuştin û destdirêjiya li ser zarokan zêde ye û kesên ku van sûcan dikin li ser wan tê veşartin beyî ku cezayên xwe bixwin, vê yekê jî rê li hemberî qewmandina van bûyeran vekiriye û her kes bi rehetî destdirêjiya li ser zarokan dike. Heger îro roj zarok bi vî rengî werin jiyanê û jiyan li ser wan tarî be, pêşeroj ji wî gelî re namîne û wê bê wate be. Herî dawî jî kuştina Narîna 8 salî li Tirkiyê, ji xwe ev ne yekem zarok e ku mafê wê tê xwarin û dosiya wê tê veşartin.”

Zarok kulîlkên cîhanê ne, Narîn yek ji wan kulîlkan bû

Rêvebera Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li bajarê Qamişlo Nisrîn Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Narîn ji ber zarokeke kurd e, doza wê di bêdengiyê de dimîne, herwiha ne tenê Narîn jî berî Narînê zarokên kurd ên ku rastî kuştin û destdirêjiyê tên sûdarên wan nayên cezakirin, ev bi xwe jî sûcên dejmirovîne, pêwîste bêdengî bê şekstin û zagonên ku ji zarokên cîhanê re hatine dayîn, ji zarokên kurd re jî werin dayîn. Di heman demê de banga me li hemû kesên peywendîdar, saziyên mafên mirovan û mafên parastina zarokan ew e ku li hember van kiryarên dijmirovî yên ku li Tirk û her çar parçeyên Kurdistanê tên dimeşandin bêdeng nemînin û bertek nîşan bidin, qebûl nekin û xwedî li zarok derkevin, ji ber zarok kulîlkên cîhanê ne, Narîn jî yek ji wan kulîlkan bû.”

Post Views: 197
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.