Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Berçem

09/09/2024
in Uncategorized
A A
Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Berçem
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

2’emîn  Mihrîcan a Şehîd Berçem a bi pêşengiya Tevgera Çanda Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hîlala Zerîn bi dirûşmeya ‘Emê bi tîrêjên rojê hûnera jin geş bikin’ li Kobanê dest pê kir. Mihrîcan bi bernameyên cûda 9’ê Îlonê bi dawî be.

Festîval bi meşekê dest pê kir

Bi dehan jinên ku cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kiribûn ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Kildan û pêkhateyên din danê vê sibehê di çarçoveya festîvalê de hatin cem hev û bi def, lûle û tembûran ji Qada Jina Azad heta Çanda Baqî Xido û meşeke hunerî organîze kirin. Navenda Hunerê. Dema jinan di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ di qirîyan, dema ku gihiştin navendê, li qada ku tabloyên jin di aliyê wênekêşên jin ve hatine xêzkirin, hatin pêşkeşkirin .

29 komên muzîk û halay dê derketin ser dikê

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser jiyana Berçem Efrînî û wateya festîvalê hate nîşandan. Piştre şanoyên Koma Şehîd Darsîn, Koma Ararat û Koma Şehîd Sakîne hatin pêşandan. Bernameya roja destpêkê ya mîhrîcanê wê heta saet 18.00’an bi konserên ku li Qada Şehîd Egîd bên lidarxistin berdewam bike. Ji hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29 komên stran û gowend, 9 hunermend û gelek helbestvan ji Kurd, Ereb, Ermenî, Çerkez, Tirkmen û Suryan ên ji hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê beşdar bibin.

Roja 2’emin jî mihrîcanê bi kelecanekê berdewam kir

2’emîn Mihrîcana Şehîd Berçem a ku bi pêşengiya Tevgera Çanda Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hîlala Zerîn tê organîzekirin, bi dirûşma “Emê bi tîrêjên rojê hûnera jin geş bikin” di roja xwe ya 2’an de bi çalakiyên rengîn berdewam dike.

Di mîhrîcana ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, kurtefîlma “Hêza” ku qala komkujiya hovane ya DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan kir û trajediya jinên di vê pêvajoyê de dîl hatin girtin, hat nîşandan. Piştre li qada Şehîd Egîd konser û çalakî hatin lidarxistin.

Hat ragihandin  ku gelek hunermend û komên şanoyê yên hêja yên wekî Koma Şehîd Sakîne, Koma Gerstêrk, Yasmîn Esker, hunermend Sumeye Mihemed, Koma Şehîd Esmer û Koma Şehîd Viyan Soran tevahiya şevê di mîhrîcanê de derkevin ser dikê.

Roja 3’emîn jî bi bernameyên cûr be cûr didome

3’yemîn roja mîhrîcanê bi beşdarbûna komên Şehîd Ronahî, Şehîd Sosin Bîrhat, Şehîd Sînan, Şehîd Hevrîn, Şehîd Şîlan, Artsax û Leyalî Işrîn (Şevên 20’ê) û gelek welatiyan berdewam kir.

Hunermend Sîham Nebo û Mizgîn Girbawî, Şehîd Hêlîn Cûdî, Koma Şehîd Delîla û Şehîd Hêzil û Koma Dayikan demijmêr 18:30’de li qada Şehîd Egîd çalakiyek li dar bixin.

Di 2 rojên destpêkê yên festîvalê de bi dehan stran, govend û şano hatin pêşkêşkirin. Her wiha meşa hunerî, pêşangeha hunerên destan û wêneyan jî hate lidarxistin. Hat xuya kirin ku roja 9’ê Îlonê dê mihrîcan dawî bibe

PDK’ê disa xeta xwe da diyar kirin

Ji aliyeke din ve Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rê neda hunermenda Tûnisî Amal Meslosî û hunermenda Rojavayê Kurdistanê Şadî Xelamî ku derbasî herêmê bibin û ji bona bikarin konsertekê bidin mevanên ku tevlî mihrîcanê bûn e.

Kurte jîyana Berçem Efrîn

Mihrîcan Şehîd Berçem navê xwe ji pêşengên hunera jinên Kurd Berçem Efrîn girtiye. Berçem Efrîn ku di sala 1974’an de li navçeya Raco ya Efrînê ji dayik bû, li Helebê bi Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê naskir. Berçem Efrînî di sala 1988’an de tevlî Koma Muzîkê ya Agirî bû û di warê huner, siyaset, çand û bîrdozî de xwe pêş xist û weke jineke hunermend derket pêş. Berçem Efrîn di sala 1992’an de tevlî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bû, bi strana xwe ya “Bêrîtana min” di xeyalên  gelê Kurd de cihekê mezin girt.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.