Rojnameya Ronahî

Meclisa Jinên Sûriyê heftemîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Diyana Mistefa/ Reqa

Meclisa Jinên Sûriyê heftemîn salvegera damezrandina xwe li bajarê Reqayê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de nûnerên tevger û rêxistinên jinan, partî , saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Jin) amadebûn.

Bi boneya heftemîn salvegera damezrandina Meclisa Jinên Sûriyê, doh (8ê Îlonê), pîrozbahî hat lidar xistin. Di pîrozbahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Jin) amade bûn.

Pîrozbahî li salona El-Bustan a navenda bajarê Reqayê hate lidarxistin û li ser navê Meclisa Jinên Sûriyê, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Kesk a Idlibê û Meclîsa Gelan a Demokratîk gelek axaftin hatin kirin. Her wiha du axaftinên li ser navê jinên Siwêyda û Idlibê jî hat gotin.

‘Ew hemû jinên Sûriyeyê di bin sîwana xwe de kom dike’

Di destpêkê de li ser navê Meclisa Jinên Sûriyê, berdevka wê Suheyla El-Senûh axivî û wiha got: “Di vê rojê de li bajarê Minbicê avakirina Meclisa Jinên Sûriyê hate ragihandin. Encûmenên hemû jinên Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên cuda di tabloyeke bedew û bi rûhê jinan dicivîne. Armanca me tekezî li ser bihêzkirina aştiya sivîl e, nemaze li deverên awarebûn û derbiderkirina li ser xaka Sûriyê, me  herdem hewl da ku şer rawestînin û bi awayekî siyasî beşdarî dîtina çareseriyek ji krîza Sûriyê re bibin”.

Li ser navê Koordînasyona Jinan Sebah Şabo axivî û wiha got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne pêşeng li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê di encama xebat û qurbanîdanan de wê ev yek di salên borî de pêk aniye û hîn zêdetir dike.”

Her wiha hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo salvegera damezrandina Meclisa Jinên Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Jinên Sûriyê ji destpêka krîzê ve rû bi rûyê zehmetiyan mane, lê jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rêxistinkirina xwe gelek destkeftî bi dest xistin û di hemû qadan de cihê xwe girtin.”

‘Pireke danûstandin û diyalogê di navbera hemû jinên Sûriyeyê de’

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Idlib a Kesk Dîma El-Taha amaje bi wê yekê kir ku jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hêz û îradeyek bêhempa nîşan dane û her tim di parastina mafên mirovan û avakirina aştiyê de di rêza herî pêş de cih girtine.

Dîma El-Taha di dewama axaftina xwe de wiha got: “Îro bi rêya Meclisa Jinên Sûriyê, armanca me ew e ku em tevlîbûn û yekkirina xebatên ji bo bihêzkirin û piştgirîkirina jinan di warên cuda de bikin”.

Yekkirina nîqaşa jinan

Seroka Partiya Niştimaniya Azad Diaa Obêd jî salvegera damezrandina Meclisa  Jinên Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Ew ji êşên jinên Sûriyê di qonaxa jinavbirina DAIŞ’ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû ku Meclisa Jinên Sûriyê li ser yekkirina gotara jinên Sûriyê û piştgiriya Şoreşa Sûriyê ya ku daxwaza azadî û guhertinê dike û avakirina sîstemeke nenavendî ya demokratîk li ser bingeha azadiya jinan û wekheviyê di hemû warên jiyanê de, girt ser xwe”.

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê li Siwêydayê, Xada Reslan, vîdyoyek ji navenda Meydana Karama li Siweydayê şand û tê de amaje bi hewldana wan a berdewam ji bo yekkirina xebatên jinan û tekezkirina li ser nasnameya Sûriyê kir.

Li aliyek din berdevka Meclisa Jinên Sûriyê li Îmarata Erebî Asma Kaftaro, hêviya xwe ji bo pêkvejiyana civakê anî ziman, piştî verastkirina bûyerên tund ên jinên Sûriyê û dîtina rêyên çareserkirina wan û gihandina welat bo aramiyê.

Piştre sînevîzyona ku êşên jinên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de hate pêşandan û şahî bi beşên govendê bi dawî bû.