Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kilîpa bi navê Apo

08/09/2024
in Uncategorized
A A
Kilîpa bi navê Apo
Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/ Qamişlo

Ji bo piştgiriya pêngava cîhanî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî, Navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo kilîpeke bi navê ‘Apo’ derxist.

Pêngava ” Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” roj bi roj serkeftiyên gelek mezin bi dest dixe û tevlîbûna gelan ji vê pêngavê re jî zêde dibe. Ji ber ku her kes ketiya wê ferqê de ku Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û bi saya fikir û felsefeya wî gelek gavên mezin pêkhatine û wê bi riya ramanê wî çareseriya rojhilata navîn û cîhanê pêkwere.

Di derbarê kar û xebatên ku ji bo vê kilîpê de hatiye kirin Ciwan Mistefa Hacî Xelîl derhênerê kilîpê ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên çand û hunerê ji bo kilîpa Apo

Navenda Çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo girîngî dît ku rola xwe bêtir bilîze di vê pêngavê de û hemû hewildanên xwe kirin ku astekî zêdetir kar bikin da ku bikaribe serkêşiyê ji vê pêngavê re bike.  Ji ber vê yekê wan jî berhemek bi navê Apo derxistin, ev berhem jî piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike.  Armanc ji vê kilîpê ew e ku piştgiriyê bidin pêngavê û hewil bibin dengê gelên ku ev pêngav girtin ser milê xwe û dest pê kirin bighînin bi melyonan kes û bi hemû welatên cîhanê bidin nasîn. Amadekirina vê kilîpê nêzî du mehan dem girt heya ku bidawî bû, heya ku helbest, awaz, teşeyê muzîkê hat amadekirin, di amedekirina vê kilîpê de gelek zehmetî nehatin kişandin. Ji ber ku mijar Rêber Apo ye, dema mijar Rêber Apo be herkes bi awayekî xwebexş tê û cihê xwe di vê mijarê de digre.

Mebest ji vê berhemê çiye

Berhemên bi vî rengî tam nagihêjin armanca xwe ji ber ku du alîne, aliyek jê muzîk rasteras dighêje hestên mirov, aliyê din jî pêwîste kilîpek hebe ku bi jiyana mirov, pirsgirêk û bi rojeva civakê re têkildar be. Niha jî rojeva giştî cîhanê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê kilîpê de lîstikvan kêm bûn, loma tam negihişt armanca xwe. Ev yek jî sedemên wê hebûn, yek ji wan dem kêm bû û pêwîst bû ev kilîp di dema pêngavê de were amedekirin, da ku ji bona pêngavê mîna piştevaniyekê be. Peyam û naveroka vê kilîpê ew e ku ji tevahî cîhanê re were diyarkirin ku heger Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, hertim wê di rojhilata navîn de pirsgirêk derkeve û berdewam bibin, ji ber ku Rêber Apo kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata navîn û tevahî cîhanê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.