Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: PDK û Barzanî bûne gefa herî mezin

08/09/2024
in Uncategorized
A A
KCK: PDK û Barzanî bûne gefa herî mezin
Share on FacebookShare on Twitter

KCK: Berpirsyarê esasî yê komkujî û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK’ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina Kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê ku dema dawî zêde bûne daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di encama êrişên dewleta Tirk a mêtinger qirker de yên li ser Başûrê Kurdistanê, gelek sivîl, mirovên welatparêz û ji gel şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Em mirovên ku di van êrişan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em bang li gelê xwe, saziyên welatparêz û demokratîk dikin ku xwedî li şehîdan û birîndaran derkevin û piştgiriyê bikin. Ev yek wezîfeya bingehîn a welatparêziyê ye, divê ev wezîfe bêkêmasî bi cih bê anîn.

Em van êrişên nemerdane yên dewleta Tirk careke din bi tundî şermezar dikin. Her wiha hikumeta Iraqê jî şermezar dikin ku bi têkilî û peymanên bi dewleta Tirk re bingeh ji komkujiyan re ava kiriye. Eşkere ye ku êrişên dewleta Tirk ên zêde bûne, encama peymanên qirêj û têkiliyên bi dewleta Iraqê re ne. Ispat bûye ku ev yek tê wateya dagirkerî û komkujiyê. Divê bê zanîn ku ji êrişên ji niha û pê ve yên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê, ji dagirkerî û komkujiyê wê bi qasî dewleta Tirk hikumeta Iraqê jî berpirsyar bê dîtin. Her wiha hêzên ku li pişt hikumeta Iraqê disekinin, dibin şirîkê vê şaşitiya dîrokî yan jî bi rengekî eşkere helwestê nîşan nadin, wê gunehkar bin.

Di serî de hikumeta Iraqê em careke din hişyariyê didin hêzên peywendîdar û bang li wan dikin ku ji têkiliyên metirsîdar û şaş ên bi dewleta Tirk vegerin. Ev têkiliya ji berjewendiyên qirêj ku armanca xwe dagirkirin û qirkirina li Kurdistanê ye, her wiha Iraqê dixîne binê hegemonya dewleta Tirk, paşeroja azad demokratîk a gelên Rojhilata Navîn dixe metirsiyê.

Armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, neo Osmanî û dagirker ew e ku gelan qetil bike, berde hev, mîsakî mîlî dagir bike û serweriyê li ser herêmê çêbike. Ev polîtîka beriya her tiştî gefê li Iraqê û yekîtiya Iraqê dixwe. Lewma herî zêde divê Iraq vê rastiyê bibîne.

Ji ber van têkiliyên şaş ên hikumeta Iraqê, Iraq bi lez ber bi aliyekî şaş û metirsîdar ve çûye. Hêzên ku dibêjin ew li dijî vê rêveçûnê ne, divê helwesteke hîn xurt nîşan bidin. Ne bi rengekî neyekser, lê bi rengekî yekser, eşkere pêwîstî bi helwesteke xurt heye. Lewma hêzên Iraqî yên welatparêz û demokratîk ên ku alîgirê serwerî û yekîtiya Iraqê ne, rewşenbîrên Iraqî divê helwesteke şênber û xurt nîşan bidin ku hikumetê ji vê rêveçûnê vegerînin.

Berpirsyarê esasî yê komkujî û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê PDK û Barzanî ye. PDK’ê û Barzanî di oxira rant û berjewendiyên xwe de bûn şirîkê qirkirina Kurdan û ji bo Kurdistanê bûne gefa herî mezin. Barzanî ji bo helwesta xwe ya hevkarî û xiyanetê binixumîne û vê yekê rewa bike, dewleta Iraqê neçar hişt ku têkiliyeke bi vî rengî avabike. Eger wê qala welatparêziyê bê kirin, bi navê welatparêziyê wê tiştek bê kirin, beriya her tiştî divê ev metirsî bê dîtin û li hemberî vê metirsiyê helwesteke xurt bê nîşandan. Divê siyaset, hêzên welatparêz û rewşenbîrên Kurd bi vê berpirsyariyê tevbigerin û pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Gelê me jî divê li hemberî van êrişan bêdeng nemîne, li dijî komkujiyan û xeta xiyanetê ya hevkaran helwesta xwe bi xurtî nîşan bide, hîn bi xurtî xwedî li rastiya şehîdan derkeve, yekîtiya xwe xurt bike û têkoşîna azadiyê bilind bike. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.