Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cewherê tabloyên xwe bi nivîsandina helbestan radigihîne

08/09/2024
in Uncategorized
A A
Cewherê tabloyên xwe bi nivîsandina helbestan radigihîne
Share on FacebookShare on Twitter

Zaroka ku beriya 7 salan di kolanên gundên Efrînê de dilîst, îro li herêma Şehbayê bûye ciwaneke xwedî helwest, îrade û li ser xeta têkoşînê jiyan dike û xeyalên xwe xêz dikin. Berfîn keça çiyayê Lêlûn û Hawarê li Şehbayê xeyalên xwe pêk tîne û ber bi astên bilind ve gavên xwe davêje. Îlhama ku ji welatê xwe girtiye di her tebloyekê û helbestekê de dide jiyan kirin.

Zana Roj/ Şehba

Rastiya gelê Efrînê ya afrîner, bi dagirkeriya Tirkiyê re nehate windakirin. Bi vê helwestê ev gel di kampên koçberiyê de li ber xwe dide. Dayîk û bavên vî welatî zarokên xwe li ser bingeha rastiya Efrînê mezin dikin. ev rastiya ku her dijmin xwestiye tune bike û hedefgirtiye, gel bi zarok û ciwanên xwe re vê yekê roj bi roj diparêzin. Ji 7 salan ve çîrokên ku bi temenê mirovan re hatine mezin kirin û pêşxistin ava bûn. Ev çîrokên ku hîmên xwe ji berxwedaniyê digirin li ser esasê tolhilgirtin û valaderxistina dijmin, her wiha ji bo misogerkirina vegera Efrînê têne nivîsandin. Yek ji çêrokên ku di berxwedaniya gelê Efrînê ya 7 salan re mezin bûye; çîroka wênexêz û helbestvana ciwan Berfîn e.

Berfîna Ehmed 17 salî keçikeke ji gundê Zerika ya navçeya Reco a herêma Efrînê ye, malbata Berfîn ji 2 bira, 6 keçik û dayîk û bav pêk tê ku niha li Gundê Babinês ya herêma Şehbayê jiyan dikin. Berfîn Bi firşe û pênûsa xwe êşa gelê xwe parve dike. di nava atmosfera şer, berxwedanî û koçberiyê de; xeyalên dayîka xwe pêk anîn û di pêşxistina kesayeta xwe de bi îsrar e.

Xeyalên zarokatiyê bi koçberiyê re bûn heqîqet

Berfîn di vegotina çîroka xwe de wiha diaxive.

Berfîn di temenê xwe ya 8 saliyê de behreya xwe ya wênexêziyê keşif dike, berfîn diyar kir ku ev huner ji dayîka xwe wergirtiye, ji ber dayîka wê ji hunera wênexêziyê gelekî hez dikir û wêne çêdikirin, lê ji ber şert û mercên civak û jiyanê dayîka Berfîn berdewam nekir. Li ser wê riyê dema Berfîn biçûk bû fêrî wênexêziyê dikir û pê re ev yek mezin bû. ji temenê 8 salî behre dayîka xwe temam kir. di wê demê de her tiştê ku didît û bala wê dikişand xêz dikir, li ser cilên xwe û yên xwîşkên xwe bile wêne xêz dikirin.

Berfîn ev yek berdewam kir heyanî derbas bûna wan ji herêma Şehbayê re, di Şehbayê de û di nava atmosfera koçberî û zehmetiyên jiyanê de ev yek bi awayekî xurt bandor li ser kesayeta wê kir ku di vê riyê de bi pisporî behra xwe pêş bixîne. Piştî biçihbûna li Şehbayê bi 3 mehan derbasî komîna wênexêziyê dibe û li wir dest bi fêrbûnê dibe. ji wê demê heyanî niha rûxmî hemû astangiyên civakî, aborî û siyasetên dijmin ji êrîş û dorpêçê Berfînê dest ji xeyalên xwe yên zaroktiyê berneda û bi demê re her pêşxist heyanî ku gihîş asta ku tevlî gelek festival û pêşengehan bibe.

Di tabloyîn xwe de êş, lehengî û berxwedaniya jina Kurd derdixîne

Heyanî niha 18 taployên Berfînê yên ku xêzkirine û derbasî festival û pêşengehan bûne hene. Piraniya tabloyên ku Berfîn hez dike xêz bike tabloyên vegotin û têgihîştina êşa jinê ye, hebûna jina Kurd, lehengî û berxwedaniya ku jina Kurd kiriye û dike vedibêje. Û hin caran xweza û xweşikbûna welatê xwe Efrînê xêz dike. Berfîn dibêje ku bi zehmetiyên rojane yên ku rastî wê dihatin re, îsrara wê ya berdewamkirina xêzkirina tabloyan mezintir dibû.

Heyanî niha di 4 pêşengehan de beşdar bûye her wiha festîvala Şehîd berçem, Xêzkirina wêneyan di parka serokatî de, festivala Helebê, her wiha tevlî pêşengeha jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Heleb û Şehbayê bûye.

Li rex wênexêziyê nivisîna helbestan

Êşa şerê Efrînê hêşt ku Berfîn helbestan jî binivîse, bi xêzkirina her wêneyekê re helbestek dihat nivîsandin. Berfîn di bi vê yekê re îfadekirina cewherî tabloyên xwe bi nivîsandina helbestekê re dida ragihandin. Ev yek hêşt ku Berfîn bi temenê xwe yê 17 salî him bibe wênexêz him jî helbestvan.

`Xurtkirina îradeyê hêza yekemîn ya têkbirina dijmin e`

Berfîn bi van gotinan behsa bandora koçberiyê û helwesta ku hêştiye bigihîne vê astê kir û wiha got: “Armanca ku dijmin ji şerê li ser Efrînê daye destpêkirin ew bû ku îradeya vî gelî têk bibe, dibe ku dema ev şer hatiye destpêkirin, em ne di wê asta ku têbigihljin çi dibe û ji bo çi tê kirin de bin. lê belê piştî 7 salan em têgihîştin ku armanc ne têkbirina fîzîkî û leşkeriye. Hebûna me û hêza îradeyê hedef digirin. Ev îradeya heyî hemû pilan û êrîşên dijmin yên ku rojane li ser me tên pêk anîn vala derdixe. Ez jî weke her ciwanek û zarokekî vî welatî min xwestiye ku vê hêz û îradeyê di helbest û tabloyên xwe de biteysînin û bibin perçeyek ji têkbirina dijmin. Pêvajoya koçberiyê sedema hêz û pêşxistina min ya niha ye. ji lewra bi têgihîştina asta dijmin û naskirina armanca xwe ez gihîştim vê astê.

Banga min ji ciwanên Kurd re heye ku ew dikarin bibin bersîv ji dijmin re. rastiya ku em gihîştinê ew ku ji bilî xurtkirina îradeyê tu tişt wê nikaribe dijmin vala derxîne”.

Post Views: 46
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.