Roj Mehmûd/Qamişlo
Berpirsa koma Xewnên Biçûk ya jinan Sîham Ehmed diyar kir ku ew ji bo pêkanîna xwenên jinan kar û xebatê didin meşandin û hewil didin aboriya jinên komê bipêş bixin.
Bi şoreşa Rojava re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek insyatîf, kom û kampaniyên pêşxistina aboriya jinê hatin avakirin. Yek ji wan jî koma Koma xewnên Biçûke ku 70`jinan pêk tê û li bajarê Qamişlo karê hunera destan dide meşandin. Di vê komê de her jinek xwedî hunereke karê destan ya taybet e.
Derbarê koma jinan ya Xewnên Biçûk, berpirsa wê Sîham Ehmed û keça ciwan ku endama komê ye Sîdra Elî ji Rojnameya me re axivîn.
Sîham Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Me di sala 2011`an de dest bi avakirina vê komê kir, dema ku me pêşangeha xwe ya yekem vekir koma me ji 20 jinan pêk dihat, di nav wan de jinên ku xwedî berpirsyariya malbatî ne û pêwîstiya wan bi pereyan heye, hebûn. Di nava vê komê de her jinek xwedî xewneke taybet e û hewil dide bi saya vê komê xwena xwe pêk bîne. Hejmara jinên di nava komê de nêzî 70`yî ye, her yek ji me di warê hunera destan de li ser karên cuda dixebite. Hin ji wan xiftan û xemilandina cilan çêdikin, hin ji wan jî dîmen û selikan çêdikin, ji kaş û kartonan. Yên din li ser çêkirina mûneta zivistanê dixebitin, ji bilî ku keç û xwendekar hene ku tabloyên piçûk xêz dikin û di pêşangehên me de nîşan didin, di koma me de jinên ku di warê hunera destan de xwedî jêhatî ne. Kom me kar dike ku behremên gelek jinan derxe holê.”
Geşepêdana karê ku berî 10 salan dest pê kiriye
Sîham Ehmed wiha dewam kir: “Ferqeke mezin di navbera karê me yê destpêkê û niha de heye, destpêkê me nekarîbû pêdiviyên kar bikirin, ji ber bihabûna wan, herwiha me ti piştgiriyeke darayî wernagirt. Lê piştî demekê ji destpêka karê xwe û beriya vekirina pêşangeha me ya yekem, me kampanyayek di bin navê Ez Alîkarî Dikim da destpêkirin, bi rêya wê me me hin pere ku em ji bo kirîna kelûpelan bi hewcetî wê bûn, me wergirt, vê kampaniya me li Qamişlo û gelek herêman deng veda. Piştî pêşangeha me ya yekem ku serkeftinek mezin bi dest xist, me piştgirî û teşwîqeke baş wergirt da ku em bikarin pêş de biçin, her jinek di nav me de xewnek heye ku ew dixwaze bigihîje wê. Jina ku li ser tevna hirî dixebite, xewna wê yekê ew e ku kesek projeya wê qebûl bike. Her wiha gelek daxwazî ji me re tên. Di dema vekirina pêşangehên me de, jî beşdarbûna me di festîval û pêşangehan de me beşdarî pêşangehê bûn û gelek daxwaz ji bo selikên xemilandî û her tiştê ku bi cil û bergên gelêrî yên kurdî ve girêdayî bû. Wergirtina daxwazan û danûstandina bi mişteriyan re bi rêya medyaya civakî tê kirin.”
Sîham Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Zehmetiyên em dibînin, piraniya kelûpelên kar li bajarê Qamişlo peyda dibin, lê peydakirina hin ji wan zehmet e wek têlên kilîm û kalemê û ji bilî peydakirnê bihane ji ber ku bi rêya barkirinê tên,em hêvî dikin ku xebatên di komê de zêdetir pêş bikevin û xewnên hemû jinan pêk werin.”
Keça ciwan Sîdra Elî jî evîna xwe ya ji bo vî karî nîşan kir û got: “Temenê min 13`salî bû min dest bi karê destan kir, aniha jî temenê min 15`salî ye karê min berdewame çêkirina kelûpelên cûrbecûr yên wekî zencîran hez dikir, min parvekirina bi 9` pêşengeha kir, ji ber ku ez xwendekar im û nikarim di karên din de bixebitim,ez di vî warî de dixebitim, ji ber ku karê min ne hewceyî demê ye, belkî hunerê hewce dike, lê bi hin aksesûarên ku min ji xwe re çêdikirin dest pê kir, piştre min diyarî ji bo hevalan kir û piştî ku min bala xwe da daxwazeke mezin a ji bo karê min,min rûpeleke taybet ji bo xebatên xwe li ser malperên tora civakî vekir. Koma ciwan ji aliyê malperên tora civakî ve tên ecibandin, û şewqa hunerên destan gav bi gav ji holê radibe û dîtina komek jinên ku van karan çêdikin, mûcîzeyek e.”