Diyana Mistefa/Reqa
Zanîngeha El-Şerq a li kantona Reqa ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ragihand ku du peymangehên nû di nava beşên zanîngehê de ji bo zimanê Kurdî û endezyariyê, bi beşên elektrîk û makînîkî ve hatin damezrandin.
Zanîngeha El-Şerq a kantona Reqayê du peymangehên nû ava kir, Peymangeha Zimanê Kurdî û Peymangeha Endezyariyê bi beşên xwe yên elektrîk û mekanîk.
Her wiha bi vekirina peymangehê li Navçeya Tebqayê gihandina xwe li herêmê berfireh kir û ev berfirehbûn di asta zanîngehê de bû sêyemîn.
Demjimêra xwendinê li du peymangehê dê du sal be, û hewcedariyên pejirandinê mîna peymangehên din in.
Berdevkê Fermî yê Komîteya Berawirdkirinê ya Giştî û mamostayê Fakulteya Aborî Kelah El-Kellah diyar kir ku avakirina her du peymangehan weke bersivdayîna pêwîstiyên herêmê ye û mafê hemû pêkhateyên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku di peymangehê de bi zimanê kurdî bixwîn in.
Derbarê bawernameyên ku li van her du peymangehan li Tebqayê hatine qebûlkirin got, “şahadê dibistana amadeyî dê were qebûlkirin, çi ji aliyê Rêveberiya Xweser be yan jî ji aliyê hikûmeta Şamê ve bê dayîn.”
El-Kelah amaje bi wê yekê kir ku kadro û cîh ji her du peymangehan re hatine veqetandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zanîngeha El-Şerq di 27’ê Mijdara 2021’an de deriyê xwe li Reqayê vekir û bi 5 beşên akademîk dest bi rêwîtiya xwe kir.
Di salên 2022, 2023, û 2024 de, zanîngehê çend beşên nû lê zêde kirin, bi navên: “Enstîtuya Darayî û Îdarî, Koleja Çandiniyê, Koleja Hiqûqê, û Koleja Aboriyê” û Zanistên Bijîjkî jî ku tê de ” analîzên laboratîf, radyografî, û lênihêrîna zirav.”
El-Kelah amaje bi wê yekê jî kir ku lêkolîn û gotûbêj hene ji bo vekirina beşên zanîngehê li kantona Dêrezorê di salên pêş de.