Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kilîpa Em Li Vir In bi rihekî komî hatiye çêkirin’

04/09/2024
in Uncategorized
A A
‘Kilîpa Em Li Vir In bi rihekî komî hatiye çêkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Derhênerê kilîpa Em Li Vir In, Şêrwan Mele diyar kir ku ev kilîp bi rihê komî ya koma Serdem hatiye derxistin. Herwiha Mele da zanîn ku berhema wan berhemeke xwedî wate ye, bi çêjeke çandî û komîdî hatiye çêkirin.  

Koma Serdem a Çand û Hunerê di 29’ê Tîrmehê de kilîpeke nû bi navê ‘Em Li Vir In’ belav kir. Berhem straneke têkildarî koçberiya ji welêt e û girêdana gelê kurd bi axa xwe ve ye.

Di derbarê heman mijarê de derhênerê Kilîpa ‘Em Li vir In’ Şêrwan Mele ji rojnameya me re axivî.

Armanca Koma Serdem ji kilîpa ‘Em Li Vir In’

Şêrwan Mele têkildarî mebesta berhemdayîna kilîpa Em Li Vir In wiha anî ser ziman: “Wekî em dizanin, beriya çend rojan Koma Serdem berhemeke hunerî, folklorî, nû derxist. Kilîpeke li ser hezkirina welat û koçberiyê ye. Ji ber ku pêla koçberiyê hem ji ber nearambûna li herêmê, hem jî rewşa zehemet, ji vê zêdetir koçberî li cem civakê bûye çand û diyardeyeke nebaş. Civaka me dest ji çand, ziman, gund, bajar û welatê xwe berdide û berê xwe dide Ewripayê, lê welatê ku ne yê civakê be, wê ti caran nebe welatê wê civakê. Bi vê berhemê em didin zelalkirin ku em li welatê xwe ne û em ê guhertin û pêşxistinê li welatê xwe çêbikin, em ê li vir bin. Herwiha ji hemû kesan re bidin tekez kirin ku em ê tevî xweşî û zehmetiyên ku welatê me tê re derbas dibe, bimînin. Di vê derbarê de jî me berhemek bi rengê çanda kurdî derxist.”

Amadekarî û ekîba kilîpê

Mele di derbarê amadekariyên çêkirina kilîp û ekîba wê de wisa peyvî: “Ji xwe ev kilîp berhemeke komî ya Koma Serdem e, ev bûya 3 meh em li ser vê kilîpê kar dikin. Min derhêneriya kilîpê kiriye, gotinên wê jî yên helbestvan Ferhadê Merdê ne. Herwiha awazvanê wê Lewend Yûsif e. Tişta balkêş di kilîpê de ew e ku lîstikvanên şano yên bi navê Bavê Teyar û Teyaro, hem jî lîstikvan Adil Mele û Idrîs Şêxmûs cihê xwe di nav kilîpê de girtine. Em dikarin bibêjin ku kilîpa Em Li Vir In, bi ruhekî komî hatiye çêkirin. Pêwîst bû ku beriya niha bi demeke dirêj were derxistin lê ji ber rewşa ewlehî ya herêmê û kêmderfetiyê kêmekê dereng ma. Piştî ku hat derxistin jî li ser malperên civakî çi You Tube, Face book û hwd… gelekî hat parvekirin. Herwiha gelek şopînerên vê kilîpê hene, ji ber ku ev berhem nêzî ruh, çand û rastiya civaka me ye. Lewma jî berhemeke xwedî name û mesac e, bi awayê komîdî hatiye çêkirin.”

Xebata hunerî ya koma Serdem

Derhênerê kilîpa Em Li Vir In, Şêrwan Mele girêdayî xebata hunerî ya Koma Serdem wiha got: “Koma Serdem a Çand û Hunerê, di dema bûrî de gelek berhem û kilîp derxistine. Ji wan berhema Nermale ango Xeftano ya li ser rêûresmên zemawend û xwestinên kurdan bû. Berhemeke din bi navê Torînên Malê û ya bi navê ‘Meydana Te Ye’ ji aliyê koma me ve hatine derxistin. Li aliyekî din jî stran li ser şehîdan û hem jî girêdayî Erka Xweparastinê, welat û hwd… hatine çêkirin. Di dema pêş de jî pirojeyên me yên hunerî û xebatên mezintir ji dema bûrî, hene. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.