Rojnameya Ronahî

Zanyarekî ayîdê hemû serdeman ku bi çavê Kurdekê cîhanê pênase dike: Dînewerî

Navenda Nûçeyan

Ebu Henîfe Ehmed Dawud El Dînewerî bi nasnav Ebu Henîfe Dînewerî, li gel ku tam dîroka dayîkbûn û mirina wê nayê zanîn jî lê weke nêrînek giştî tê gotin di navbera salên P.Z 820 û 24’ê Tîrmeha 895’an de jiyankiriye, tê pejirandin.

Dîroknasên Tirk û Îranê ku hemû nirxên Kurdan wek malê xwe didin nîşandan, Dînewerî wek Faris diyar dikin, Ereb jî hewl didin tenê aliyê wî yê olî bidin pêş. Lê li aliyê din gelek dîroknas wî wekî ‘di navdarên Kurd de yê herî kamil, mejiyê herî mezin ê ku li welatên Îslamê heta wê demê derketî’ tê pejirandin.

Ebu Henîfe Dînewerî di serdema Împaratoriya Medan de li devera Dînewer ya 67 km durî Kirmanşah ya Rojhilatê Kurdistanê di sala 820’an de jidayîkbûye. Dînewerî li devera Îsfahan a Îranê di warê astronomî, bîrkarî û mekanîkê de, li deverên Kufe û Basra yên Iraqê jî di warê fîlolojî û helbestê de perwerde dibîne.

Di wê çaxê de devera Dînewer li ser rêya Hevrîşîm ya ku Rojhilat û Rojava bi hev ve dida girêdan bû. Ji ber wê wek Ebu Henîfe Dînewerî gelek kesayetên zanistvan, dîroknas, astrolog, helbestvan ji devera Dînewerê derketine. Dînewerî di berhemên xwe de qala zanist, dîrok, astrolojî, botanîk, mantiq, erdnîgarî û gelek mijarên din dikir. Li gel van tevî di dema ummetê de jî li ser Kurdan lêkolîn kiriye û bi nivîsandina Ensab el-Ekradı (Neslê Kurdan) wî gihandiye astek cuda.

Ebu Henîfe Dînewerî ku mîrasek mezin ji dîroka mîrovahiyê re hêlayî, di 24’ê Tîrmeha 896’an de li devera ku lê jidayîkbûyî ango Dînewerê koça dawî dike.

Bi berhemên xwe ji gelek aliman re bûye rênîşaner

Dînewerî gelek berhemên giranbiha li pey xwe de hêlaye. Ji pirtûka flora heta buyera rojgirtinê, ji pirtûka hesaban heta pozîsyona stêrkan, ji pirtûka dîroka giştî bigire heta pirtûka erdnîgariyê li ser gelek mijaran berhem nivîsiye. Dînewerî ku mîrasek gelek dewlemend ji mirovahiyê re hiştiye, bi berhema xwe ya bi navê Ensab el-Ekradi ya girêdayî lêkolînên xwe yên li ser kok û bav û kalên Kurdan berhev kiriye, ji bo çand û dîroka Kurdan kedeke mezin daye. Her wiha bi pirtûka wî ya ‘Pirtûka Xeberên Dirêj’ bi sedsalan ji bo perwerdekirina alîmên nû, bûye çavkaniyek giring.

Nivîskarê ku destpêkê têgehên Kurdî ji bo şînatiyan bikaraniye

Di serdema ku herî zêde Ummetê de heta bandora netewperestiya Erebûnê herî zêde de, di Kîtab-i Nebat (Pirtûka Flora) de ji bo şînatiyên xwecihî yên Kurdistanê têgehên Kurdî bikaraniye. Vê yekê Dînewerî derbasî astek cuda kiriye.

Yek ji berhemên herî giring ên Dînewerî Kîtab-i Nebât ansîklopediyek ya botanîkê ye û ji du beşan pêktê. Beşa yekem li gorî mijaran beş beş hatiye organîzekirin, beşa duyemîn jî ku bi qasî ji sêyan yekê beşa yekê ye, ji ferhengeke botanîkî ya ku li gorî alfabetîk hatiye rêzkirin pêk tê. Ev berhema ku tê de 637 nebatan dide nasîn, ji 6 cildan pêk tê.

Dînewerî di vê berhema xwe de tenê bi çend agahiyên kurt yên li ser nebatan ve xwe sînordar nehêlaye, ji zildanê heta mezinbûnê li ser her rewşê, çêbûnên morfolojîk, fîzyolojîk, tip û tîmarbûnê bi awayekî hurgulî li ser sekiniye û şîrovekiriye. Di vir de faktorên ku di mezinbûn û pêşketina şînatî de bandor ax, baran, av û şert û mercên ekolojîk girtiye dest û şînatiyan li gorî taybetmendiyên wan ref ref kiriye.

Di nav taybetmendiyên berbiçav ên berhemê de, Dînewerî dema ku cureyên cûr be cûr yên fêkiyan dide nasîn, balê dikişîne ser bêhn û boyaxên ku ji nebatan têne wergirtin, her wiha di derbarê neft û ziftê de jî ravekirinên balkêş dike.

Ev pirtûka Dînewerî di warê tib û dermanxaneyan de jî giringiyek mezin hildigire. Li gel vê kesayetên wek Îbn Semecûn, Ehmed B. Muhammed el Gafiki û Înbu’l-Beytar di xebat û lêkolînên xwe yn di warê tibê de gelek sud ji pirtûka Dînewerî girtine û agahiyên di nav de li şûna çavkaniyên din bijartine.

Zanyarê Kurd Dînewerî ji ber xebatên xwe yên serkeftî bi taybetî di warê botanîkê de wek ‘Zanayê ku bi nebatan re diaxive’ jî tê binavkirin û naskirin.

‘Pirtûka Dînewerî asta Grekan jî derbaz dike’

Di sala 1908’an de li Breslau’yê Zanyarê Elman Bruno Silberberg bi teza xwe ya ku derbarê 400 nebatan de nivisiyî, carek din dibe sedem ku pirtûka Dînewerî li Ewrupayê were keşifkirin. Bruno Silberberg wiha qala giringiya pirtûka Kitab-i Nebat dike: “Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîascoredes Pedanius (BZ. ss 1’an) û Theoprastus (BZ. 372-289) yên Grekan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtire. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, tîmarê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dîascoredes û Theoprastus yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtire. Di vir de jî divê bê nîşandan ku di dema ku Dînewerî berhemên xwe tasnîf kiribû, pirtûka Dîascoredes hîn nehatibû wergerandin Erebî. Ji bo wê ev xebat xebateke orjînale…”

Kitab-i Nebat hatiye berhevkirin û pêşkêşî botanîkvanan hatiye kirin

Gelek cildên Kitab-i Nebat ji aliyê Teolog û Parêzerê Hindî Mihemed Hamdullah ve hatiye berhevkirin û belavkirin.

Mihemed Hamdullah piraniya cildên pirtûkê li Pirtûkxaneya Şeyhul Îslam Arif Hikmet Beg ya li Medîneyê, beşekê li Pirtûkxaneya Zanîngeha Stenbolê, beşekê li Zanîngeha Yale ya Emerîkayê peyda dike. Piştre ji bo peydakirina beşên kêm mayî demekê li Pirtûkxaneya Zimanên Şark (Rojhilatî) ya li Parîsê kar dike. Mihemed Hamdullah di vê demê de, destnivîs û nivîsên Lîsan Ul-Arab (20 cild), Tâc ûl-arûs (10 cild), el-Muhassas ya Îbn Sîde (17 cild), Înb ûl-Baytar (4 cild), ya Îbn Semecûn ya li Oxford’ê, ya El Ezherî ya li Londrayê, yên Ubâb û Muhkem yên li Stenbolê yek yek lêkolîn û lêgerîn dike û qeydên girêdayî Dînewerî hemûyan dertêxe. Beşên kêm mayî ser temam dike û ji bo sudwergirtinê pêşkêşî botanîkvanan kiriye.

Di warê cebirandinê de jî gelek xebatên giranbiha dimeşîne

Her çendî aliyê botanîkvaniyê yê Dînewerî derketibe pêş jî, di warê Cebirê (Şaxek berfireh a bîrkariyê ye ku teoriya hejmarê, geometrî û analîzê vedihewîne. Berjewendiyên wî yên berfireh hene, ji operasyonên bingehîn ên bîrkariyê bigire heta dîtina derdor û deverên çemberê, di gelek warên wekî cebrî, endezyariyê û dermansaziyê de tê bikaranîn.) de xebatên giranbiha meşandiye. Pirtûkên ‘Kîtab el-Cebirve’l-mukabele (Pirtuka Cebir), Kitab el Hisab (Pirtuka Arîtmetîkê) û Islah’ul-Mentik ku berhemên giring yên Dînewer di warê bîrkariyê çêkiriye. Li aliyê din Dînewerî di warê stêrnasiyê de jî xebatên girîng kirine. Di nav van de Kitab’ül-Enva (Pirtûka Avhewayê) û Kitab ul-Küsüf (Pirtûka Rojgirtina Rojê) cihekî girîng digirin.

Dînewerî di heman demê de xwediyê mala çavdêriya ku bi stêrkan re mijûl dibe jî tê naskirin. Dînewerî bi amûreke ku li ser banê mala xwe bi cih kiriye, çavdêriyên astronomîkî kirine û di encama lêkolînên xwe de berhema xwe ya bi navê Kitabü’l Enva nivîsiye. Mala çavdêriyê ya Dînewerî 200 sed salan xebat meşandiye û di talana Moxoliyan ya li ser Dînewerî de hatiye xirabkirin.

Dînewerî di hemû berhemên û nivîsên xwe yên dîrokî de zimanek wêjeyî bikar dianî. Di pirtûka xwe ya ‘Hingiv û Mêşa Hingiv de’ wiha dibêje: “Bi navê Xudayê bi rehm û dilovan. Di vê beşê de, emê hingiv û mêşa hingiv nîqaş bikin. Bi hêviya ku em hingiva ku hilbereke û faktorên ku bandorê li wê dikin, bêyî ku zêde dirêj bikin û xalên girîng paşguh bikin, bi hemû hêza xwe lêkolîn bikin.” Di pirtûkê de mijarên wekî navên hingivîn, cureyê mêşên hingiv, berhevkirina hingivîn ji kulîlkan, dewreyên hingivîn, stargehên mêşên hingiv, felaketên ku bi ser selemêşa hingivîn de tên, derxistina hingiv ji selemêşê, hingivê pak û bermayê wê hatine destgirtin.

‘Bi nêrîna Kurdekê li cîhanê dinêre’

Mamosteyê Fakulteya Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêzîk li Zanîngeha Harvardê Mehrdad R. Izadyî di derbarê Dînewerî de wiha dibêje: “Di nav navdarên Kurd de yê herî tekûz, mejiyê herî mezin ku heta wê demê li welatên Îslamê derketiye, Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye. Mîna gelek kesên di dema wî de jiyan Dînewerî jî ne kesayetekî bi demekê an bi komekê bisînor e. Berovajî kesayeteke hemû deman û cîhanî ye. Dema berhemên wî tên lêkolînkirin yekser tê dîtin ku Dînewerî bi nêrîna kurdekî mijaran digire dest. Lewma jî berhemên wî yên destpêkê derbarê esil û kokên Kurdan dene. Ji bo her kesê ku destnivîsên Ebû Henîfe dixwîne xisleta herî balkêş firehiya zanîna wî ye.”

Li gorî Îzady dibêje, Şîrazî (helbestvanê farisî û zanayê îslamî) li ser ‘Pirtûka Avhewayê’ ya ku yekem car di pirtûkxaneya çavdêriya Dînewerî de rû bi rû hatiye, ji şagirtên xwe re gotiye; “Ev pirtûk di nav cureyê xwe de berhema herî jêhatî ye.”

Ji hemû berhemên Dînewerî, ku berhemên wî ji ber perspektîfa wî ya Kurdewarî hatine paşguhkirin, tenê ‘Dîroka Giştî’ (Ehbar el-Tival)’ heta roja me ya îro maye. Lê berhemên Dînewerî bi saya neqil û notên nivîskarên din ku ji pirtûkên Dînewerî hatine çêkirin heta îro hatine parastin.

Her wiha pirtûkên Dînewerî ku ji 13 cildên tefsîra Qurana pîroz pêk tê, bi gelek zimanên navneteweyî hatine wergerandin û çapkirin.

Ji kîjan nasname û bawerîya etnîkî dibe bila bibe, mirov li bîrmendên girîng ên ku mohra xwe li ser dîroka mirovahiyê û bi taybetî di dîroka Kurd û Kurdistanê de hiştine, ked dane û mîrasek li pey xwe de hêlane, divê li cihê ku ayîdê wê derê ne lê were temaşekirin, nirxa ku ew heq dikin bidin wan. Her wiha divê bi parvekirina agahdariya herî biçûk jî di derheqê wan de, ji dîrokê hilgirin heta roja me ya îro. Bi taybetî di rastiya Kurd û Kurdistanê de ku di bin qirkirina çandî de ye, ev yek pir watedartir û bi nirxtire.