Lîloz Hisên/ Qamişlo
Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo diyar kir ku komxebata Hefteya Avê ya Cîhanê bi awayek serkeftî derbas bû û got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê gelek nêrîn û nîqaşên girîng hatin nîşandan.
Di çarçoveya Hefteya Avê ya Cîhanê de ku ji 25 heta 29’ê Tebaxê dest pê dike de, desteya Rêveberiya Xwecihî û Gerînendetiya Avê a kantona Cizîrê di 25`ê Tebaxê de komxebatek li bajarê Qamişlo lidar xist, dirûşmeya wê ‘Av û Aştî Hevkariyeke bihêz ji bo pêşerojeke geş’ bû. Di komxebatê de gelek nîqaş, nêrîn û rêyên çareseriya pirsgirêka avê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîşandan.
Derbarê vê çarçoveyê de Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo ji rojnamea me re naveroka komxebatê anî ziman.
Bêrîvan Silo diyar kir ku cîhan bi giştî li ber şerekê avê diçe, di nav de kêmbûna jêderên avê û zûhabûna gelek ji van jêderan, di heman dem de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eynî pirsgirêk tê jiyan kirin û wiha domand: “Av û aştî weke du tiştên ku em nikarin wan ji hev qut bikin, giyaneke bi hev re ne ji ber vê yekê ev drûşme hate esas girtin. Di komxebatê de bal hate kişanadin ser çar beşên sereke ew jî wiha bûn: Giringiya avê û jêderên wê li kantona Cizîrê, Ava binerd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rewş û zehmetî, Bandora rêbazên avdanê li ser ava binerds û Têkiliya di navbera jin û av de.”
Bêrîvan Silo wiha dewam kir: “Ev komxebateka yekemîne ya Gerînendetiya Avê ya Kantona Cizîrê ku derbarê vê mijarê de hatiye lidarxistin, gelek kar û xebat hate kirin ji bo lidarxistina vê komxebatê da ku nîqaşên sereke bipejirînin û bighînin beşdaran. Komxebat bi awayekî serkeftî dersbas bû, nîqaşên ku hatin kirin jî li ser asta ava Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêma Cizîrê û bajarê Hesekê, rewşa avê hate şîrove kirin û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên avê hatin nîqaş kirin.”
Bêrîvan Silo da zanîn ku sazî û desteyên Rêvebriya Xweser, pisporên di warê avê de, Zanîngeha Rojava, rêxistinên ku di kar û barên avê de kar dikin, kesên ku di karê avê de mijûl dibin tevlî komxebatê bûn û wiha domand: “Nêrînên baş di vê komxebatê de hat girtin, me karîbû heta astekê rewşa avê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li kantoan Cizîrê bi taybet bidin nîşandan, çawaniya parastina jêderên avê û ava binerd, bi çi rengî vê avê ji siyasetên ku tê meşandin derxin. Ji her kesî re hatiye xuyakirin ku gelek siyasetên qirêj li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin di nav de ji aliyê dewleta Dirk a dagirker, bi taybet piştî dagirkirina Serêkaniyê ku stasyona Elok nêzî milyonek kes di bajarê Hesekê û gundewarên wê sûd ji vê avê digirtin. Stasyona Elok jêdera sereke bû ji bo bajarê Hesekê. Çemê Xabûr yê ku xelkên Hesekê ji bo çandiniyê an ava vaxwarinê wekî jêder ji xwe re dîtin ew jî ji hêla dewleta Tirk hate qut kirin, di sala 2021`an gelek bendav li ser hatin çêkirin ji bo av neghêje bajarê Hesekê. Dewleta Tirk gelek xebatan dike da ku av neghêje Herêma Bakur û Rojhialatê Sûriyê, gelek siyasetên qirêj tên meşandin ji ber vê yekê nîqaşên me di vê astê de bûn ku em çawa karibin çareseriyê bibînin, sûd bigrin ji jêderên heyî yên ser erdê, ku em van jêderan bikin ava vexwarinê hem jî peydakirina pêdiviyên mirovan ji bo çandiniyê. Di dawî de pêşnyar hatin girtin, em ê hewilbidin ji van pêşniyaran xwe bighînin cihên pêwîst û bi wan re van xalan nîqaş bikin û karîbin pêk bînin.
Pêşinyarên komxebata Avê
-Pêwîste zextên li ser dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên avê ji bo bêbandorkirina av û çavkaniyên wê werin paşguhkirin.
-Pêwîstiya bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinan ji bo pêkanîna lêkolîn û piştgiriya darayî ji bo projeyên neteweyî.
-Xebatên avakirina Meclîsa Ewlekariya Avê bi beşdariya saziyên xwerêveberiyê û rêxistinên civaka sivîl.
-Pêşxistina hişmendiya civakê bi destpêkirina kampanyayên hişyariyê yên ku bi mebesta zêdekirina hişmendiya li ser girîngiya parastina çavkaniyên avê û rasyonalkirina karanîna wan.
-Pêşxistina teknîkên avdanê û teşwîqkirina bikaranîna teknolojiyên nûjen ên ku avên bin erdê diparêzin û xerckirina wê kêm dikin.
-Bikaranîna berhevkirina avê bi sûdwergirtina ji ava baranê.
-Çalakirina rola jinan di pêşxistina rêveberiya çavkaniyên avê de bi rêya bernameyên perwerdeyê û projeyên bihêzkirinê, bi armanca tevlîkirina wan bi bandor.
-Hevkariya navçeyî û navneteweyî û xurtkirina hevkariyên li gel saziyên navneteweyî û herêmî ji bo pevguhertina pisporî û ezmûnên serketî di warê birêvebirina çavkaniyên avê de
-Başkirina binesaziyê û xebat ji bo başkirin û pêşxistina torên av û paqijiyê ji bo dabînkirina ava paqij û ewle.
-Teşwîqkirina çandiniya domdar û piştgirîkirina cotkaran di pejirandina polîtîkayên çandiniyê yên domdar de ji bo kubeşdarî parastina çavkaniyên avê û başkirina hilberînê bibin.