Argêş Gewda/Qamişlo
Di çarçoveya kampanya cîhanî’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgreka Kurd re çareseriya siyasî’gelê kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê di nava liv û tevgerêde ne. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî pir cûre çalakî hatine pêşxistin û tevger kirin. Rojên xwendinê yên dahûrandin û paraznameyên Rêber Apo hatin rexistin kirin. Ji aliyê gel ve jî, bi kelecaneke mezin ev çalakî hat pêşwazîkirin.
Derbarê çalakiyên di çarçoveya kampanya cîhanî ya ji bona azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgrêka Kurd, herwiha plansaziyên kampaniyê yên demên pêş, endama Tevgera Jinên Azad TJA’yê Reyhan Kumru pirsen rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
1-Di çarçoveya kampanya cîhanî ya Azadiya Fîzikî ya Rêber Apo û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd e, rojên xwendinê kengî hat destpêkirin û li ser vê mijarê nerînên we çi ne?
– Kampanyaya me ya ku di Îlona 2023’an de bi Meşa Mezin a Azadiyê dest pê kir, bi gelek çalakiyan berdewam kir. Weke TJA’yê (Tevgera Jinên Azad) ji roja destpêkê ve em di nava hemû plansaziyan de ne û di vê pêvajoyê de gelek çalakî li dar xistin. Bi pêşengiya TJA’yê, li 3 herêman li dijî tecrîda girankirî û ji bo têkbirina wê, panêl hatin lidar xistin û gelê Kurd û jinên Kurd bi xurtî tevlî bûn. Gelê me, ji bo şikandina tecrîda girankirî têdikoşe. Diviyabû me tecrîdê bixista rojeva gel û jinan û hîn bêhtir diyar bikin ku têkoşîna li dijî vê tê wateya êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinên Kurd û hebûna gelê Kurd a li her 4 parçeyên Kurdistanê ye. Me rojên xwendinê li ser wş bingehê da destpêkirin ku rêya herî baş ravekirina vê yekê, têgihiştin, hundirîn kirin û zindîkirina paradîgmaya azadiya jinê ya ku Rêber Apo daye pêş e. Piştre me li 30 bajêr û navçe dan xuyakirin û biryar hat girtin. Li gelek parêzgeh, navçe, tax û gundên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi pêşengiya jin û ciwanan dest bi rojên xwendinê kir. Di çarçoveya pêngava cîhanî a ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgreka Kurd re çareseriya siyasî’, me di pêşengiya TJA’yê de li gund, tax û navçeyan de rojên xwendinê pêk anî. Rastiya Rêbertiyê, hevdîtina bi jinên azad, mirovên azad û civaka azad re, di vî warî de lêkolînek girîng û watedar e. Ramanên Rêber Apo û paraznameyên wê em di nav armancek hevpar de anîn cem hev. Felsefeya Rêber Apo felsefeyek e ku wateyê di awira jina ciwan de kûr û ezmûnê di awira dayika temen mezin de dibîne. Di vê wateyê de di dema xwendinan de; bi vê yekê re rûbirû bû ku rêya herî girîng a misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xwendina felsefeya wî û jiyankirina wê bû. Em piştî her xwendina parêznameyên Rêber Apo ku her hevokek xwe li ser bingeha fêmkirina heqîqetê, pirskirina jiyanê û watedarkirina wê ava dikir, di kesayetên xwe de rastî lêpirsînekê hatin. Baweriya me eve ku, em ê dema parastina Atîna, Parastina Rihayê û parastina 5’emîn û dawîyê a paradîgmaya Neteweya Demokratîk baldar bibin, têbikoşin û fêhm bikin, vê tecrîda girankirî bişkînin, bi van xwendinan zêdetir emê Rêber Apo fêm bikin.
Tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo, tecrîda li ser paradîgmaya Rêber Apo ye, ku ji aliyê hemû gelên cîhanê ve ji bo jiyanek wekhev û azad tê pejirandin. Tecrîdeke ku tê xwestin ku felsefeya Rêber Apo negihêje gelê Kurd, jinên Kurd û gelên cîhanê. Ji bo ku paradîgma û felsefeya Rêber Apo berbelav nebe û jiyanî nebe bi qutkirina peywendiyên wî ya bi civak û jinê re hewil didin qut bikin. Em dikarin bi xwendina fikir û felsefeya Rêber Apo û pêkanîna avakirina wî ya jiyanê vê tecrîta girankirî a ku ji bo Rêber Apo hatiye ferzkirin bişkînin. Ji bo gihandina vê yekê, kirina van xwendin, têgihiştin û watekirina vê paradîgmayê, dayîna bersiva pêwîst a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Wateya van xwendinan di wê yekê de ye ku zarokek piçûk di van xwendinan de kûr difikire û dipirse “ez dikarim çi bikim?” Ew di nav jinek temen mezin de jî, veşartiye ku ji xwe dipirse û jinek ciwan piştî xwendinê dipirse “jina azad çi ye?”. Ji ber ku dewleta Tirk ya dagirker zelal e û dê tecrîdê hîn girantir bike. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet helwesteke zelal nîşan dan pêwîste û li hemberî wê çi bike û çawa şer bike, teqez parazname û dahurandinên Rêber Apo me bide fêm kirin.
Xebat û kampanya watedar a di bin pêşengiya TJA’yê de tê meşandin, niha ne tenê bi şêwazê xwe yê resen di heman demê de bi rengê xwe yê zelal tê meşandin. Xwendinên ku jin, ciwanên û gelê Kurd bi rastiya xwe re bigihînin hev, wate û girîngiya kampanyayê jî radixe ber çavan. Ger îro fikrên Rêber Apo li hemû cîhanê belav bibe û bi gel re hevdîtin pêk bîne, em ê weke û jinên Kurd bi awayekî herî xurt bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin û tecrîdê bişkînin. Ev xwendin di tariyê de ronahiya mûmê ye. Ya ku tariyê ronî dike hevdîtina me ya bi tava me re ye. Xwendina paraznameyên Rêber Apo tê wateya jiyanê. Têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê bi hundirînkirina felsefeya Rêber Apo û jiyanîkirina wê misoger bikin. Çalakiya xwendinê di warê komkirina derdorê paradîgmaya Rêber Apo cihekê girîng digire.
2-Rojên xwendinê li kîjan bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê hatin amade kirin?
– Xwendina ku ewil li sazîyên me dest pê kir, niha li gelek parêzgeh, navçe, bajarok, gund û taxên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê bi jinan û gel re berdewam dike. li seranserê Bakur Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê jî pêk tê.ş
3-Di çarçoveya kampanya cîhanî’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgreka Kurd re çareseriya siyasî, plansaziyên we yên demên pêş çi ne?
– Kampanyaya xwendina pêşengtîya TJA (Tevgera Jina Azad) de hat destpêkirin û heta 1 Îlonê dewam kir, piştî wê jî dê planên nû û cuda hebin. Ji bo xebatên ku me di çarçoveya kampanyayê de pêk anîne berdewam bikin û zêdetir bibin rojev dê plan bên çêkirin. Ji ber ku tecrîda li ser Rêber Apo ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e. Dewleta Tirk tecrîd veguherandiye pergalekî ji rêzê û ev her roj girantir dike., Emê li ser çalakiyên ku wê zêdetir bixe rojevê ji bona asta cîhanê de ji wek kiryarên dervî miravê bê dîtin emê xebatên xwe xurttir bikin. Em ê li gorî rêbazên ku sedemên şikandina tecrîdê bi xurtî belav bikin, planan pêş bixin.
Bi hişmendiya ku fêmkirina ramanên Rêber Apo emê xwendina paraznameyan bidomînin. Em ê bi çalakîyên wê şêwazê xurttir bikin. Ji bo xwe gehiştina xeta birdozî, xurtkirina hişmendiya li hemberî êrîşên pergalê, berfirehkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, bilindkirina têkoşîna me ya azadiyê, avakirina jiyanî ya hişmendiya Neteweya Demokratîk bi dayîna hêza herî xurt divê ev xwendin berdewam bikin. Ji ber ku em bi fikir û ramanên Rêber Apo nefes digirin.