Endamên Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku li hemberî êrişên giran yên ku li dijî qadên gerîla tên kirin, Gerîlayên Azadiyê destanên lehengiyê dininvîsin û parastina hebûna gelê kurd dikin.
Zana Roj/ Şehba
Êrîşên dewlata Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Ev êrîşên piralî rastî berxwedana gerîlayên HPG û YJA‐Starê hatin. Dewleta tirk ya ku li dijî gerîla nikare li herêmê bigihêje armanca xwe ya dagirkeriyê, bi hevkariya PDK’ê, dixwaze ji van êrîşan encam bigire.
Girêdayî berxwedaniya ku ji aliyê Gerîlayên Azadiyê di Herêmên Parastinê yên Medyayê de tên kirin, endamên Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Efrîn û Şehbayê Emîna Hej Ebdo û Zûlfeqar Wilo ji rojnameya me re axivîn.
`Di şexsê Tevgera Azadiyê de, qirkirina gelê Kurd dixwazin`
Emîna di destpêkê de anî ziman ku faşîzma Tirkiyê di encama binkeftinên ku jiyan dike de, berê xwe dide Çiyayên Azad û wiha pê de çû: “Faşîzma Tirkiyê zêdetirî 50 salî ye şerê Tevgera Azadiya Kurdistan di herêmêm Parastinê yên Medyayê de dike, ji 50 salî û heyanî vê kêliyê ev
şer bi hemû çek, teknîkên pêşketî, çekên qedexekirî û hovîtiya xwe tê domandin. Li hemberî Tevgera Aazadiya Kurdistan û Gerîlayên azadiyê siyaseteke ji pûçkirina vê tevgerê wêdatir dide meşandin; ew jî di şexsê vê tevgerê de qirkirina gelê Kurd e. Faşîzma Tirkiyê bi vê siyasetê şerekî herî giran di çiyayên azad û di her çar perçeyên Kurdistanê de dide meşandin. Faşîzma Tirkiyê yekemîn gava ku hewil da pê gelê kurd qir bike; dîlgirtina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bû. Lê dîlgirtina Rêber Apo weke entîtezeke ku hemû pilanên dijmin û faşîzmê têk birin derkete holê, bi jiyankirin, piratîkirin û berferehkirina felsefeya azadiyê di nava Tevgerê û gelê Kurd de; faşîzma Tirkiyê binkeftineke dîrokî ku heyanî niha pê re rû bi rû ye jiyan kir. Bi vê yekê Tirkiye bi girtin û tecrîdkirina Rêber Apo negihîşt tu ancaman, ji ber wê yekê jî berê xwe da û dide Herêmên Parastinê yên Medyayê.”
`Ji şerê çekdarî wêdatir, parastina Kurdistanê tê kirin`
Emîne diyar kir ku di Qadên Parastinê yên Medyayê de parastina Kurdistanê tê kirin û wiha got: “Li hember van êrîşên bi deh salan her ku siyaset, pilan û teknîk ji aliyê faşîzmê ve hatine pêşxistin, her ku ji aliyê hêzên HPG ê û YJA star ve derbeyên binkeftinê yên têkçûyî jiyan kiriye. Îro careke din dagirkeriya Tirkiyê êrîşên xwe li ser qadên Parastinê yên Medyayê de zêdetir dike û weke her car dixwaze Gerîla û hêza PKK ê di wir de têk bibe. Lê me dît ku di herêmên Parastinê yên Medyayê de destanên lehengiyê û serkeftinê roj bi roj têne xêzkirin, di wan qadên pîroz de ne tenê şerê çekdarî li hember dagirkeriyê tê meşandin di heman demê de parastina Kurdistanê tê kirin.”
Heqîqet û rastiya xiyaneta PDK’ê
Zûlfeqar Wilo jî destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê rasterast rê li ber dagirkirina xaka Kurdistanê vedike û wiha got: “Bi hemdemiya
bidestxistina doza azadiya Kurdistan û têkbirina pilanên hêz, dewlet û dijmin yên ku xwe disipêrin dîrokên kevnar ji bo qirkirina gelê Kurd di cîhanê de. PDK’ê di Başûrê Kurdistanê de dibe hevkarê yekem bi dagirkeriya Tirkiyê re. Bê guman ev hevkariya ku niha tê kirin ne nû ye, PDK’ê di bingeh de weke Tirkiyê li hember felsefeya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dijmin e û tu ferqa wî ji Tirkiyê nîn e. PDK’ê di vê warî de tenê ji bo dirêjkirina temenê serweriya xwe di Kurdistanê de û ji bo parastina berjewendiyên xwe yên malbatî li ser hesabê gelê Kurd; heman dijminahiyê dide raber kirin. PDK ’ê îro ji bo têkbirina vê Tevgerê yekser rê li hember faşîzma Tirkiyê vedike ku pir rihet derbasî Çiyayên Azad bibe û şerê Gerîla bike. Îxaneta ku li hember gel û dîroka Kurdistanê ji aliyê PDK ê û Malbata Berezanî ve tê kirin wê di dîrokê de mayînde bimîne. Dîrok niha ji bo PDK ê ne girînge û tu nirxên xwe yê kurdperweriyê ji bilî derketina ser ekranan nîn e. Rastî û heqîqeta ku îro tê jiyan kirin ev e, û divê hemû gelê Kurd yên welatparêz vê yekê bibînin û têbighêjin”.
`Bi berxwedaniyeke pîroz kêliyên serkeftinê tên jiyîn`
Zûlfeqar di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Felsefeya Azadiyê ya Rêber APO, Hêzên HPG û YJA starê dîroka Kurdistanê; hebûna me ya îro û pêşeroja Kurdistanê temsîl dikin. Berxwedaniya ku niha di herêmên Parastinê yên Medyayê de tê raber kirin, dîroka serfiraziya Kurdistanê û ya Felsefeya Azadiyê dinivîse. Têkoşîna ku xwe disipêre 50 salan û berxwedaniya ku xwe disipêre berxwedaniya Zîndana Amedê mumkin nîne bi ser nekeve. Li ser van nirxan têkoşîna azadiya Kurdistan tu carî binkeftin qebûl nekiriye. Bersîvên dijmin û yên îxanetkaran bi berxwedaniya ku îro di çiyayan de ji aliyê Gerîla ve dibe; tê dayîn. Berxwedaniyeke pîroz, kêliyên serkeftinê û têkbirina dijminên sed salî tên jiyan kirin. ji lewra her çiqas bedel giran bin lê di oxira parastina Kurdistanê de lehengên qehreman şerê hebûn û nebûnê dikin. li ser wê bingehê em van kêlî û destanên dîrokî ji dil silav dikin”.






