Hemze Sêvo
Ji destpêka sala 2026’an ve nêzî 2 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin, li hêla din kirîza aborî, talankirina malan, hişmendiya radîkal, kiriyarên terorî li ser gelên Sûriyê tê pêkanîn. Gel di xeleke ji agir de tên sotin û kuştin, hikumeta demkî berpirsyar e, rêxistinên mirovî yên cîhanî çima kiriyarên heyî dernaxin û çima hewlên Trump hene ku hikumeta Sûriyê ji lîsteya dewletên piştgirtiya terorê dike, derxe.?
Ji dema ketina rejîmê di dawiya sala 2024’an de, Sûriyê bi guhertinên siyasî û ewlehiyê yên kûr rû bi rû ma. Lê belê dawîhatina rejîmê ne tê wateya ku tundûtûjî an jî êşa gelên Sûriyê bi dawî bû.
Piştî ketina rêjîmê welat bû şahidê zêdebûna şer û tevlîheviyê. Herwiha çalakiyên tolhildanê, kuştina bi zanebûn, teqîn û binpêkirinên cuda zêde bûn. Her çend di qonaxa piştî ketina rejîmê de hêvî hebû ku aramî vegere û xwînrêjî raweste, lê rastiyên meydanî nîşan dan ku Sûriyê hîna jî di bin giraniya tundûtûjiyê de ye, ji brer ku li seranserî Sûriyê her roj qurbanî hatin tomarkirin. Rêjeya herî mezin a kuştiyan sivîl bûn, di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Ev kuştin di encama operasyonên leşkerî, bombebaranê, mayînên binerd, sûcên derzagonî, pevçûnên herêmî û tolhildanê de rû dan. Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR) ji dema ketina rejîmê heta dema heyî kuştin zêdeyî 13 hezar û 546 kesî tomar kiriye; di nav wan de sivîl, leşkerî û şervanên ji hemû aliyan hene. Ev hejmar li ser sê qonaxên demî yên sereke hate dabeşkirin. Çavdêriyê kuştina du hezar û 354 kesan di hefteyên yekem ên piştî ketina rejîmê di dawiya sala 2024’an de tomar kir. Ev qonax bi kaosek ewlehiyê, hilweşîna saziyî, pevçûnên rasterast, operasyonên tolhildanê û bûyerên cuda yên kuştinan hate nîşankirin. Di sala 2025’an de tundûtûjî di asta bilind de berdewam kir û Rewangeha Sûriyê li cihên cuda yên Sûrî kuştina 9 hezar û 272 kesan tomar kir. Di nav wan de hejmareke mezin a sivîlan, herwiha hêzên leşker yên cuda hebûn. Ji destpêka sala 2026’an heta îro li Sûriyê hezar û 920 kes hatine kuştin, hezar û 225 ji wan sivîl û 695 ji wan ne-sivîl in. Ev hejmar nîşan dide ku Sûriyê hîna jî bi pirsgirêkên ewlehiyê yên giran re rû bi rû ye. Herwiha tê xuyankirin ku pevçûnên leşkerî, binpêkirinên ewlehiyê û çalakiyên tolhildanê hîn jî didomin û sivîl hîn jî herî zêde buhayê van binpêkirinan didin. Di hevdîtinên Şeraa û Tramp ên lûtkeya NATO’yê de Trump soz da Şeraa ku Sûriyê ji lîsteya dewletên ku piştgirtiya terorê dike derxîne. Gelo kiriyarên ku têne kirin kî dike, ev kom di bin siya kê de ne, ji binpêkirinên Perava Sûriyê heya Siwêda, êrişên dijî gelê Kurd li Şehba, Minbic, Bendava Tişîrnê, Kobanê piştre Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê. Gelo kuştin, talankirin, koçkirina bi darê zorê û binpêkirinên bûn û hîna dibin ne ji sifetên xebata terorî ye?
Guhertina demografîk
Yek ji girîngtirîn dosyayên kirîza Sûriyê dosyaya koçberan û guhertina demografîk a ku li ser wan tê ferzkirin, bêguman li herêmên dagirkirî ev yek bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê tê pêkanîn, hikumeta demkî jî ji vê yekê bêbiryar e. Tevahiya herêmên dagirkirî wiha ne, li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Şehba û hwd… ev yek derbasdar e. Her çiqas niştecihên resen ên Efrînê bi kelecan li benda vegera xwe ya malên xwe ne jî, divê were zanîn ku dagikeriya Tirk û komên çete hîn jî çar gundên herêma Efrîn kontrol dikin û nahêlin niştecihên wan vegerin. Ev gund Celbera û Derwîş in, her du jî li navçeya Raco ne, herwiha gundên Şiyê û Şêx Xurz corîn in. Wekî din, çend deverên din jî li herêma Efrîn hene, di nav de baregehên leşkerî li gundên Kîmar û Kefr Cenayê. Ji aliyê din ve, MÎT biryar da ku lîwaya xwe ya 62’an ku beşek ji artêşa Sûriyê ye, li peravên Sûriyeyê bi cih bike. Gelek ji çeteyên ku ji herêmê re hatine şandin berê beşdarî komkujiyên li Başûrê Sûriyê bûne. Hikûmeta demkî û MÎT’ê bi hev re, bi awayekî sîstematîk malbat û komên çeteyan ji Dêra Zorê li navendên stratejîk ên wekî Şam, Perava Sûriyê (xeta Lazkiye-Tartus) û Humsê bi cih dike, bi armanca ku serdestiya demografîk û siyasî li ser nifûsa Şîe, Elewî û Durzî bi dest bixe. Ev siyaseta bicihkirinê hema hema dubarekirinek tam a endezyariya demografîk e ku ji hêla rejîma kevin ve di bin têgeha “Sûriyek bikêrhatî” de hatiye bichkirin. Armanca hikumeta demkî guhertina avahiya nifûsê li hemî parêzgehan e, bi taybetî jî bi xurtkirina bingeha xwe ya Erebên Sunnî, “kemberek Sunnî” biafirîne.
HRW, NY û rêxistinên mirovî çima kiriyarên derheqê gelên Sûriyê tên kirin dernaxin?
Human Rights Watch rêxistineke mirovî ya cîhanî ya parastin mafên mirovan e, li çaraliyê cîhanê nêzîkî 500 karmendên wê hene. Karmendên wê pisporên mafên mirovan pêktên, di nav de pispor, parêzer, rojnamevan û akademîsyenên ji paşxane û neteweyên cihêreng hene. Di sala 1978’an de hat damezrandin û ji wê demê ve Human Rights Watch bi lêkolînkirin, amadekirina raporên bêalî, bikaranîna bi bandor a medyayê û pir caran bi hevkariya rêxistinên mafên mirovan ên herêmî tê nasîn. Human Rights Watch salane zêdetirî 100 raporan li ser rewşa mafên mirovan li nêzîkî 90 welatan amade dike, di medyaya herêmî û navneteweyî de ev rapor deng vedidin. Human Rights Watch (HRW), ‘Rêxistina Sûriyeyiyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê’ û ‘Arşîva Sûriyeyê’, di raporekê de sûcên li perava Sûriyê belge kirin. Rapor di 23’yê Îlona 2025’an hat weşandin. Tê de hate diyarkirin ku hikumeta veguhêz a Sûriyê soz dabû ji kesên destê wan di sûcên li 3 parêzgehan de hebû, hesab bixwaze. Raporê bi bîr xist ku hikumetê tenê soz da lê di pratîkê de tiştek pêkneanî. Di raporê de binpêkirinên berfireh ên ku hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê kirine hatin belgekirin. Li gorî wê; înfazkirin, wêrankirina mal û milkên welatiyan û danûstandina nebaş bi girtiyan re pêkhatin. Di raporê de hat gotin ku ev sûc di çarçoveya êrişeke leşkerî ya plankirî pêk hatiye. Hemû binpêkirin di bin çavdêriya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatine kirin.
Li gorî raporê, bi destpêkirina 6ˊê Adara 2025’an re hêzên hikumeta veguhêz li tevahî herêmê dest bi kiryarên tundiyê kirin. Hêzên hikumetê bi awayekî bingehîn sûc li dijî civakên Elewî pêk anîn. Ev sûc berfireh bûn û li ser bingeha nasnameyê hatin kirin. Encama rapora HRW’ê xwe dispêre girtina nerîna 100 qurbanî, çekdar û rojnamevanên şahidên bûyerê. Di heman demê de madeyên dîtbarî û bihîstinê li kêleka wêneyên udiyê yên ji rastiya wan hatiye teyîdkirin di teyîdkirinê de hatin bikaranîn. Di wan de diyar dibe binpêkirin di dema di navbera 6 û 10’ê adarê de li dijî 24 gund û bajarokan pêk hatiye.Di raporê de hate diyarkirin: “Wezareta Parastinê roleke sereke ya şandina çekdaran û kordînekirina belavbûna wan de bi cih aniye. Tevî fermandariya leşkerî dizanî binpêkirinên min hatine kirin, lê çalakiyên xwe dewam dikir.” Di 22’yê Tîrmehê de “Komîtya Lêpirsînê ya Niştimanî ya Sûriyeyê” ragihand ku herî kêm hezar û 426 kes hatine kuştin. Desthilata heyî ya Sûriyeyê 298 kesên tewanbar rakirina dadgehê. Lê di rapora xwe de behsa rola berpirsên mezin di pêkanîna binpêkirina sûcan û hewldanan rêgirtina li ber wan ne kiriye. Di mijara tolrakirina kesayetî de zêde nirxandin hatibû kirin. Li hêla din di heman salê de Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser bûyerên meha Adara 20225’an yên li Perava Sûriyê rû dane, raporek weşand. Di raporê de bûyerên tundiyê yên ku di Adara 2025’an de li Peravê li dijî elewiyan hatine kirin, plankirî û berfireh bûn. Li gorî raporê di encama bûyerên tundiyê de 90 jê jin ku navên wan hatine belgekirin, zêdetirî hezar û 700 kes hatin kuştin. Komîteyê rapora xwe bi zêdetirî 200 hevpeyvînan û serdana gorên komî amade kiriye. Di raporê de, binpêkirin (kuştin, îşkencekirin, talankirin, şewitandina malan) ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên alîgirên ve wê hatine kirin, wekî asta sûcên şer hatine tespîtkirin. Di raporê de bang li rayedaran hatiye kirin ku hemû tawankaran ceza bikin, gumanbaran tavilê ji kar dûr bixin û ji bo parastina civakan jî tedbîrên lezgîn bistînin. Tevger û xebata rêxistin û saziyên mirovî yên cîhanî piştî rûxandina rêjîma Baas gelekî lawaz bûye, piştî hatina hikumeta demkî komkujî, guhertina demokgrafîk, talankirin, kuştina bêserûber û hemû cûreyên binpêkirinan derheqê gelên Sûriyê de ranewestiyan. Ev yek bi rengekî biçûk ji hêla rêxistinên mafê mirovan ve hate destgirtin, komkujiyên Peravê û Başûrê Sûriyê çêbûn, raporên şermok piştî zexteke mezin ji hêla saziyên mirovî ve hatin amadekirin. Em îro dibînin ku hîna jî binpkirin derheqê gelên Sûriyê de tên pêkanîn, rêjeya kuştina bêserûber pir bilind bûye, di 6 mehan de nêzî 2 hezar kes bên kuştin ji destpêka sala 2026’an de ne hindik e, zagonên mirovî bin pê dike, yê ku vî barî hildigire û berpirsyartiyê radike jî hikumeta demkî ye. Lê saziyên wekî Human Rights Watch û Neteweyên Yekbûyî dema ku bi erka xwe ranabin, binpêkirinan tomar nakin û van kiriyaran ji cîhanê re weke ku tê xwestin dernaxin û eşkere nakin dihêlin ev sûc bêhtir bibin.






