Navenda Nûçeyan
Amerîka û Iraqê di warê petrol, enerjî, darayî, çandinî, teknolojî, perwerde û tendirustiyê de 48 peyman, protokolên lihevkirinê û daxuyaniyên hevkariyê dan.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê têkildarî îmzekirina bi dehan lihevkirin û peymanên navbera Iraq û Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku îmzekirina peymanan li Amerîkayê bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî pêkhatine.
Her wiha hatiye diyarkirin ku armanca van lihevkirinan xurtkirina hevkariya aborî û darayî ya di navbera Iraq û Amerîkayê de ji bo pêşxistina peywendiyan a ji bo astek hîn bilindtire.
Di çarçoveya peymanan de Wezaretên Petrol û Elektrîkê yên Iraqê û kompanyên ser bi wan ve li gel kompanyên pêşeng yên enerjiyê yên Amerîkayê hevkarî kir.
Di vî warî de li gel kompanyên wekî ExxonMobil, KBR, GE Vernova, Shell û Halliburtonê li ser petrol, enerjî û binesaziyê peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.
Di paketa peymanan de di navbera Starlink û Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê (CMC) de jî peymaneke hevkariyê hat îmzekirin.
Her wiha di warê teknolojiyê de di navbera Keyslight Technology û sektora taybet a Îraqê de protokola lihevkirinê hat îmzekirin.
Di warê perwerdeyê de jî çend peymanên hevkariyê ketin meriyetê.
Di sektora dermanan de jî ji bo pêvajoyên hilberîn û dabînkirinê li ser hevkariya sektora taybet lihevhatinek hat îmzekirin.
Lihevkirinên Çandinî, pîşesazî û bazirganî
Li gel şirketên wekî KBR, UOP, Polaris û PPTA’yê protokolên cuda hatin îmzekirin.
Her wiha li gel Frito-Layê ji bo bipêşxistina sektora çandiniyê du peymanên cuda hatin îmzekirin.
Di warên bazirganî û pîşesaziyê de jî li gel şirketên cuda peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê de hatiye gotin ku ev 48 peyman dê çarçoveya pêwendiyên aborî yên her du welatan berfirehtir bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hevkariyên nû yên di navbera saziyên giştî û sektora taybet de dê ji bo veberhênan, veguhastina teknolojiyê û bipêşketina aborî bibe zemînekî girîng.






