Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê bi çalakiyeke bîranînê 257 şehîdên ku canê xwe ji bo xaka welatê xwe feda kirin, li darxist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê bi çalakiyeke bîranînê 257 şehîdên ku canê xwe ji bo xaka welatê xwe feda kirin, li navenda çand û hunera Dicle li darxist. Ev şehîdên meha Çile, Sbat, Adar, Avrêl, Gulan û Pûşberê bû, di bîranînê de hemû malbatên van şehîdan amade bûbûn.
Bîranîn bi xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Newroz Mihemed axivî û wiha got: “Em di serî de hemû şehîdan bibîr tînin, şehîdên tevgera Apoyî yên ku ji bo tevahî gelê kurd xwe kirin fedayî. Dema mirov bibêje partî partiya şehîda ye pêwîste tevzînok di laşê mirov de çêbibe, ji ber ku li tevahî cîhanê gelek tevger derketin û şoreş li darketin, lê ya me ne wek a tu kesî ye. Ji ber ku me li ser navê şehîdan û xwedî derketina li şehîdan partiyek ava kiriye, wê helbet pîvanê wê gelek bilind be. Ji bo ked û têkoşîna ku şehîdên me dayîn, qehremanî û lehengiya ku di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandîn, Rêber Apo ev salek û nîve pêvejoya aştî û civaka demokrtîk dide meşandin. Bê guman ev pêvajo beriya her tiştî ji malbatên şehîdan tê xwestin ku wê fam bikin û nas bikin, bibin şopdarê manîfêstoya aştî û civaka demokratîk ji bo xwedî derketina li keda şehîdan.”
Paşê sinifizyonek ji haziran re hat pêşkêş kirin ku tê de nirxandinên Rêber Apo li ser şehîdan û fedekariya ku ji bo welat kirîn û wêneyên şehîdan jî hatin pêşkêş kirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.






